Li Amedê îro dê mîtînga Newrozê ya bi heybet û dîrokî bê li darxistin. Newroz dê bi dirûmeya, “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” bi tevlebûna zêdetirî milyonek mirov bê pîrozkirin. Meşa gel a ber bi qada Newrozê ve dest pê kir.
Îro Newroza dîrokî û herî girseyî li Amedê tê lidarxistin. Newroz dê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” li Parka Newrozê bê lidarxistin. Ji serê sibehê ve ji tax û navçeyên Amedê û ji bajarên derdorê yên Amedê ve herikîna qadê dest pê kir. Tê payîn ku zêdetirî milyonek mirov beşdarî Newrozê bibe. Her wiha tê payîn ku îro di mîtînga Newrozê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê xwendin. Herikîna qadê didome.