• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
24 COTMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Endamên Koma Amed formayên Amedsporê îmze kirin

    Endamên Koma Amed formayên Amedsporê îmze kirin

    Rewşa xeternak a Huseyîn Aykol berdewam dike

    Rewşa xeternak a Huseyîn Aykol berdewam dike

    Li Elbakê bi zarokên Kurd helbesteke nijadperest dan xwendin

    Li Elbakê bi zarokên Kurd helbesteke nijadperest dan xwendin

    Bûldan û Sancar bi siyasetmedarên girtî re hevdîtin kirin

    Bûldan û Sancar bi siyasetmedarên girtî re hevdîtin kirin

    Tevî ‘têkoşîna’ walî jî cerdevan talanê dikin!

    Tevî ‘têkoşîna’ walî jî cerdevan talanê dikin!

    ‘Gotin û pratîka dewletê hev nagire’

    ‘Gotin û pratîka dewletê hev nagire’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Endamên Koma Amed formayên Amedsporê îmze kirin

    Endamên Koma Amed formayên Amedsporê îmze kirin

    Rewşa xeternak a Huseyîn Aykol berdewam dike

    Rewşa xeternak a Huseyîn Aykol berdewam dike

    Li Elbakê bi zarokên Kurd helbesteke nijadperest dan xwendin

    Li Elbakê bi zarokên Kurd helbesteke nijadperest dan xwendin

    Bûldan û Sancar bi siyasetmedarên girtî re hevdîtin kirin

    Bûldan û Sancar bi siyasetmedarên girtî re hevdîtin kirin

    Tevî ‘têkoşîna’ walî jî cerdevan talanê dikin!

    Tevî ‘têkoşîna’ walî jî cerdevan talanê dikin!

    ‘Gotin û pratîka dewletê hev nagire’

    ‘Gotin û pratîka dewletê hev nagire’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Meral Daniş Beştaş: Di meseleya kurdî de siyek li ser xebatên meclise heye 

Enqere / AW 

27 TEBAX 2025 - 19:37
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş ku di civîna Komîsyona Meclîse de axivî bertek nîşanî destûr astengkirina axaftina kurdî ya Dayikên Aştiyê da û got: “Bi rastî, di mesela zimanê dayikê de siyek li ser xebatên meclisê heye û em dikarin bi gavên erênî vê siyê rakin.”

Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî ku di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatibû avakirin li meclîsê civîna xwe ya 6emîn li dar xist. Di civîna 6emîn de piştî guhdarkirina serokên baroyên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hstin guhdarkirin.

Serokwekîla Koma Meclîse ya DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di axaftina xwe de li ser rêbaza komîsyonê rawestiya û got, “Wê hevalên parlamenter yek bi yek axaftinê bikin, Weke qeydekê derbaskirina axaftinan, rêbazeke ne rast e. Ev der ne Civata Giştî ye, em jî çalakiyeke siyasî ya Civata Giştî nakin. Li vir armanceke me heye, sedemek ji bo kombûna me heye. Di vê wateyê de, ez dixwazim hişyariya rêbazî dubare bikim ku ev rêbaz careke din neyê dubarekirin.”

‘Em nikarin ziman û baweriya xwe bijîn’

Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê Celal Firat di komîsyonê de axivî. Firat bi pirsa heke kurdî bibe zimanê fermî wê Tirkiye çi winda bike dest bi axaftina xwe kir û got: “Wê demê edalet wê bi ser bikeve. Ez hem kurd im û hem jî elewî me. Em ziman û baweriya xwe nikarin bijîn. Qala biratiyê tê kirin lê ev çawa biratî ye? Bila Cemxane bibin dergehên baweriyê. Em dixwazin bi zimanê xwe, xwe bînin ziman. Cemxane hê jî weke dergehên baweriyê nayên qebûlkirin. Hefteya borî Dayikên Aştiyê nekarîn bi zimanê xwe biaxivin. Heke dewlet van mafan misoger bike welatî wê xwe baştir bînin ziman. Em hemû pirsigirêkên hevpar dijîn lê dema mesele tê mafê ziman, çand û baweriyê hinek li dij derdikevin. Ew ne rast e.”

‘Di mesela zimanê dayikê de siyek li ser xebatên meclisê heye’

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş jî bal kişand ser astengkirina axaftina Dayikên Aştiyê ku xwestin bi Kurdî biaxivin û wiha got: “Em her firsendê dibêjin bila em zimanê aştiyê biaxivin, bila em aştiyê di civakê de belav bikin, lê heke di wê civînê de destûr neyê dayin ku bi zimanê dayikê bê axaftin, bawerî jî qels dibe. Ev mesele gelekî girîng e. Di qada giştî de astengî li pêşiya bikaranîna zimanê dayikê hene yan na? Em ê vê yekê di civata giştî de nîqaş bikin. Lê ez tiştekî bibêjim. Li gorî xala 3an a Destûra Bingehîn, di qada giştî de tu astengî li pêşiya bikaranîna zimanê dayikê tune. Tenê zimanê fermî yê dewletê heye. Dibêje “Zimanê dewletê tirkî ye.” Û ev der ne Civata Giştî ye, ne Komîsyona Îqtîsadê ye. Bingehê wê yê qanûnî jî tune. Yanî weke banga serokê meclisê bû. Yanî li vir dema em behsa aştiyê dikin, tu astengî li pêşiya dayikekê tune û divê tunebe ku ew bi zimanê xwe yê dayikê hestên xwe bîne ziman. Em vê helwestê weke bextreşiyê nahesibînin. Ji ber vê yekê, ev helwest nîşan dide ku em hê bi norm û rêbazan aştiyê bi hundirê xwe ve nekirine û ev helwesteke siyasî ye. Bi rastî, di mesela zimanê dayikê de siyek li ser xebatên meclisê heye û em dikarin bi gavên erênî vê siyê rakin.”

‘Rewşa girtiyên nexweş’

Di berdewama axaftina xwe de Meral Daniş Beştaş bi lêv kir ku di girtîgehan de bi hezaran girtiyên nexweş hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: Yanî ez ê çend navan ji we re bibêjim. Fatma Tokmak li ber mirinê ye. Devrim Ayik ji sedî 78 astengdar e. Ergîn Aktaş şeş caran rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” standiye lê nayê berdan. Firat Nebîoglu ji sedî 92 astengdar e, bi diyalîzê ve girêdayî ye, rapora astengdariyê heye û pêwîste gurçikê wî were guhertin. Dîsa Edemun Çam 73 salî ye. Ew jî nexweşê giran e. Dîsa Murat Çalik, Ayşe Barim. Ev navên ku min rêz kirin di rojevê de ewqas nayên nîqaşkirin, lê em ji hemûyan re bi heman awayî dinêrin. Yanî divê ev girtiyên nexweş di zûtirîn demê de li cem malbatên xwe bin. Dema em behsa çareserî, aştî û demokrasiyê dikin, mirovên di girtîgehê de bi mirinê re rû bi rû ne tiştekî nayê qebûlkirine. Di vê mijarê de jî, hevalên hêja, divê komîsyon îradeyekê nîşan bide.”

Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partî Cengîz Çiçek jî destnîşan kir ku ew nizanin pêvajoya çareserkirina pirsgirêka kurd di kîjan qonaxê de ye û wiha pêde çû: “Lê ev komîsyon dema ku pêvajoya bêçekkirinê tê nîqaşkirin, di heman demê de ji bo avêtina gavên siyasî û qanûnî yên ku vê pêvajoyê hewce dike, weke pirsgirêk derketiye holê. Afirandina hawîrdoreke baweriyê berî her tiştî karê me ye. Lê di heman demê de, divê em nîqaşên li ser gavên qanûnî yên pêwîst bêyî dereng bikevin û paş bixin derxin. Hin partiyan ev yek berê kiriye, ev helwesteke pir bi rûmet e. Divê em bi dilxwazî ber bi zeminê ku em ê van yekan bêhtir berbiçav bikin ve biçin.”

Etîket: civînDEM Partîkomîsyon
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

23 COTMEH 2025
Hatîmogûllari: Divê dewlet demildest derbasî qonaxa gavên şênber bibin

Hatîmogûllari: Divê dewlet demildest derbasî qonaxa gavên şênber bibin

21 COTMEH 2025
Ciwanên Wanê ber bi Amedê ve bi rê ketin: Her gav ji bo azadiya Rêber Apo ye

Ciwanên Wanê ber bi Amedê ve bi rê ketin: Her gav ji bo azadiya Rêber Apo ye

18 COTMEH 2025
DEM Partî û DBPê 2 malbat li hev anî

DEM Partî û DBPê 2 malbat li hev anî

16 COTMEH 2025
AKPiyan axaftina jinan qût kir

AKPiyan axaftina jinan qût kir

15 COTMEH 2025
Komxebata Ziman didome: Divê hemû malbat bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin

Komxebata Ziman didome: Divê hemû malbat bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin

15 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • COTMEH 2025 (394)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne