Hate diyarkirin ku MÎT, Parastin û ENKSê di 14ê Kanûnê de li Hewlêrê civîneke hevpar li dar xistine. Di civînê de biryar hatiye dayîn ku ENKS tev li Tifaqa Kurd nebe.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), di 14ê Kanûnê de MÎT, Parastin û ENKSê li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê civîneke hevpar li dar xistine. Li gorî agahiyan civîn 3 saetan dewam kiriye.
Hate diyarkirin ku di civînê de biryar hate dayin ku ENKS tev li tifaqa Kurd a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava nebe.
Piştî vê biryarê, gotinên rêveberên ENKS’ê yên li dijî tifaqa Kurd zêde bûn. Hate destnîşankirin ku Barzanî û dewleta Tirk li hevkirine û ENKS jî li gorî vê biryarê tevdigere.
Hêjayî gotinêye ku gelê Kurd li seranserê welat û Ewrupayê ji hemû partiyên Kurdan dixwazin ku bibin yek û li Şamê nûnertiya Kurdan bikin. Lê piştî ketina rejîma Esad li şûna ku PDK alîkariya rojavayê Kurdistanê bike, deriyê Sêmalka li rojavayê Kurdistanê ji bo alîkariyên mirovî girtiye û nahêle alîkarî bê şandin. Li aliyê din Encûmena Niştîmanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) ku dibin serweriya PDK û dewleta Tirk de ye, heya niha jî bi Rêveberiya Bakur Rojhilatê Suriyeyê re li hev nekiriye.