• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Jin li Dîlokê meşiyan: Em bi berxwedanê jiyanê dihonin

    Jin li Dîlokê meşiyan: Em bi berxwedanê jiyanê dihonin

    Bajarên Rojavayê Kurdistanê amadekariya 8ê Adarê dikin

    Bajarên Rojavayê Kurdistanê amadekariya 8ê Adarê dikin

    Babeta çapemenîya erebî û dinya Rojava ya

    Çapemeniya cîhanê peyama Abdullah Ocalan nîqaş dike: Dê rêya pêvajoya siyasî diyar bike

    Li Amed, Êlih û Colemêrgê aqûbeta windayan hate pirsîn

    Li Amed, Êlih û Colemêrgê aqûbeta windayan hate pirsîn

    Amedspor li Enqereyê li pey 3 pûanan e

    Amedspor li Enqereyê li pey 3 pûanan e

    Li Wanê panela ‘Di avakirina civaka demokratik de rola ciwanan’ li dar xistin

    Li Wanê panela ‘Di avakirina civaka demokratik de rola ciwanan’ li dar xistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

MED-DERê bi şahiyekê belgename da xwendekarên xwe

Amed/ AW

28 SIBAT 2026 - 16:13
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê ya li Amedê şahiya belgedayinê li dar xist. Hevserokê MED-DERê Remzî Azîzoglû di şahiyê de axivî û wiha got: “Divê em di malên xwe de bi Kurdî biaxivin û zarokên xwe fêrî Kurdî bikin.”

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) li Parka Ekîn Ceren a li ber avahiya wan a li navçeya Peyas a Amedê şahiya belgedayinê li dar xist. Nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, endam û rêveberên MED-DERê û gelek kes tev li şahiyê bûn. Şahî bi axaftina Hevserokê MED-DERê Remzî Azîzoglû dest pê kir.

‘Divê em xwedî li ziman, çand û hunera xwe derkevin’

Remzî Azîzoglû destnîşan kir ku ziman girîng e, nasname ye, hebûna wan e û wiha got: “Ji ber vê yekê divê em hemû xwedî li zimanê xwe derkevin. Di vê sedsalê de, em dibînin ku gelek zimanên din bi pêş dikevin, lê zimanê Kurdî hîn jî di asteke kêm de maye. Divê em, wekî Kurd, vê rewşê biguherînin. Em dikarin çawa vê yekê bikin. Divê em di malên xwe de, di civatên xwe de bi Kurdî biaxivin, divê em zarokên xwe fêrî Kurdî bikin û divê em xwedî li çand û hunera xwe derkevin.”

‘Em hemû zimanê xwe bi pêş bixin’

Remzî Azîzoglû diyar kir ku gelek kes dibêjin “em nikarin bi Kurdî biaxivin” an ‘Kurdî zimanekî zehmet e’ û ev tişt gotin: “Kurdî zimanekî dewlemend e, zimanekî xweş e. Tenê pêwîstiya me bi xebat û hewldanê heye. Ez hêvî dikim ku ev gotinên min bibin sedema hişyariyekê. Em hemû bi hevre xwedî li zimanê xwe derkevin û wî pêş bixin.”

Piştî axaftina Remzî Azîzoglû girseyê li ber stranên hatin lêxistin govend gerand. Dû re ji ber barîna baranê xwendekar derbasî komeleyê bûn û li wir belgeyên xwe yên serkeftinê girtin.

Etîket: belgenameMED-DERXwendekarên Kurdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji bo meşa 21ê Sibatê bang: Ziman xelata dilê mirov e

Ji bo meşa 21ê Sibatê bang: Ziman xelata dilê mirov e

19 SIBAT 2026
Etîketên Kurdî li bazara taxê hatin belavkirin

Etîketên Kurdî li bazara taxê hatin belavkirin

16 SIBAT 2026
Xwendekaran belgenameyên Kurdî wergirtin

Xwendekaran belgenameyên Kurdî wergirtin

26 KANÛN 2025
Kargeha ‘Zarok û mafên wan ên zimanî’ hat lidarxistin

Kargeha ‘Zarok û mafên wan ên zimanî’ hat lidarxistin

13 KANÛN 2025
Li Sêwregê kelecana zimanê kurdî

Li Sêwregê kelecana zimanê kurdî

7 KANÛN 2025
Li gundê Zilekê yê Pasûrê Kargeha ziman hat li darxistin

Li gundê Zilekê yê Pasûrê Kargeha ziman hat li darxistin

29 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Hesekê û Kobaniyê bernameya 8ê Adarê hate daxuyandin 

    Li Hesekê û Kobaniyê bernameya 8ê Adarê hate daxuyandin 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şer herêmî dibe: Îranê baregehên DYAyê li Rojhilata Navîn hedef girtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îsraîlê Tehran bombebaran kir, Îranê gefa ‘bersivdanê’ xwar HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Banga Abdullah Ocalan deng veda: Dê bandor li ser hemû mirovahiyeyê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan di peyama xwe ya nû de çi dibêje?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 27ê Sibatê heta Îro: PKKê rastiya Kurd bi dostan da nasîn û bi dijminan da qebûlkirin -4

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bernameya Newroza 2026an diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 28ê SIBATA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (1031)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne