Dîlok – Meşa TJAyê di roja sêyemîn de li Dîlokê berdewam dike. Li Dîlokê nameya aktîvîstaTJAyê Ayşe Gokkan a niha girtî ye hate xwendin û hate destnîşankirin ku dem dema azadiyaRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Meşa ku Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Em bi hêviyêber bi azadiyê ve dimeşin” di 1ê Cotmehê de ji Amedê ber bi Enqereyê ve da destpêkirin di roja sêyemîn de berdewam dike. Jinên ku di saetên sere sibê de berê xwe dan gundê Amara yê navçeya Xelfetiyê ku RêberêGelê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayik bû û li wir daxuyanî dan. Dûre jin ber bi navçeyaBêrecûkê ve bi rê ketin. Jinên ku bi meşê ketin navçeyê ji aliyê endam û rêveberên DEM Partiyê û welatiyan ve hatin pêşwazîkirin. Jin li kêleka Çemê Firatê meşa xwe domandin û dimeşê de dirûşm berzkirin û stran gotin. Jinên ku meşa xwe ya li Rihayê bi dawî kirin berêxwe dan Dîlokê. Jinên ku bidirûşm, stran û tilîliyan heta qadeke Taxa Vatanê meşiyan ji aliyêhezar kesan ve bi awayekî bicoş hatin pêşwazîkirin. Dîlokiyan jinên meşvan bi pankarta “Daxwazên we daxwazên me ne. Hûn bi xêr hatin pêşwazî kirin.” Meşvanan kesên ewpêşwazî kirin yek bi yek hembêz kirin û derbasî qadê bûn.
Jinan pişt re li qadê govend gerandin û dirûşm berzkirin. Dû re li vir çend axaftin hatin kirin. Ewilî parlamentera Partiya Kedê (EMEP) Sevda Karaca axivî. Sevda Karaca destnîşan kir kuher rawestgeha vê meşê gaveke ku aştiyê bîne ye û wiha got: “Tenê 200 jin nameşin divêherkes gava xwe li vê meşê zêde bike.” Sevda Karaca anî ziman ku dê têkoşîna aştiyêmezintir bikin.
Dû re aktîvîsta TJAyê Meral Kemal peyama Ayşe Gokkan ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê têragirtin xwend. Peyama Ayşe Gokkanê wiha ye: “
Silav Rêwiyên Meşa Jin Jiyan Azadî
Em meşa we ya li di jî Komploya Nav-dewlet û tecrîta rûreş silav dikin. Bizanîbin kudîlgirtiyên azadiyê jî di vê meşê de gav bi gav li gel we ne.
Em nîvê cîhanê ne û gerdûna me di xetereyê de ye. Ger ku îro hûn ji Kurdistanê de dest bimeşa azadiya zanistê aşitî û civaka demokratik Abdullah Ocalan dikin ango zanistê hişmendîya demokratîk-xwezaparast- azadiya jinê (lewma) bi vê ve girêdayî civaka navnetewî bangawî wekî ‘Roniya Hêviyê’ îlan kir. Ku ‘mafê hêviyê’ nebe dê cîhan çawa di Roniya Hêviyê sûdbigire.
Bi wesileya meşa we, em bangî hemû reng û dengên cîhanê dikin vê meşe mezintir bikin; cihana bêsînor a civaka demokratik e. Werin em bi hev re li dijî komployên rûreş ên nav-dewlet têbikoşin û ji sînorên netewperest, olperest-mezhebperest, zayendperest, kapitalist û mîlîtarist bifilitin. Da ku em dikaribin Roniya Hêviyê li cîhanê belav bikin.
Dem dema azadiyê ye; avakirina civaka demokratik di heman demê de azadiya RêberêRoniya Hêviyê Ocalan e! Ne mafê Hêviyê be, Roniya Hêviyê şewq na de! Zilimxane ya Sîncanê
Eyşe Gokan”
Dû re aktîvîsta TJAyê Hulya Alokmen spasiyên xwe pêşkeşî Dîlokiyan kir û bal kişand ser şehadeta Heqî Karer. Hulya Alokmen got ku “Em şehîdên xwe bi bîr tînin” û wiha got: “Ewrêberê têkoşîna me ne.”
‘Daxwaza me ya sereke azadiya birêz Ocalan e’
Hulya Alokmen bi lêv kir ku meşa 50 sal berê dest pê kir gihişt milyonan û wiha domand: “Niha jin û ciwan dimeşin. Rêberê gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan di 27 sibatê de rêya aştîwekhevî û demokrasiyê danî pêşiya me. Em jin heta ku aştiyeke bi rûmet pêk were em ê meşaxwe bidomînin. Heta ku birêz Ocalan azad nebe jin azad nabin. Em bajar bi bajar diçin. Daxwaza me ya sereke azadiya birêz Ocalan e. Rêya me ya aştiyê vekirî be.”
‘Ji bo ku ev êş êdî neyên jiyîn em dimeşin’
Dûre Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî û wiha got: “Tirkiye dê bibe welatekî demokratîk an dê bipolîtîkayên înkarê berdewam bike em ê bibînin. Îro du dîrokên girîng in. Li Vartînîsêmalbatek hate qetilkirin. Hecî Lokman Bîrlîk hate qetilkirin. Ji bo ku ev êş êdî neyên jiyîndimeşin. Ji bo ku hemû cudahî li welat bi hev re bijîn dimeşin. Kî pêşengtiya vê dike, îro Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike.”
‘Kurd dixwazin li vî welatî bi nasnameya xwe bijîn’
Çîgdem Kiliçgun Ûçar bal kişand ser komîsyona li Meclisê hatiye avakirin û wiha berdewamkir: “Hemû alî hatin guhdarkirin. Yekane kesê nehatiye guhdarkirin birêz Ocalan e. Em Kurdhêmanên damezrîner ên vî welatî ne. Kurd jî dixwazin li vî welatî bi nasnameya xwe bijîn. Birêz Ocalan gotinên ku kes nikare bêje dibêje.”
‘Îro dem dema mezinkirina têkoşînê ye’
Çîgdem Kiliçgun Ûçar axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Divê destûreke bingehîn a me jî di nava xwe de bihewîne hebe. Çek hatin îmha kirin. Îro dem dema mezinkirinatêkoşînê ye.”
Çîgdem Kiliçgun Ûçar bal kişand ser gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Civak û neteweya demokratîk dê bi azadiyaxwediyê vê paradîgmayê zindî bibe.”