• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Paytexta Yemenê ji hêla îsraîlê ve hat bombebarankirin

    Paytexta Yemenê ji hêla îsraîlê ve hat bombebarankirin

    TJAyê Emîne Erciyes, Zîn Zagros û Ekîn Amara Toldar bi bîr anî

    TJAyê Emîne Erciyes, Zîn Zagros û Ekîn Amara Toldar bi bîr anî

    DEM Partî diçe serdana Ozgur Ozel

    DEM Partî diçe serdana Ozgur Ozel

    Li Tebqayê meşa ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’

    Li Tebqayê meşa ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’

    Ayşe Gokkan: Hêzdarbîyayîşê aştî ewleyîya heme gandaran a

    Saziyên cîhanê xwestin Ayşe Gokkan bê berdan

    Hêzên ewlekariyê dest bi pêngava ewlehiyê kir

    Hêzên ewlekariyê dest bi pêngava ewlehiyê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

MKG-DFG: Bêdeng nemînin

Navenda Nûçeyan /AW

8 SIBAT 2025 - 13:19
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî kuştina rojnameger Azîz Koyluoglu, daxuyanî dan û kuştina Rojnameger Azîz Koyluoglu şermezar kirin. MKG û DFGê bang li hemû saziyên civakî û mafên mirovan kir ku li dijî van êrîşan bêdeng nemînin.

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), li dijî êrîşên li ser çapemeniyê û kuştina rojnameger Azîz Koyluoglu daxuyaniya hevpar dan. MKG û DFGê di daxuyaniyê de diyar kirin ku kedkarên çapemeniya azad li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û çar aliyê cîhanê hewl dide ku heqîqetê bi raya giştî re parve bike û gotin: “Di şertên herî zor de û tevî hemû rîskan, ketiye pey şopa heqîqetê û hewl dide heqiqetê ronî bike. Di vê rêya heqîqetê de gelek hevalên me şehîd bûn. Hatin binçavkirin û girtin. Tevî hemû êrîş, zext û tundiya îktîdarê ya li dijî kedkarên çapemeniyê jî kedkarên çapemeniyê dest ji vê lêgerîna xwe bernedan. Kedkarên çapemeniya azad gav paşve neavêt û lêgerîna xwe ya heqîqetê berdewam dike.”

Tirkiyeyê di 6 mehan de 5 rojnameger kuşt

MKG û DFGê kuştina Rojnameger Azîz Koyluoglu şermezar kirin û wiha cih dan daxuyaniyê: “Kedkarekî din ê çapemeniya azad di êrîşa hewayî de hat kuştin. Tirkiyeyê di 27ê çile de li Navçeya Ranya ya Silêmanyeyê rojnameger Aziz Koyluoglu kuşt. Azîz Koyluoglu, ji destpêka 2000î heta niha dest bi rojnamegeriye kir û kedkarê çapemeniya azad e. Di her qadê çapemeniyê de ked da. Li Hêwler, Silêmaniyê Kerkuk, Mexmûr’a, Dêrik, Efrîn û gelek bajarên din rojnamegerî kir. Em êrîşa li dijî rojnamegeran û kuştina rojnamegeran şermezsar dikin. Di 6 mehên dawî de 5 hevalên me yên rojnameger hatin kuştin. Tirkiyeyê bi SÎHAyê di 23ê Tebaxa 2024an de rojnameger Gulistan Tara û Hero Bahaddin li Silêmaniyê hatin kuştin. Di 19ê kanûna 2024an de Cihan Bilgin û Nazim Daştan li ser rêya Sirin û Tişrinê di êrîşa SÎHA de hatin kuştin. Gelek hempîşeyên me yên li dijî vê yekê bertekên xwe anîn ziman hatin binçavkirin û girtin. Herî dawî di 7 sibatê de rojnamger Oznur Deger, bi sedema ku wêneyên Nazim û Cihan parve kir hat girtin.”

Bêdeng nemînin

MKG û DFGê bang li hemû saziyên demokratîk, civakî û mafên mirovan kir û gotin: “Em bang li hemû beşên civakê, rêxistinen demokratîk û parazvanên mafên mirovan dikin ku li dijî kuştin, girtin û binçavkirina rojnamegeran denge xwe bilind bikin û bêdeng nemînin. Em careke din soz didin ku em ê pênûs, kamera û wênekêşa hevalên xwe yên hatin kuştin û girtin li erde nehêlin. Çapemeniya azad heta niha li dijî tu êrîş, kuştin, girtin û binçavkirinê bêdeng nema, dê ji niha û şûnde jî bêdeng nemîne.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Paytexta Yemenê ji hêla îsraîlê ve hat bombebarankirin

Paytexta Yemenê ji hêla îsraîlê ve hat bombebarankirin

10 ÎLON 2025
TJAyê Emîne Erciyes, Zîn Zagros û Ekîn Amara Toldar bi bîr anî

TJAyê Emîne Erciyes, Zîn Zagros û Ekîn Amara Toldar bi bîr anî

10 ÎLON 2025
DEM Partî diçe serdana Ozgur Ozel

DEM Partî diçe serdana Ozgur Ozel

10 ÎLON 2025
Li Tebqayê meşa ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’

Li Tebqayê meşa ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’

10 ÎLON 2025
Ayşe Gokkan: Hêzdarbîyayîşê aştî ewleyîya heme gandaran a

Saziyên cîhanê xwestin Ayşe Gokkan bê berdan

10 ÎLON 2025
Di 23 mehan de 31 rojnamegerên jin li Xezayê hatin kuştin

Di 23 mehan de 31 rojnamegerên jin li Xezayê hatin kuştin

10 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (176)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne