Wan – Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê Mehtap Işik têkildarî peyamên Reberê PKKê Abdullah Ocalan nirxandin kir û wiha got: “Hevdîtinên ku niha bi partiyên siyasî re tên kirin pir giring in. Divê êdî partî şexsî nefikirin û li gorî berjevendiyê civakê gavên şênber û zelal biavêjin.”
Şandeya Îmraliyê ku ji parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat di 28ê kanûnê de çû Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê û bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Şandeyê piştî hevdîtinê di 29ê kanûnê de fikir û nêrînên Abdullah Ocalan bi daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir. Abdullah Ocalan di peyama xwe de li ser 7 xalan rawestiya bû. Li ser wan xalên ku hatin parvekirin hêj niqaş û hevdîtin berdewam dikin. Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê Mehtap Işik têkildarî payamê ajansa welat re axivî.
Tecrîd didome
Hevserokê Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê ya Wanê Mehtap Işık diyar kir ku hêj tecrîta li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan berdewam dike û wiha got: “Mirov nikarê bibijê pêvajoyeke çareseriyê dest pê kiriye. Du hevdîtin hat kirin lê divê Brêz Abdullah Ocalan jî wek girtiyekî bê ditîn ji mafênxwe yên hevdîtina parêzera, hevdîtina malbatê û mafê hêvîyê sûdê bigire. Wisa bibe ku em dikarin bibêjin tecrît rabiye.”
‘Divê hemû partî li gorî berjevendiyê civakê tevbigerin’
Mehtap Işik da zanîn ku piştî heyetê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, peyama ku ji 7 xalan pêk tê bi raya giştî re parvekir û wiha axivî: “Di 7 xalan de tişta herî girin ji bo pêvajoyeke çareseriyê girtina fikir û ramanê partiyên siyasî û saziyane. Daxwaze me jî ev e ku ji bo çareseriyê divê hemû sazî û partiyên siyasî û em jî di navde piştgiriyê bidin pêvajoyê. Ji bo çareseriyê jî rol û mîsyona TBMMê jî giring e. Divê ji bo ku gavên şênber bên avêtin û meclîs ji bo wan gava wek kanûnî bingehekî ava bike. Ji bo çareseriyê hewceye ku wek kanûnî gav bên avêtin û divê vê pêvajoyê de hemû partiyên siyasî meclîsê de mafên hêviyê, rewşa girtiyên siyasî yên ku nexweş û girtiyên siyasî yên ku nayên berdan niqaş bikin û wek kanûnî gavên şênber biavêjin. Hevdîtinên ku niha ji partiyên siyasî re tên kirin pir giring e û divê hemû partî tekakesî nefikirin û li gorî berjevendiyê civakê tevbigerin û gavên şênber û zelal biavêjin. Civak êdî şer naxwaze û aşitiyeke bi rûmet dixwaze. Divê aliyê devletê û partiyên siyasî civakê nexapînin. Di vê pêvajoyê de çi bikeve ser mile wan divê bikin.”