15 ciwanên enternasyonalîst ku ji bo piştgiriya Rojava hatibûn Bakurê Kurdistanê li Mêrdînê hatin binçavkirin. Hate zanîn ku ciwanên hatine binçavkirin dê bên dersînorkirin.
Ji bo piştgiriya Rojava ku ev bi rojane di bin êrîş û hewldanên dagirkeriyê ya çeteyên HTŞê û hevkarê wan dewleta Tirk de ye ciwanên enternasyonalîst yên ji Almanyayê hatin Bakurê Kurdistanê. 15 ciwanên ku ji saziyên weke Koma Xebatên Enternasyonalîzmê ya Hannoverê, Ciwanên Çep – Solid, Ciwanên Demokratîk ên Yuna, Keçên Demokratîk ên Rozalia, Federasyona Rêxistinên Têkoşerên Çîna Civakî, Sazîbûna Komûnîst pêk dihatin di çarçoveya xebatên xwe de li Mêrdînê bûn.
Ciwanên Alman, dema ji Nisêbînê diçûn Mêrdînê li ser reya Qoserê ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin. Hate gotin ku ciwan bi hinceta ku biryara dadgehê heye hatine binçavkirin. Ciwan piştî hatin binçavkirin wan birin Îdareya Koçberiyê ya Bajêrê Mêrdînê. Tê payîn ku ciwanên enternasyonalîst ji vir bên dersînorkirin.
Navên ciwanên ku hatine binçavkirin wiha ne:
Anna Marie Müller, Marlene Emma Heldmann, Hilde Graf, Lana Sommer, Paul-Mathis Pfeiffer, Lea Hobbiebrunken, Laura Katharina Janku, Anjo Genow, Laura Schmid, Sarah Maria Moosmann, Emma Nelly Umlau, Lynn Mariam Bojang, Lena Sophie Schneider, Johanna Wiggers, Hannah Doris Drexler, Fereshte Khosravi (xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye).












