MKGê rapora xwe ya meha Adarê eşkere kir. Li gorî raporê di meha Adarê de jî binçavkirin, gef, lêpirsîn, doz, astengkirina li qadê û sansura li ser medyaya dijîtal berdewam kirin û halê hazir 5 rojnamegerên jin girtî ne.
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), rapora xwe ya binpêkirinên mafên rojnamegerên jin a meha Adarê aşkera kir.
MKGê da zanîn ku di tevahiya meha Adarê de zextên li ser rojnamegeran berdewam kirin û got: “Binçavkirin, gef, lêpirsîn, doz, astengkirinên li dadgehê, destwerdanên polîsan ên li qadê, her wiha sansura dijîtal nîşan dan ku çalakiyên pîşeyî yên rojnamegeran bi zextên piralî rû bi rû dimînin. Ev zext nîşaneya wê ne ku rojnamegerî ne wekî mafê agahdarkirina raya giştî, lê wekî qadeke destwerdana dadwerî û îdarî tê dîtin. Ev hedefgirtin jî rasterast mafê agahdarkirina raya giştî têk dibe.”
MKGê destnîşan kir ku ev zext nîşaneya siyaseteke domdar e û da zanîn ku ji bo rojnameger bikaribin bi awayekî azad bixebitin, hewceye ev binpêkirin bên dîtin, werin belgekirin û têkoşîna kolektîf a ji bo parastina azadiya çapemeniyê were berfirehkirin.
5 rojnameger girtî ne
Di raporê de hate destnîşankirin ku di meha Adarê de rojnamegerek hate binçavkirin, gef li rojnamegerekê hate xwarin, der heqê 2 rojnamegeran de lêpirsîn hate destpêkirin, doz li 2 rojnamegeran hate vekirin, ceza li 2 rojnamegeran hate birîn, darizandina 7 rojnamegeran domiya, 5 rojnameger hêj girtî ne, malpereke înternetê û 41 hesabên medyaya dijîtal hatin girtin û 13 platformên medyaya dijîtal jî hatin astengkirin.
Navên rojnamegerên jin ên girtî wiha ne:
* Elîf Bayburt – Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA)
* Hatîce Duman – Midûra Karê Nivîsan û Xwediya Rojnameya Atilimê
* Nadiye Gurbuz – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA)
* Ozden Kinik – Xebatkara TRTê
* Pinar Gayip – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA)













