Wan – Ji welat an jî herêmeke ku ji aliyê kesên ne ji wî welatî, ji aliyê kesên biyanî ve tê rêvebirin re mêtingeh tê gotin. Ji ber ku Abdullah Ocalan jinan wek mêtingeha ewil digire dest û zayendperestiyê jî wek mêtingeriyê pênase dike. Diyar dike ku gel an jî neteweyeke ku bixwaze ji mêtingeriyê rizgar bibe pêwîst e ji zayendperestiyê dest pê bike û dibeje; “Heya ku jin azad nebe civak jî azad nabe.”
Mêtingeh wek peyv ji mêtinê te. Ji welat an jî herêmeke ku ji aliyê kesên ne ji wî welatî, ji aliyê kesên biyanî ve tê rêvebirin re mêtingeh tê gotin. Ji kesên ku mêdingehiyê dikin re jî mêtinger an jî dagirker tê gotin. Dagirkerî ne tenê ji aliyê leşkerî ve dagirkirina welatekî ye. Ji wê bêtir ji aliyê zîhnî ve kontrolkirina wî welatî û gelî ye. Dagirker dema welatekî dagir dikin di destpêkê de gelê wî welatî ji aliyê hişmendiyê ve asîmîle dike û li gor berjewendiyên xwe bikar tîne. Bi vî awayî nirxên madî û manewî yên wî welatî û gelî dike malê xwe ji bo xwe bikar tîne. Welat û gelê ku di rewşa mêtingehiyê de be ji aliyê dagirkeran ve, di warê hişmendî, çand, ziman û dîrokî ve, ji aliyê kesayetî û civakî ve tê bişaftin.
Taybetmendî û derûniya kesên di bin dagirkeriyê de
Ew gel û civaka ku di bin dagirkeriyê de ji çand, ziman, dîrok, exlaq û hişmendiya xwe ya dîrokî biyanî dibe. Van nirxên ku gel û civakêkî dike gele, piçûk, kêrnehatî û bêwate dibîne. Çand, ziman dîrok û tarzê jiyana dagirkerên xwe jî pêşketî û herî baş dibîne. Ji bo ku wek dagirkerên xwe be her tim di nav hewildanê de ne. Hertim xweziya xwe bi dagirkerên xwe tîne. Kesayetên ku di bin dagirkeriyê de, kesayetên ji xwe nebawer, şermoke, tirsonek, îtatkar, ne civakî ne. Dîsa kesayetîn ku di rewşa mêtingehiyê de ne, gelemperî bê pergal û disiplînin, zû bi zû pergal û disiplînê, qayde û qûralên jiyanî, civakî yên navxweyî qebûl nakin. Lê li dijî vê li hember qayde û qûralên dagirkeran jî îteatkar in. Kesên mêtingeh, li dijî eqrebe û hevalên xwe bi hêrs û nerazî ne. Wan zû bi zû naecibînin. Kêmasiyeke kesên ji xwe ya herî piçû dikarin pir zû mezin bikin û bikin sedema şer û pevçûnê. Hêrsa xwe ya li dijî dagirkeran, kîn û nefreta xwe arasteyî kesên ji xwe dikin.
Dagirkerên xwe teqlîd dikin
Kesayetên di bin dagirkeriyê de kesayetên bi kompleks in. Ji jiyana xwe, çand û zimanê xwe, ji dîroka xwe nerazî ne. Xwe her tim piçûk dibînin, nezan û kêrnehatî dibînin. Kesên dagirkerên xwe jî her tim zana, jêhatî, serketî û leheng dibînin. Li gor Frantz Fanon jî ev kompleks ne rewşeke xwezayî ye, ev serweriya aborî û çandi ya dagirkeran e ku wek tovekî di hişê kesayetan de çandine ye. Ji ber vê derûniyê jî dibin kesayetên derewker û du rû. Rastiya xwe vedişêrin, hewil didin xwe wek dagirkerên xwe nîşan bidin. Dagirkerên xwe teqlîd dikin. Armanc û hedefake wan, bendewariyeke wan zêde ji jiyanê tuneye. Her tim tirs û xofa pêşerojê di dilê wan de ye. Zêde eleqe û legerîna wan ji bo wêje, çand û hunerê tuneye. Xwedî hêst û ramanên kûr nîn in.
Hêzên dagirker, gel û civakên ku wan dagir dike, parçe parçe edike. Li ser ol, bawerî, ziman wan ji hev cuda dide nîşandan. Bi vî awayî hest û fikrên hevgirtin, piştgiriyê lewaz dike. Netewebûna wî gelî asteng dike. Di kesên mêtingeh de hest û fikrên hembajartî û herêmperweriyê ji hest û fikrên netewetiyê xurtir in. Hêzên dagirker bi van polîtîkayan welatê ku ji bo xwe kiriye mêtingeh rihetir rêvedibin, nirxên wî dimijin.
Dagirkerî encama hişmendiya zilam e
Dagirkerî encama hişmendiya zilam e. Ev hişmendî, di serdema Neolitikê bi dagirkirina komunên jinan destpê dike. Hişmendiya zilam a kastik katil li ser vê esasê xwe rexistin dike û destpêkê jin û zarokan bi avayekî fîzîk hildide bin metîngerîya xwe, bi demê re tarza jîyana wan a komunal jî dagir dikê. Mirov dikare bêje kû yekemîn jin tên dagirkirin lê belê pewist e mirov ji bîr neke ku bi dagirkirina her jinekî civakek jî tê dagirkirin. Di roja me de kesên kû xizmeta sistema kapîtalîst dikin yên ku bi her awayî hatine dagirkirin in. Ji ber ku ji xwezaya xwe, nasnameya xwe, hişmendiya xwe dûr ketine, bûne hevkarên dagirkeran.
Li gor Fanon di çavê mêtingeran de mirovên xwecîhî ne mirov in
Wekî ku Frantz Fanon jî diyar dike mêtingerî bi rêyên aştiyane pêk nayê. Fanon dibêje; ‘mêtinger mirovên xwecihî “ne mirov” (wek ajalan) dibîne û li dijî wan şidetê bikartîne. Li gel vê dagirker bi polîtîkayên xwe yên aborî, çandî siyasî, bi sazî û dezgehên xwe yên perwerdehiyê, bi her awayî dagirkeriya zîhnî û rihî ava dike. Îdeolojî hişmendiya xwe li ser gel û civakên ku dagir kiriye serwer dike.
‘Mêtingeha navneteweyî’
Bêguman ji bilî Fanon jî gelek kesên ku li ser têgeha metingeriyê, li ser derûnî û taybetmendiyên kesayetên ku di bin dagirkeriyê de ne sekinîne û nirxandin û tespîtên girîng kirine. Yek ji van jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Abdullah Ocalan di salên 1970yan de bi teza “Kurdistan mêtingeh e” li dijî mêtingeriyê dest bi têkoşînê dike. Abdullah Ocalan piştre rewşa gelê Kurd û Kurdistanê ji mêtingeriya klasîk cudatir digire dest û wek “mêtingeheke navneteweyî” pênase dike. Diyar dike ku vê mêtingeriyê gelê Kurd û Kurdistan bênav, bênasname, bêstatu hiştiye û gelê Kurd bi temamî înkar kiriye. Mêtingeriya herî xerab jî ev e.

‘Mêtingeha Yekemîn jin e’
Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe yên demên cuda de li ser mêtingeriya ku li ser jinan hatiye avakirin disekine û diyar dike ku di dîrokê de pêvajoya kolekirin û mêtingeriyê beriya ku çînek an jî netewek li ser yeke din hikumdariyê ava bike, bi hikumdariya ku mêr li ser jinê ava kiriye dest pê dike.
‘Şoreşa zîhnî û xwerexne’
Li gorî Abdullah Ocalan ji mêtingehiyê rizgarbûn tenê bi serketineke leşkerî û siyasî ne pêkan e, rizgariya bingehîn rizgariya zîhnî ye, kesê di bin dagirkeriyê de heta qalibên zîhnî yên dagirkeran di hişmendiya xwe de neruxîne nikare azad bibe. Abdullah Ocalan vê pêvajoyê wekî ‘xwe ji nû ve afirandin’ê digire dest. Abdullah Ocalan di berdewama nirxandinên xwe de diyar dike ku divê mirov taybetmendiyên “koleyî” yên ku mêtingeriyê di giyanê mirov de çandine nas bike û li dijî wan têkoşîneke bêhempa bimeşîne.
‘ Neteweya Demokratîk’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de diyar dike ku dewleta neteweyî jî amûrekî mêtingeriyê ye, li ser neteweya ku li ser xwe avakiriye jî polîtîkayên mêtingeriyê dimeşîn e û têgehên “Neteweya Demokratîk” ku hemû gel, ol û komên cuda li ser bingeha wekhevî, ji hev re rêzgirtinê dikarin bijîn û “Ferdê Azad”, wekî çareserî pêşkêş dike.
Rêya rizgariyê: Jineolojî
Abdûllah Ocalan zordestiya li ser jinan ne wekî çarenûseke biyolojîk, wekî hişmendiyeke “sîstema serdest a mêran” dibîne. Abdullah Ocalan dibêje ku zanistên heyî (sosyolojî, dîrok, bijîşkî û hwd.) bi “zîhniyeta mêr” hatine nivîsandin û ji ber vê yekê rastiya jinan vedişêrin. Jîneolojî armanc dike ku vê valatiyê tijî bike.
Abdûllah Ocalan dibêje ku rizgarî ne tenê bi têkoşîna jinan, lê di heman demê de bi veguherîna mêran, bi terikandina hestên xwe yên serdestiyê mimkun e (Ocalan vê yekê wekî “kuştina mêr” sembolîze dike).

‘Heya ku jin azad nebe civak azad nabe’
Ji ber ku Abdullah Ocalan jinê wek mêtingeha ewil digire dest û zayendperestiyê jî wek mêtingeriyê pênase dike, diyar dike ku gel an jî neteweyeke ku bixwaze li mêtingeriyê rizgar bibe pêwîst e ji zayendperestiyê dest pê bike û dibeje; ‘Heya ku jin azad nebe civak azad nabe’













