• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 13ê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 13ê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji çar hêlên Ewropayê dirûşma ‘Ji Ocalan re azadî ji Rojava re statû’ olan da

Navenda Nûçeyan / AW

14 SIBAT 2026 - 17:48
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Kurds wave Kurdistan Workers' Party flags (PKK) and flag depicting Kurdistan Worker's Party (PKK) leader Abdullah Ocalan during a demonstration of several thousand people from all around Europe to mark the 26th anniversary of the arrest of PKK founder and to demand his liberation in Strasbourg, Eastern France, on February 15, 2025. Kurdish militant leader Abdullah Ocalan, founder of the Kurdistan Workers' Party (PKK) serving life without parole on a prison island near Istanbul since 1999, Ocalan could use the February 15 anniversary of his arrest to address Ankara's call for the PKK to lay down its arms, possibly securing himself early release. (Photo by Frederick FLORIN / AFP)

Kurds wave Kurdistan Workers' Party flags (PKK) and flag depicting Kurdistan Worker's Party (PKK) leader Abdullah Ocalan during a demonstration of several thousand people from all around Europe to mark the 26th anniversary of the arrest of PKK founder and to demand his liberation in Strasbourg, Eastern France, on February 15, 2025. Kurdish militant leader Abdullah Ocalan, founder of the Kurdistan Workers' Party (PKK) serving life without parole on a prison island near Istanbul since 1999, Ocalan could use the February 15 anniversary of his arrest to address Ankara's call for the PKK to lay down its arms, possibly securing himself early release. (Photo by Frederick FLORIN / AFP)

Li Strasbûrgê zêdeyî sed hezar kesî bi şîara, “Azadî ji Rêber Apo re, statû ji Rojava re” dimeşe. Ligel baranê jî girseya bi heybet bi pankartên azadiya Abdullah Ocalan û statûya Rojavayê Kurdistanê dixwazin û bi sloganen dilsoziya wan tîne ziman ber bi qada mitîngê ve dimeşin. Girseya bi merşên şoreşê û neteweyî coşa berxwedanê tîne ziman bi sloganan hêrsa li dijî Komployê diqêrin. Di mitîngê de peyama Heserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl bayik hate xwestin, nûnerên YNK, KNK, Goran, PYD, PJAK û nûnerên partiyên Ewropayî axivîn. Di axaftinan de komplo hate şermezarkirin, azadiya Ocalan û statûya Rojava hate destnîşankirin.

Sazî û dezgehên Kurdistanî yên li Ewropayê bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê, daxwazkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statû xwestina ji bo Rojavayê Kurdistanê bi şîara, “Azadî ji Abdullah Ocalan re, statû ji Rojava re” li gelek welat û bajarên Ewropayê meş û mitîn li daxistin. Mitînga navendî îsal li bajarê Srtasbûrgê yê Fransayê hate li dardixin. Ji gelek welatên Ewropayê bi hezaran Kurdistaniyan berê xwe dan Strasbûrgê. Bi deh hezaran kes ji bo beşdariya meşê li Boulevard de Lyonê kom bûn. Kurdistaniyên ji gelek bajar û welatên cuda hatîn pankartên xwe vekirin û rengên Kurdistanî rakirin.

Kolanên Strasbûrgê bi rengên Kurdistanî xemilîn

Girseya kom bi kom herikî Boulevard de Lyon alên rêxistin û partiyên Kurdan, pankartên daxwaza azadiya Ocalan û statûya Rojava dikin rakirin. Bi sedan posterên mezin û biçûk ên Rêberê Gelê Kurd Ocalan, alên YPG, YPJ, alên Kurdistana Federal û Rêveberiya Xweser a Rojava hatin vekirin. Girseya pankartên, “Ji bo Rêber Apo Azadî, ji bo Rojava Statû” û “Bijî berxwedana Rojava” vekirin, sloganên, “Yek e yek e yek e Kurd yek e”, “Rovava Rojhilat e Kurdistan yek welat e”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Kurdistan” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.

Ligel barana giran dimeşin

Meşa li Boulevard de Lyon destpê kir ber bi Qada Place de Êtoîle ve meşiya. Di meşê de bênavber sirûdên şoreşê bi megafonan tên berzkirin û girse jî tev li gotina sirûdan dibe. Her wiha gel bi yek dengî tev li sloganên tên anonskirin dibe. Beşdar ji bo xwe ji baranê biparêzin sêwanan vedikin û meşê didomînin. Piştî gihiştina girseyê ya Qada Place de Etoîleyê mitîngê dest pê kir. Axaftina mitîngê ji hêla Nûnerên TJK-Eyê Selman Sûrer û Engîn Sever ve hate kirin. Sûrer û Sever silav dan gel û bi boneya berxwedana wan silav kirin. Piştî axaftina vekirinê Parlementerê Rihayê yê DEM Partiyê Omer Ocalan axivî. Omer Ocalan balişand ser Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê û diyar kir ku di encama têkoşîna gelê Kurd de komplo hatiye pûçkirin. Omer Ocalan bi bîr xist ku gelê Kurd ji bo xwedî derketina Rojava û destnîşankirina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berxwedanek mezin meşandiye û encamên girîng girtine.

Bayik hitabî girseyê kir: Divê herkese ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşe

Piştî axaftinê sînevîzyonek Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vedibêje hate pêşandan. Di dema nîşandana sînevîzyonê de gel bi yek dengî slogana, “Bijî Serok Apo” berz kir. Li dû sînevîzyon peyama vîdeoyê ya Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik hate guhdarkirin. Bayik di peyama xwe de nirxandin li ser Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê kir û têkiliya wê ya bi Komploya 6ê Çile li dijî Rojava pêk hatî danî holê. Bayik bi boneya berxwedana destanî ya gelê Kurd ji bo Rojavayê Kurdistanê meşandî silav kir û daxuyand ku bi têkoşînê her tişt tê bi destxistin û parastin. Bayik bang li herkesî kir ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan û statûya Rojava têbikoşe.

Karamûs: Komplo hêj berdewam dike

Di mitîngê de Hevserokê KNKê Ahmet Karamûs jî axaftinek kir û Komploya 15ê Sibatê şermezar kir. Karamûs anî ziman ku hêzên hegemonîk û herêmî xwestine Komploya 15ê Sibatê cardin dubare bikin û êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê destnîşankirin. Karamûs wiha got: “Komplo heta astekê hatine asteng kirin. Ev yek bi saya têkoşîna gelê Kurd a bêhempa pêk hatiye. Lê hêj êriş û komplo neqediyan e. Talûke berdewam dike. Dewletên dagirkerên Kurdistanê her tim di nav êrişan de ne û divê gelê Kurd jî li ser esasê yekîtiya neteweyî têkoşînê mezin bike.” Karamûs anî ziman ku bi berxwedana li derdora Rojavayê Kurdistanê yekîtiya gelê Kurd pêk hatiye û xwest ku ev yekîtî zêdetir vegere yekîtiyeke siyasî.

Nûnerê YNKê Şemal balkişnd ser yekîtiyê

Ji Partiya Ekolojî-Keskan Sandra Regol jî axaftinek kir û piştgiriya xwe ya ji bo gelê Kurd anî ziman. Segol êrişên li ser Rojava bi bîr xistin û polîtîkayên hêzên hegemonîk rexne kirin. Sergol derbirî ku dê piştgiriya ji bo gelê Kurd û nemaze ji bo Rojava bidomînin. Nûnerê YNKê Şêx Şemal jî di axaftina xwe de giranî li ser yekîtiya gelê Kurd rawestiya û balikşand ser girîngiya Rojavayê Kurdistanê. Şemal, Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê jî şermezar kir û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest.

Parlementerê Tevgera Serbilind a Fransayê Emmanûel Fernandez têkoşîna gelê Kurd silav kir û anî ziman ku wekî dostek û hevgirek Kurdan dê piştgiriya xwe heta serkeftinê bidomînin. Fernandez jî polîtîkyên dewletên Ewropaye yên têkildarî Sûriyê rexne kirin û banga guherandina van pîlîtikayan kir. Nûnerê Tevgera Goran Mîran Saleh bi silavkirina gel dest bi axaftine xwe kir û Komploya 15ê Sibatê şermezar kir. Saleh îşaret bi berxwedan û hevgiriya gelê Kurd a ji bo Rojavayê Kurdistanê destnîşan kir ku ev yek wekî destkeftiyek mezin a netewî pênase kir.

Cîgira Şaredariya Strasbûrgê Hûlya Turan, Nûnera PYDê Mizgîn Ehmet û Nûnerê PJAKê Zargos Endeyarî jî di mitîngê de axivîn. Her sê axaftvanan jî Komplo şermezar kir û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin.

Li Marsîlyayê banga mezinkirina têkoşînê

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî bi heman armancê meş û mitîng hate li darxistin. Kurdistanî û dostên wan Komploya 15ê Sibatê şermezar kirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statûya Rojavayê Kurdistanê kirin. Girseya pankartên daxwaza mafên Kurd dike hilgirt, sloganên dilsoziya wan a bi Ocalan û Rojavayê Kurdistanê re tîne ziman berz kirin. Di axaftinên hatin kirin de hate xwestin ku hemû Kurd ji bo azadiya Abdullah Ocalan û parastina Rojavayê Kurdistanê têbikoşin.

Piştî axaftinan Hunermend Comed û Nûarîn derketin ser dikê.

Li gelek welat û bajarên din ên Ewropayê jî bi heman armancê meş û mitîng hatin lidarxistin. Bajarên din ên ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê, xwestina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statûya Rojavayê Kurdistanê daketine qadan wiha ne:

Siwêd

Li paytexê Siwêdê Stockholmê jî bi şîara, “Ji Ocalan re azadî ji Rojava re statû” meş hate li darxistin. Bi he zaran Kurdistanî û dostên Kurdan ji bo daxwaza azadiya Ocalan û statûya Rojavayê Kurdistanê meşiyan. Girseya bi pankarta, “Ji Rêber Apo re azadî ji Rojava re statû” meşiya, posterên mezin û biçûk ên Rêberê Gelê Kurd Ocalan, alên YPG, YPJ, alên Kurdistana Federal û Rêveberiya Xweser a Rojava hatin vekirin. Girseya pankartên, “Ji bo Rêber Apo Azadî, ji bo Rojava Statû” û “Bijî berxwedana Rojava” vekirin, sloganên, “Yek e yek e yek e Kurd yek e”, “Rovava Rojhilat e Kurdistan yek welat e”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Kurdistan” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Di axaftinên hatin kirin de Komploya 15ê Sibatê hate şermezar kirin û li dijî hemû cureyên komployê banga mezinkirina têkoşînê hate kirin.

Îtalya

Sazî û dezgehên Kurdistanî yên li Îtalyayê bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê, daxwazkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statû xwestina ji bo Rojavayê Kurdistanê bi şîara, “Azadî ji Abdullah Ocalan re, statû ji Rojava re” li paytext Romayê meş li darxistin. Ji gelek bajarên Îtalyayê bi hezaran Kurdistanî ji bo beşdariya meşê hatin Romayê. Girseyê posterên mezin û biçûk ên Rêberê Gelê Kurd Ocalan, alên YPG, YPJ, alên Kurdistana Federal û Rêveberiya Xweser a Rojava hatin vekirin. Girseya pankartên, “Ji bo Rêber Apo Azadî, ji bo Rojava Statû” û “Bijî berxwedana Rojava” vekirin, sloganên, “Yek e yek e yek e Kurd yek e”, “Rovava Rojhilat e Kurdistan yek welat e”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Kurdistan” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Di axaftinan de komplo hate şermezar kirin û soza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate dayîn.

Avûsturya/Almanya/Norveç

Li paytextê Avûsturyayê Vîyanayê, li paytexta Norvecê Osloyê û li bajarê Hamburgê yê Almanyayê jî bi heman armancê meş hatin li darxistin. Bi deh hezaran Kurdistanî û dostên wan tev li van meşan bûn. Di meşan de pankartên daxwaza azadiya Ocalan û statûya Rojava dikin hatin vekirin. Di meşê de sloganên dilsoziya girseya bi Ocalan û Rojava ve tîne ziman hatin berzkirin. Girseyê posterên Abdullah Ocalan, alên YPG, YPJ û al rakirin.

 

 

 

 

Etîket: Abdullah OcalanHamburgKomploKurdistanMarsilyaOsloStrasburgViyana
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Ji bo pêvajoyeke rast divê azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’

‘Ji bo pêvajoyeke rast divê azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’

13 HEZÎRAN 2026
Îran naxwaze ûranyûmê bide: Deriyê tunelên ûranyûmê hatin mayînkirin

Îran naxwaze ûranyûmê bide: Deriyê tunelên ûranyûmê hatin mayînkirin

13 HEZÎRAN 2026
Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

Baroya Wanê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir

12 HEZÎRAN 2026
Îranê êrîşî Komelayê kir

Îran: DYA êriş bike em dê bersivek tund bidin

11 HEZÎRAN 2026
Şewata li Meydana Qiyam a Tehranê mezin dibe

Şewata li Meydana Qiyam a Tehranê mezin dibe

11 HEZÎRAN 2026
Wezîrê Şer ê DYAyê: Em dê îşev bombeyan li Îranê bibarînin

Wezîrê Şer ê DYAyê: Em dê îşev bombeyan li Îranê bibarînin

11 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kercewsê cotkaran dest bi çinîna nîskan kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê Di Sedsala Duyemîn De’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 13ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Axêverên Konferansê: Komarek demokratîk bê Kurdan nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di avakirina komarê de şaşiya herî mezin netew dewlet e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Mihrîcan hevgirtina jinan xurt dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo pêvajoyeke rast divê azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (379)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne