Cîgirê Serokê MHPê Fetî Yildiz diyar kir ku dadgeh dikare bi wezaretê re têkilî dayne û dûre jî biryara berdanê bide.
Cîgirê Serokê MHPê Fetî Yildiz derbarê biryara binpêkirinê ya DMMEyê ya li dijî Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş de daxuyaniyek da. Yildiz got, “Dadgeh dikare bi wezaretê re têkilî dayne da ku kopiya orîjînal a biryarê bixwaze. Piştî vê qonaxê dê biryara berdanê were dayîn.”
Yildiz her wiha tekez kir ku divê binpêkirina bingehîn a ku di biryara binpêkirinê de hatiye destnîşankirin were sererastkirin û doz niha di îtîrazê de ye.













