Serokê Lijneya Rêveber a Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya bal kişand ser rola girîng a organizasyona fûarê ya di pêşketina herêmê de û destnîşan kir ku divê kêmasiyên di vî warî de ji holê bên rakirin.
Fûara Zincîrên Herêmî ya Başûrrojhilat a bi hevkariya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û Federasyona Perakendefiroşan a Tirkiyeyê tê organîzekirin, li Navenda Pêşangeh û Kongreya Navneteweyî ya Mezopotamyayê dest pê kir.
Serokê DTSOyê Mehmet Kaya, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, hevşaredarê navçeyan, Serokê Federasyona Perakendefiroşan a Tirkiyeyê Omer Duzgun di nav de gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî û karsaz beşdarî fûarê bûn.
Cara ewil e li Amedê tê lidarxistin
Serokê Lijneya Rêveber a DTSOyê Mehmet Kaya ku di vekirina fûarê de axivî, da zanîn ku cara ewil e fûar ji derveyî Stenbol û Enqereyê tê lidarxistin û bal kişand girîngiya lidarxistina fûarê ya li Amedê. Mehmet Kaya diyar kir ku li Tirkiyeyê organîzasyonên fûaran hatine îhmalkirin û destnîşan kir ku organîzasyonên fûaran ji bo pêşketina herêmê de girîng e.
Ev organîzasyon nîşaneya hilberînê ye
Serokê Federasyona Perakendefiroşên a Tirkiyeyê Omer Duzgun jî diyar kir ku organîzasyona fûarê ne tenê çalakiyeke bazirganiyê ye û got: “Ev organîzasyon nîşaneya hilberîna herêmî, hewldan û piştgiriyê ya li qadê ye.”
Ji hilberînerên herêmî heta jinan herkes xwe di tê de dibîne
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn jî diyar kir ku organizasyona fûarê ji bo bajar girîng e. Dogan Hatûn diyar kir ku organîzasyon hilberîner û perakendefiroşî bêyî navbeynkar tîne bahev û got: “Divê ev organîzasyonên wiha yên ku ji hilberînerên herêmî heta jinan herkes xwe tê de dibîne, bên zêdekirin.”
Divê li gel pêşketina aboriyê mîrate jî bê xurtkirin
Dogan Hatûn qala dewlemendiya çandî û dîrokî ya Amedê kir, bi bîr xist ku bajêr yek ji navenda hilberînê ya Mezopotamyayê ya qedîm e. Dogan Hatûn bi lêv kir ku divê mîrate, li gel pêşketina aboriyê bê xurtkirin.
Beşdaran piştî axaftinan bi birîna qurdeleyê pêşengeh vekir û li stantan geriyan.














