Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1an a Turkoglûyê girtî bi ferzkirina “poşmantiyê” nayên berdan. Hate ragihandin ku midurê girtîgehê ji girtiyên siyasî re gotiyê ku “Ez we bernadim heta ku ji destê min were ez ê we di girtîgehê de bihêlim” û berdana girtiyan asteng kiriye.
Berdana girtiyên siyasî Orhan Dorû, Erkan Bayrak û Abdullah Topaloglû ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1an a Turkoglû ya Mereşê tên ragirtin 3 mehan hate taloqkirin. Hate diyarkirin ku Orhan Dorû yê 11 sal in di girtîgehê de ye divê duh bihata berdan lê rêveberiya girtîgehê jê re gotiye ku berdana wî hatiye taloqkirin. Girtiyan bi parêzeran re hevdîtin kirin, diyar kirin ku midurê girtîgehê ji wan re gotiyê “Ez we bernadim heta ku ji destê min were ez ê we di girtîgehê de bihêlim.”
Her wiha hat hînbûn ku Erkan Bayrak û Abdullah Topaloglû yên di heman girtîgehê de tên ragirtin jî divê hatibûna berdan lê Lijneya Çavderî û Îdareyê ya Girtîgehê poşmantî li wan ferzkiriye û ji ber ku girtiyan gotine “em ne poşman in” lijneyê berdana wan taloq kiriye.









