Medyaya Îsraîlê ragihand ku di êrişa Îsraîlê de Fermandarê Baregeha Xatem Enbiya yê Supayê Pasdarên Îranê Elî Şadmanî, hat kuştin. Şadmanî piştî kuştina Xulam Elî Reşîd hatibû erkdarkirin.
Medyaya Îsraîlê ragihand ku di êrişa Îsraîlê de Fermandarê Baregeha Xatem Enbiya yê Supayê Pasdarên Îranê Elî Şadman hatiye kuştin.
Hatiye diyarkirin ku Elî Şadmanî piştî kuştina Xulam Elî Reşîd ku di êrişa roja yekem (13ê Hezîran) de hatibû kuştin, hatibû erkdarkirin.
Medyaya Îsraîlê diyarkiriye ku Elî Şadmanî yek ji fermandarên herî nêz yê Rêberî Olî yê Îranê Elî Xûmeynî bû.
Roja 13ê Hezîranê Îsraîlê êrişek berfireh ya hewayî li dijî Îranê da destpêkirin. Di êrişa roja ewil de gelek fermandarên payebilind ên leşkerî û zanayên atomî hatin kuştin. Yek ji wan jî Fermandarê Baregeha Xatem Enbiya yê Supayê Pasdarên Îranê Xulam Elî Reşîd bû. Piştre Elî Şadmanî li cihê wî hatibû erkdarkirin.