Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) hilbijartina hevşaredaran tê kirin.
Îro şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ji bo hevşaredarên dema nû yên wargehê diyar bikin çûn ser sindoqan. Dengdayîn saet 08.00an dest pêkir. Şêniyên wargehê ji bo dengê xwe bi kar bînin berê xwe dan heşt navendên ku sindoq lê hatine danîn.
Têkildarî xebatên hilbijartinê, Endamê Komîsyona Hilbijartinê Neşet Kara ji Rojnewsê re axivî. Neşet Kara da zanîn ku hilbijartina di saet 08.00an de dest pê kiriye dê heya saet 17.00an bidome û banga tevlibûna hilbijartinê kir. Neşet Kara diyar ku piştî saet 17.00an, wê hilbijartin bi dawî bibe, û got encama hilbijartinê piştî bi dawîbûna jimartina dengan dê bi raya giştî re were parvekirin.













