Amed – Hevseroka Meclîsa Gel a Wargeha Mexmûrê Filîz Bûdak da zanîn ku wargeh nêzî 7 sal in di bin ambargoyê de ye û destnîşan kir ku wargeh hem ji aliyê ewlehî ve hem jî ji aliyê jiyanî û statuyê ve bi xeteriyê re rû bi rû ye. Filîz Bûdak wiha got: “Li dijî van hemû êrişan tişta ku gelê Mexmûrê li ser lingan digire felsefeya Rêber Apo ye.”
Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi salan e di bin dorpêça PDKê û hikûmeta Iraqê de ye. Hikûmeta Iraqê ji 10ê Nîsana 2025an ve, Hikûmeta Kurdistana Federe jî ji 2019an ve ambargo daniye ser Wargehê. Iraq rê nade kel û pel bikevin nava wargehê, rê nade karker biçin ser karên xwe û nasnameyên gelê wargehê nû nake. Ji ber van polîtîkayên Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê gelê Mexmûrê ji hêla tenduristî, aborî û jiyanî ve bi gelek xeteriyan re rû bi rû dimîne. Dîsa di heman demê de ji hêla ewlehiyê ve jî di nav dorpêçê de ye. Herî dawî Wezîrên Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di 9ê Sibata 2026an de gef li Mexmûr, Şengalê xwaribû. Her wekî din şerê ku di navbera DYA-Îsraîlê û Îranê de bandoreke mezin li herêmê dike. Li ser van geşedanên pêk tên Hevseroka Meclîsa Gel a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Fîlîz Bûdak ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Ev yek jî rê li ber xitimandina pêvajoyê vedike’
Fîlîz Bûdak bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27ê Sibata 2025an de hate ragihandin û got: “Rêbertî bi vê pêvajoyê dixwaze hem gelê Kurd hem gelê Rojhilata Navîn û hem jî gelê Tirkiyeyê ji nav kaosa hêzên emperyal xelas bike. Lê aliyek jî dixwaze vê pêvajoyê têk bibe. Yek ji van jî Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan e. Ev yek gelek caran bi gefxwarina li Mexmûr, Şengal û Rojavayê Kurdistanê derket pêş. Bi gefên ku xwarî re me dît ku êriş li ser Rojavayê Kurdistanê pêk hat. Hewildana qirkirina gelê Kurd dîsa hat destpêkirin. Di heman demê de metirsiya ku li ser Şengalê jî hêj berdewam dike. Her ku diçe ji aliyê hikûmeta Iraqê ve astengiyên ji bo xelkên Şengalê tê lidarxistin. Mirov dibîne ku ew gefên ku Hakan Fîdan dixwe li ser van herêman heta astekê rê li ber xeteriyan vedike. Ev yek jî rê li ber xitimandina pêvajoyê vedike.”
Êrişên li ser Mexmûrê êrişa li ser pêvajoyê ye
Filîz Bûdak da zanîn ku Wargeh 31 yek salên xwe temam dike û di van 31 salan de rastî gelek êrişên daîmî hatiye û axaftina wiha domand: “Wargeha Mexmûrê bi taybet jî ji aliyê PDKê û Tirkiyeyê ve bi awayekî sîstematîk rastî êrişên hewayî û koçberkirinê hat. Heya rojên dawî jî em dibînîn ku piştî gefên Hakan Fîdan çewisandinên hikûmeta Iraqê li ser Mexmûrê zêde bûne. Ev tişt jî li ser pêvajoyê bandoreke xeter dide avakirin. Em dizanin ku Rojava, Şengal û Mexmûr di vê pêvajoyê de bi rola sereke rabûn û dê rabin jî. Ev her sê cih jî ji aliyê avakirina Neteweya Demokratîk ve xwedî tecrube ne û civak bi jiyaneke komînal ku ava kiriye dijî. Ji ber vê yekê jî êrişên li ser Şengal, Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê û gefxwarin di heman demê de êrişkirina pêvajoyê ye.”
‘NY erk û berpirsyartiya xwe bi cih nayîne’
Filîz Bûdak da zanîn ku Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî di sala 1995an de statûya xwe ya siyasî qezenc kiriye û di bin parastina Neteweyên Yekbûyî(NY) de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di sala 2014an de NYyê sedema ku herêm ne ewle ye saziyên xwe bi awayekî fizîkî ji Mexmûrê vekişandin. Lê gelê Mexmûrê ji aliyê fermî ve di asta cîhanî de penaberên siyasî ne û di bin sîwana NYyê de ne. NY ji 2014an heya 2023yan carekê tenê hatiye wargehê. Ew jî di meha Gulana 2023yan de dema ku Iraqê xwest derdora wargehê bikole û dorpêç bike, di encama berxwedan, daxwaz û xebatên dîplomasiyê yên gelê Mexmûrê de hatin Wargehê. Piştî vê ji aliyê pêwîstiyên penaberên siyasî ve NYyê erk û berpirsyartiya xwe ya li hemberî Mexmûrê bi cih neanî.”
‘Felsefeya Rêber Apo Mexmûrê li ser lingan digire’
Filîz Bûdak anî ziman ku Hikumeta Iraqê her ku diçe zextên xwe yên li ser Wargeha Mexmûrê zêde dike û wiha pê de çû: “Niha ji ketin û derketina wargehê bigire heya pêwîstiyên jiyanî wargeh di nav xeteriyê de ye. Di heman demê de nasnameyên ku ji 2023yan ve dema wan derbasbûne jî çênake. Ev jî bêguman tenê bi Hikumeta Iraqê ve sînordar nîne. Her çar dewletên ku bi peymana Lozanê polîtîkayan li ser gelê Kurd didin meşandin, li ser wargeha Mexmûrê jî heman polîtîkayan didin meşandin. Li gel van hemû pirsgirêkan nehatina NYyê ya wargehê jî bandoreke mezin dide avakirin. Ji bo derxistina nasnameyan, pêwistiyên jiyanî û xwendinê yên wargehê ji aliyê NYyê ve budçeyek tê diyarkirin. Ji ber şerê li Rojhilata Navîn tê meşandin Mexmûr di nav dorpêçê de ye. Ji ber vê yekê jî hem ji aliyê ewlehî ve hem jî ji aliyê jiyanî û statûyê ve Mexmûr bi xeteriyê re rû bi rû ye. Li dijî van hemû êriş û gefan tişta ku gelê Mexmûrê li ser lingan digire bangawazî û felsefeya Rêber Apo ye.”
‘Ji aliyê hikûmet û partiyeke Kurd ve ambargo hatiye danîn’
Filîz Bûdak bi bîr xist ku ji Tîrmeha 2019an vir ve ji aliyê PDKê ve ambargoyek li ser Mexmûre hatiye danîn, ev ambargo hê jî berdewam dike û wiha axivî: “Di encama vê ambargoyê de bi sedan zarokên wargehê ji xwendina zanîngehê bêmaf hatin hiştin. Em weke Kurdên li Mexmûrê dibêjin; divê zarokên me bi zimanê xwe bixwînin, binivîsin û bi çanda xwe mezin bibin lê mixabin ji sala 2019an ve PDKê ev mafê xwendinê ji destê zarokên wargehê girtiye. Dîsa di heman demê de ev ambargo ji hêla aboriyê ve jî bandoreke mezin dide çêkirin. Ev ambargoya ku ji aliyê hikûmet û partiyeke Kurd ve li ser gelê Mexmûrê tê ferzkirin, ji aliyê îdeolojîk û kûrbûyînê ve bandor dike. Hemû gel û netew dikarin bikevin Hewlêrê lê gelê Mexmûrê nikare biçe Hewlêrê. Ev tişt zirarê dide Kurdbûyînê, fikra neteweyî û yekîtiyê. Çawa di salên 90î de şerê birakujiyê di dîrokê de rûpeleke xirab vekir, ev yek jî di dîroka gelê Kurd de ji bo PDKê rûpeleke xerab vedike.”
‘Yekitiya Neteweyî şert e’
Filîz Bûdak destnîşan kir ku gelê Kurd di şerê cihanê yê sêyemîn de bi pêşengtiya Tevgera Azadiyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ava kiriye hewl dide ku xeta sêyemîn biparêze û wiha dawî li axaftina xwe anî : “Hebûna Kurd a ku bi Rêber Apo re xwe îspat kir, xeta sêyemîn temsîl dike. Ev xet xeta Neteweya Demokratîk e. Êrişên ku niha ji aliyê DYA-Îsraîlê ve li ser Rojhilata Navîn tên meşandin ji bo berjewendiyê wan dîzayankirina pergaleke nû ye. Rêber Apo jî bi xeta sêyemîn vê dibêje; ‘Em ê dagirkeran li Rojhilata Navîn bidin paş û dînamîkên demokratîk ên Rojhilata Navîn derxin pêş û di herêmê de di warê xweparastin, polîtîk û aboriyê de têra xwe bikin’. Bêguman hêzên emperyal jî vê yekê dibînin û ji bo Rojhilata Navîn ji bin destê wan dernekeve û parçebûyîn venegere yekbûyînê êrişên xwe zêdetir dide domandin. Ji ber vê yekê bi xwîna hezaran şehîdan destkeftiyek hatiye bidestxistin. Erka me hemûyan ew e ku em van destkeftiyan biparêzin. Tiştên ku qewimîne tu carî nayên jibîrkirin û paşguhkirin lê divê di vê pêvajoya girîng de em hinek tiştan deynin aliyekî û yekîtiya Kurd ava bikin û xurt bikin. Ji bo ku gelê Kurd di vê pêvajoyê de bi zirareke herî kêm ve derbikeve Yekîtiya Neteweyî şert e. Hêzeke di nav xwe de parçeyî be nikare bi derdora xwe re yekbûyînê ava bike. Ji bo gelê Kurd bibe hêza cewherî divê yekbûyîna xwe ava bike. Ji ber vê jî divê gelê Kurd li dijî polîtîkayên ku dixwazin Kurdayetiyê parçe bike xwe bide paş û ji bo yekbûyînê bixebite. Ev yek jî bi banga Rêberê Civaka Aştî û Demokratîk re dikare cewherî bibe û bê pratîkkirin.”













