Mîtînga li Wanê “Ne tecrîd dê azadî bi ser bikeve” ya ku ji aliyê DBP, TJA û DEM Partiyê ve tê lidarxistin, bi beşdariya deh hezaran kesan pêk hat. Di mîtîngê peyama “Azadiya birêz Ocalan êdî deynê me ye. Heta ku azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin” hate dayîn.
Mîtînga li Wanê ya ji aliyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve bi dirûşmeya “Ne tecrîd dê azadî bi ser bikeve” bi beşdariya deh hezaran kesan pêk hat. Girse bi berzkirina dirûşmeyên Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” wekî lehiyê ber bi qada mîtîngê ve herikî. Her wiha 223 karkerên ku ji aliyê qeyûm ve ji kar hatibûn avêtin, bi pankarta “Em kar û nanê xwe dixwazin” ketin qada mîtîngê. Piştî ku qad tijî bû, mîtîng dest pê kir. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Li qada mîtîngê posterên Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Bi vê yekê re qad bi yek dengî bi deqeyan dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.
‘Divê azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan pêk were’
Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt di mîtîngê de axivî û wiha got: “Em di demên pir girîng re derbas dibin. Banga aştiyê ya birêz Ocalan di civakê de atmosferek aştiyê afirand. Heta ku aştiyek bi rûmet pêk were, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Tecrîd sûcek li dijî mirovahiyê ye û em ê vê yekê qebûl nekin. Divê tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin û divê azadiya wî ya fîzîkî pêk were.
‘Divê komîsyon bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike’
Piştî Gulşen Kurt, endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Muzeyyen Butun axivî û got, “Piştî ku birêz Ocalan banga aştiyê kir, kongre li dar ket û çek hatin îmhakirin. Ji niha û pê ve, em di qonaxek nû de ne. Muxatabê aştiyê birêz Ocalan e. Divê em teqez vê aştiyê pêk bînin. Komîsyonê gazî dayikan kir ku guhdarî bike, lê wan nehişt ku ew bi Kurdî biaxivin. Em vê yekê qebûl nakin. Divê komîsyon bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Divê deriyên girtîgeh bên vekirin û divê ew bi malbatên xwe re bibin yek. Em soz didin ku ji bo aştî û azadiyê çi ji pêwîst be em ê bikin û em ê aştiyê pêk bînin.”
Piştî hunermend Aylîn Demîrkaya derket ser dikê û bi stranên xwe girse coşand.
‘Heta azadiya birêz Ocalan pêk were em ê têbikoşin’
Piştre Hevseroka DBPê Keskîn Bayindir axivî. Bayindir diyar kir ku gelê Wanê careke din helwestek bi rûmet nîşan da û got, “Niha pêvajoyek heye û Birêz Ocalan pêşengiya wê dike. Zîhniyeta kesên ku 100 sal in dijminatiya me dikin hîn jî neguheriye. Komîsyonê nehişt ku Dayikên Aştiyê bi Kurdî biaxivin. Gel bi ziman û çanda xwe heye. Kes nikare ziman û çanda me înkar bike. Em kesên ku asîmîlasyonê li ser me ferz dikin nas nakin. Birêz Ocalan ji bo ev înkar û asîmîlayon ji holê rabe têdikoşe. Azadiya birêz Ocalan êdî deynê me ye. Heta ku azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
‘Pêwîste hikûmet û dewlet jî biguherin’
Aktîvîsta TJAyê Gultan Kişanak jî axivî û diyar kir ku komîsyona ku li Meclîsê hatiye avakirin divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û got, “Ev ne daxwazek an ferzkirinek siyasî ye; ev pêwîsteke ji bo çareseriya demokratîk û veguherînê ye. Ger çareseriya pirsgirêkê di parlamentoyê de derbas bibe, divê pêşî ev hevdîtin pêk were. Birêz Ocalan, wekî nûnerê aştiyê û navnîşana çareseriyê bangek li gelê me kir. Bi vê bangê re deriyê serdemeke nû ya li ser bingeha veguherîna demokratîk vebû. Em ji aştî, çareserî û jiyaneke wekhev û demokratîk re amade ne. Lê ne pêkan e ku ev pêvajo yekalî bimeşe. Pêwîste hikûmet û dewlet jî biguherin. Di bin rejîma wesayetê de ne pêkan e ku pêvajoyeke bi tendurist were meşandin. Beriya her tiştî, divê rêz li îrade û dengê gel were girtin.”
‘Divê jin pêşengiya pêvajoyê bikin’
Gultan Kişanak anî ziman ku divê gel yekîtiya neteweyî xurt bike û xwedî li îradeya xwe derkeve û wiha domand. “Em ne yên li bendê ne, em parçeyeke çareseriyê ne. Em ê xwedî li nasname, ziman û yekîtiya xwe derkevin. Wek jin, em ê erkên xwe bicîh bînin. Jin ên ku nîvê nifûsa Kurd pêk tînin, divê li eniya pêş a têkoşînê bin. Hevgirtin rêgeza me ya herî bingehîn a civaka demokratîk e. Wekî gelê ku têkoşîna azadiyê dimeşînin divê em jî dawî li tundiya li dijî jinan bînin.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî di mîtîngê de axivî. Bakirhan diyar kir ku Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de kedeke mezin daye û wiha axivî: “Ji bo Tirkiyeyê ji kaos û krîzê rizgar bibe deriyek vebûye. Lê tecrîd hîn jî berdewam dike. Tecrîda li ser birêz Ocalan tê ferzkirin tecrîda li ser aştiyê ye. Ev tecrîd li se r me hemûyan e, li ser hêviya aştiyê ya 86 milyon kesan e. Divê ev tecrîd demildest were rakirin û şert û mercên xebatê yên birêz Ocalan bên afirandin û karibe bi awayekî azad fikrên xwe bigihîne gelan. Ji bo pêvajoya aştiyê bi ser bikeve, divê ev şert û merc werin afirandin. Ji 25’ê Tîrmehê vir ve, hevdîtinên bi birêz Öcalan re hema hema kêm bûne. Çima? Ma deriyê Îmraliyê kaniya di destê we de ye? Hûn mehekê vedikin, piştre digirin. Ma hûn bi vî rengî piştgiriyê didin vê pêvajoyê? Ma em ê bi vî rengî aştiyê pêk bînin? Ev nêzîkatiya ‘mehekê veke, mehekê bigire’ xizmetê ji pêvajoya aştiyê re nake. Divê ev nêzîkatî demildest were terikandin û divê şert û mercên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin.”
Piştî axaftinan hunermend Xecê deket ser dikê û bi hezaran kesan li ber stranan govend gerandin.