• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê ji hêla Iraqê ve hatiye girtin

    Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê ji hêla Iraqê ve hatiye girtin

    2 hezar û 541 kes dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin

    2 hezar û 541 kes dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin

    QSD: Komkujiya Dêr Hafirê Hikûmeta Şamê kir

    QSD: Komkujiya Dêr Hafirê Hikûmeta Şamê kir

    Amerîkayê gef li Efganistanê xwar

    Amerîkayê gef li Efganistanê xwar

    Her hefteyê li ser mijarekê xwe perwerde dikin

    Her hefteyê li ser mijarekê xwe perwerde dikin

    ROJEVA 20Ê ÎLONA 2025AN

    ROJEVA 21Ê ÎLONA 2025AN

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê ji hêla Iraqê ve hatiye girtin

    Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê ji hêla Iraqê ve hatiye girtin

    2 hezar û 541 kes dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin

    2 hezar û 541 kes dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin

    QSD: Komkujiya Dêr Hafirê Hikûmeta Şamê kir

    QSD: Komkujiya Dêr Hafirê Hikûmeta Şamê kir

    Amerîkayê gef li Efganistanê xwar

    Amerîkayê gef li Efganistanê xwar

    Her hefteyê li ser mijarekê xwe perwerde dikin

    Her hefteyê li ser mijarekê xwe perwerde dikin

    ROJEVA 20Ê ÎLONA 2025AN

    ROJEVA 21Ê ÎLONA 2025AN

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mêşvanê 27 salan: Ji ber hingivê sexte em nikarin kar bikin

Nedîm Orûç / AW

7 TEBAX 2025 - 08:06
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Şirnex – Veysî Dûrmûş ku 27 sal in li gelek bajarên Kurdistanê mêşvaniyê dike, bal kişand ser polîtîkaya dewletê ya hawirdekirina hingivê Îranê û got ji ber vê yekê û hingivê sexte êdî ew nikarin karê xwe bikin.

Li Kurdistan û Tirkiyeyê kesên ku bi keda destê xwe dixwazin debara xwe bikin ji ber polîtîkayên dewletê yên şaş nikarin ji karê xwe qezenc bikin. Veysî Dûrmûş ê ku 27 sal in li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê mêşvaniyê dike, ji ajansa me re behsa mêşan, mêşvaniyê û rewşa mêşvanên herêmê kir.

‘Divê ji bo nexweşiyan mêş her tim werin kontrolkirin’

Dûrmûş li ser girîngiya xwedîkirina mêşan da zanîn divê li gor pêwîstiya mêşê kontrolkirin hebe û wiha got: “Li gor pêwîstiya mêşê em kontrola mêşan dikin. Em lê dinêrin ka mîr heye tuneye, an jî mak heye, tuneye. Dîsa em lê dinêrin ka nexweşiyek di nava mêşê de heye. Ger kêmaniya mîr an jî makê hebe, em tînin têxin nava mêşê. Dema tu zerarê nedî mêşan êrişî te nake.”

Dûrmûş diyar kir ku mêş 21 rojan carekî ferxikên xwe çêdikin û axaftina xwe wiha domand: “Di her sindoqekî de mîrek heye û li gor mêşan û çêkirina hingîvê wan em qatan diavêjin ser. Dema anîna hingiv zêde dibe em li gor wê petekan zêde dikin. Dema mêşên nêr di sindoqan de zêde dibin, mêşên din tenê mîrekî dihêlin nava xwe de û yên din dikujin. 21 rojan carekî ferxikên mêşan derdikevin û mêş zêde dibin.”

‘Polenan ji bo nexweşiyan hiltînim’

Dûrmûş anî ziman ku ew carna polenên mêşan ji bo nexweşiyan radikin û got: “Dema mêş li ser kulîlkan digere toza kûlîlkan têxe nava çengên xwe û ji bo xwedîkirina mîr tîne nava sindoqê. Ev barê mêş datîne ser milê xwe û tîne, carna ez radikim û ji bo gelek nexweşiyan bikartînim. Ji bo zikêşê û pêşketine hestiyên zarokan baş e û jêre polen tê gotin.”

‘Ez mêşvanekî gerok im’

Dûrmûş da zanîn ku mêş ku deverê bixwaze ew berê xwe dide wê herêmê ev gotin li axaftina xwe zêde kirin: “Vaye 27 sal in ez mêşvaniyê dikim. Ez mêşvanekî gerok im. Mêş ku derê bixwaze ez diçim wir. Ez li bajarên Tirkiyeyê weke Mûxla, Mêrsîn û Edeneyê geriya me û min mêşvanî kiriye. Weke din li Kurdistanê jî li bajarên Amed, Cizîr, Silopiya, Geverê û Elkê digerim û mêşvaniyê dikim.”

‘Dewlet destûrê dide hingivê Îranê û em zararê dikin’

Dûrmûş herî dawî rexne li polîtîkaya dewletê ya ji bo mêşvanan û Saziya Mêşvanên Şirnexê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Di salên dawî de hingîvê glîkozê derketiye û ji ber hingiviyê sexte niha jî hingivê mêşên me pere nakin. Gel ji hingivê baş fêm nake û ji ber vê yekê hingivê sexte dikire. Ji ber ku dewlet jî destûrê dide ji Îranê hingiv were herêmê êdî di karê me de feyde nemaye û em gelekî zehmetiyê dikêşînin. Li vir Saziya Mêşvanên Şirnexê heye. Hemû mêşvanên herêma Şirnexê endamên vê saziyê ne lê tu feydeyê vê saziyê nagihîje me. Ne alîkariyekî didin me, ne jî hingivê me dikirin. Dema hingivê me dikirin jî bi buhayek gelek erzan dikirin û ev yek jî zerarê dide me.”

Etîket: hawirdekirinhingivMeşvanpolîtîkaya dewletêŞirnex
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Darên li Bestayê hatine birîn dîsa şandin nava xwezayê

Darên li Bestayê hatine birîn dîsa şandin nava xwezayê

10 ÎLON 2025
Li şûna gundan qeleqol ava kirine

Li şûna gundan qeleqol ava kirine

10 ÎLON 2025
Nobedarên Bestayê: Çiyayên Kurdistanê ji bo me nefes e

Nobedarên Bestayê: Çiyayên Kurdistanê ji bo me nefes e

9 ÎLON 2025
Li bakurê Kurdistanê heyv xewirî

Li bakurê Kurdistanê heyv xewirî

7 ÎLON 2025
Ji bo çalakiya Besta li çar aliyên Şirnex xebat dikin

Ji bo çalakiya Besta li çar aliyên Şirnex xebat dikin

7 ÎLON 2025
Gelê Şirnexê vexwendin çalakiya Bestayê

Gelê Şirnexê vexwendin çalakiya Bestayê

6 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (344)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne