Medyaya Tirk êrişên li dijî taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi dezenformasyon û sernavên cuda meşrû dike û bi zimanek şerê psîkolojîk bername û nûçeyan amade û belav dike.
Grûbên çete yên Hikûmeta Demkî ya Şamê ku Tirkiye piştgiriya wan dike, bêserûber êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dikin. Li van her du taxan Kurd niştecih in. Ji ber êrişên bi çekên giran welatî tên kuştin û birîndar dibin. Tax ji aliyê çeteyan ve hatine dorpêçkirin.
Êrişên li ser taxên Kurdan di rojeva raya giştî ya Kurdan û cîhanê de ye. Medyaya bi ser Hikûmeta Demkî ya Şamê ve û medyaya Tirk êrişên li dijî her du taxan bi dezenformasyonê meşrû dike û bi rêya medyayê şerê psîkolojîk tê birêvebirin.
Nemaze medyaya Tirk êrişên li dijî Kurdan bi dezenformasyonê di bin navê “Operasyona li dijî PKK/SDGê” rewa dike û şerê derûnî dike. Hemû medyaya Tirk bi yek zarî û bi yek zimanê weşanê dike û qey tu yê bêjî nûçe û bername ji yek klavyayê tên amadekirin.
Nûçe û bername bi sernavên wek, “Artêşa Sûriyeyê li PKK/SDGê dide”, “Sûriyeyê li dijî YPGê operasyon da destpêkirin”, “PKK/SDG wê li Helebê teslîm bibe?” û gelek sernavên din tên serwîskirin.













