MED-DERê bi minasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê, li ser rol û rista ziman û girîngiya ziman panel pêk anî.
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyeyê (MED-DER) bi boneya 21ê Sibatê Roja Ziman a Cîhanê li navçeya Pêranê ya Amedê panela ziman li dar xist. Li salona panelê bi kurmancî û kirmanckî pankarta mezin a “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” daliqandin. Di panelê Mamoste Silêman û Hacî Ozkan axivîn. Mamoste Silêman û Haci Ozkan li ser girîngî û wateya ziman û astengiyên li pêş ziman agahî parve kirin.