Rêveberê MED-DERê Murat Aydin diyar kir ku dê di 21 Kanûnê kongreyê li dar bixin û rêveberiya nû hilbijêrin û got: “Ziman mafê bingehîn ê gelê Kurd e, divê statuya Kurdî bê qebûlkirin.”
Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) li Amedê ji sala 2017an heta niha dersên zaravayên Kurmancî û Kirmanckî dide. MED-DER dê di 21 Kanûnê de li Eywana Konferansê ya Alî Emîrî ya ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kongreya xwe pêk bîne û rêveberiya xwe hilbijêre. Rêveberên saziyê diyar kirin ku ji bo careke din Enstîtuya Zimanê Kurdî ya Amedê vekin û bi zanîngehê re têkiliyên xwe yên fermî deynin dê xebatê bikin. MED-DER diyar dike ku ji bo zimanê Kurdî di cihên fermî de cih bigire dê xebatan bikin. Rêveberê Komeleyê Murat Aydin, derbarê kongreyê û xebatên Enstîtuya Zimanê Kurdî ya Amedê de axivî.
‘Di vê pêvajoyê de mijara ziman girîng e’
Murat Aydin anî ziman ku bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re hêviya aştiyê ji her demê bêhtir zêdetir bûye û got: “Me jî xwest ku weke saziya zimanê Kurdî di vê serdemê de saziyeke ji bo çareserkirina pirsgirêkên ziman Enstutiya Kurdî ava bikin. Me di vê pêvajoyê de bi 200 Kurdîhezan re hevdîtinan kir. Me fikir û ramanên wan girt. Di nava wan de nivîskar, zimanzan, akademisyen, wêjekar û gelek kes cih digirin. Enstutiya Kurdî ya Amedê ji sala 2004an heta 2016an hebû. Di pêvajoya OHALê de sazî hat girtin. Heta wê demê xebatên me baş bûn. Piştî derbeya 2016an, hin xebatên ziman hatin rawestandin. Bi taybetî jî di vê pêvajoya Aştî û Civak Demokratîk de mijara ziman mijareke herî girîng e. Ji ber vê yekê me jî pêwîstî bi xebateke wisa dît.”

‘Zimanê Kurdî bi qirkirinê re rû bi rû ye’
Murat Aydin da zanîn ew ê weke saziya zimanê Kurdî di 21 Kanûnê de kongreyê pêk bînin û rêveberiya xwe hilbijêrin û wiha pêde çû: “Armanca me ya sereke ew e ku piştî me Enstutî ava kir, bi rêya enstîtuyê bi zanîngehan re têkiliyên fermî ava bikin. Piştre jî êdî em ê dest bi xebatan xwe yên zanistî û berhevkariyê bikin. Di heman demê de li ser navê saziyê dê kovarek ji 3 mehan carekê bê çapkirin. Dersên ku bên dayîn jî, dê bi piranî li ser ziman, dîrok, erdnîgarî, wêje û gelek dersên cûr bi cûr bên dayîn. Em dixwazin ji bo zimanê Kurdî ji dibistanên destpêkê heta zanîngehan pergalek bê avakirin û bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. Girêdaneke me ya fermiyetê bi zanîngehan re tune ye. Em niha di nava hewldanên de ne. Em hewl didin girêdanên xwe çêbikin. Em dixwazin ev tişt nekeve bine dest û tekela tu kesî û bibe nirxê civakê. Hewceye ku ked û fikrên her kesî jî tê de hebe. Zimanê Kurdî îro bi qirkirinê re rû bi rû ye. Di bin zext û zorê de ye. Zimanê Kurdî hatiye asteke wisa ku ciwan, jin û zarok nikarin xwe bi zimanê xwe îfede bikin. Ji bo ku em bibin bersiv divê em sazûmaniyek bidin avakirin. Hewceye ku bingeha termînolojiya ziman bê avakirin û zanîngeh jî vana dixwaze.”
‘Divê pergeleke perwerdehiyê hebe’
Murat Aydin bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Kesên zanîna wan a termînolojiya ziman xurt be em ê bêhtir bi wan re bikevin têkiliyê da ku dikaribin li dijî bişaftinê bibin bersiv. Armanca me ew e ku em li wir xebatên Enstutiya Kurdî bidin meşandin. Dema ku civaka Kurd bigihêje mafekî xwe yê bingehîn, dê pirsgirêkek wisa dernekeve pêş me. Ji bo wê divê pergeleke perwerdehiyê bê avakirin. Ji pêş dibistanê heta zanîngehê divê amûrên perwerdehiyê hebin da ku dikaribin karên xwe yên perwerdehiyê bi rêk û pêk bikin.”
















