• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Paytexta Yemenê ji hêla îsraîlê ve hat bombebarankirin

    Paytexta Yemenê ji hêla îsraîlê ve hat bombebarankirin

    TJAyê Emîne Erciyes, Zîn Zagros û Ekîn Amara Toldar bi bîr anî

    TJAyê Emîne Erciyes, Zîn Zagros û Ekîn Amara Toldar bi bîr anî

    DEM Partî diçe serdana Ozgur Ozel

    DEM Partî diçe serdana Ozgur Ozel

    Li Tebqayê meşa ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’

    Li Tebqayê meşa ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’

    Ayşe Gokkan: Hêzdarbîyayîşê aştî ewleyîya heme gandaran a

    Saziyên cîhanê xwestin Ayşe Gokkan bê berdan

    Hêzên ewlekariyê dest bi pêngava ewlehiyê kir

    Hêzên ewlekariyê dest bi pêngava ewlehiyê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan dest pê dike

Navenda Nûçeyan /AW

24 GULAN 2025 - 09:21
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan dê sibê dest pê dike. Di mîhrîcanê de li gel fîlm û belgefîlman dê komxebat û semîner jî li dar bikevin.

Di 25ê Gulanê de, Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan a ku ji aliyê Kollektîfa Kezî ya Jinên Sînemager ve bi piştgiriya SîneJin a Rojava, Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn, sînemagerên jin ên li Ewropayê û bi alîkariya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê hatiye birêxistinkirin, dest pê dike. Mîhrîcan li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê û Baxçeyê Azadî yên li Qamişlo di navbera 25-31ê Gulanê de bi pêşandana 37 fîlm û belgefîlmên ji Kurdistanê, Rojhilata Navîn, Amerîka, Ermenistan û Ewropayê dê bidome. Mîhrîcan li ser navê rojnamevan Nûjiyan Erhan e ku di 3yê Adara 2017an de di encama êrişa çekdarên PDKê ya li Xanesora Şengalê de şehîd bûbû.

Têkildarî sedema binavkirina mîhrîcanê Endama Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê Çîdem Roj ji ANHAyê re axivî û diyar kir ku wan ji bo bîranîna şehîd Nûjiyan ev gav avêtiye, dixwazin rola wê ya pêşeng di jiyan û têkoşînê de derxin pêş. Di mîhrîcanê de li ser navê nûçegihana ajansa ANHAyê Cîhan Bîlgîn ku di 19ê Kanûna 2024an de dema berxwedana şervanan a li dijî êrîşand dişopandin, di êrişeke hewayî ya Tirk de jiyana xwe ji dest da pêşangeheke wêneyan tê vekirin. Di pêşangehê de dê nêzî 40 wêneyên ku rojnamevanên jin ên li Kurdistanê û derveyî welat û yên Cîhan Bîlgîn bên pêşandan.

Mîhrîcan sibê (25 Gulan) saet di 20:00an de bi pêşandana fîlmekê li Baxçeyê Azadî yê li Qamişlo dest pê dike. Piraniya filmên ku bên pêşandan ji aliyê jinan ve hatine çêkirin, di nava wan de dê fîlmên ku cara yekemîn bên pêşandan jî hene. Li kêleka fîlman dê komxebat û semîner jî bên lidarxistin.

Bernameya mîhrîcanê:

https://hawarnews.com/kr/mihricana-filman-a-nujiyan-di-25-31e-gulane-de-li-dar-dikeve

Etîket: çandJinanmihrîcanNûjiyan
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Mîkaîl Bulbul: Divê ji bo Kurdî li defa hewarê bê xistin

Mîkaîl Bulbul: Divê ji bo Kurdî li defa hewarê bê xistin

7 ÎLON 2025
Ji bo çanda dengbêjiyê bidin jiyîn hatin gel hev 

Ji bo çanda dengbêjiyê bidin jiyîn hatin gel hev 

6 ÎLON 2025
Li bajarên Kurdistanê bernameyên bişaftinê 

Li bajarên Kurdistanê bernameyên bişaftinê 

31 TEBAX 2025
Gund bi gund digere û berikên kevn dikire

Gund bi gund digere û berikên kevn dikire

27 TEBAX 2025
Mihrîcana Xweza û Çandê ya Gimgimê bi dawî bû

Mihrîcana Xweza û Çandê ya Gimgimê bi dawî bû

24 TEBAX 2025
Li Kopenhagenê mihrîcana çand û hunerê

Li Kopenhagenê mihrîcana çand û hunerê

24 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (176)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne