Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî bi fermandarê CENTCOMê amîral Brad Cooper re civiya.
Li gorî çavkaniyek taybet di nava Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ku ji ANHA`yê re agahî dane, Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî bi fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper re di serdana wî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de civiyaye.
Di civînê de li gorî heman çavkaniyan, danûstandinên bi Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê re hatin nîqaşkirin. Mazlûm Ebdî di civînê de destnîşan kir ku ew pabendî berdewamkirina danûstandin û pratîkkirina lihevkirina 10ê Adarê ye. Ebdî diyar kir ku ji Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê, tê xwestin ku xebatê bidomîne û ji bo baweriyê bi dest bixe divê hin gavan bavêje.