• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 30yê NÎSANA 2026an

    19 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê hate birîn

    19 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê hate birîn

    Li Êlih û Sêrtê banga tevlibûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Êlih û Sêrtê banga tevlibûna 1ê Gulanê hate kirin

    Siyasetmedarên Wanê gel vexwend çalakiya 1ê Gulanê

    Siyasetmedarên Wanê gel vexwend çalakiya 1ê Gulanê

    Kûçikên leşkeran êriş zarokan kir: Zarokek jiyana xwe ji dest da

    Kûçikên leşkeran êriş zarokan kir: Zarokek jiyana xwe ji dest da

    KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

    KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 30yê NÎSANA 2026an

    19 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê hate birîn

    19 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê hate birîn

    Li Êlih û Sêrtê banga tevlibûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Êlih û Sêrtê banga tevlibûna 1ê Gulanê hate kirin

    Siyasetmedarên Wanê gel vexwend çalakiya 1ê Gulanê

    Siyasetmedarên Wanê gel vexwend çalakiya 1ê Gulanê

    Kûçikên leşkeran êriş zarokan kir: Zarokek jiyana xwe ji dest da

    Kûçikên leşkeran êriş zarokan kir: Zarokek jiyana xwe ji dest da

    KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

    KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji MKG rapora 2025an: Di salekê de 424 binpêkirin qewimîne

Amed / AW

14 ÇILE 2026 - 13:58
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
MKGê rapora xwe ya sala 2025an a li ser Binpêkirina Mafên Rojnamegerên Jin eşkere kir. Li gorî rapora MKG ê li qada rojnamegeriyê ya jinan di sala 2025an de 424 binpêkirin qewimîne.

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegerên Jin a sala 2025an eşkere kir. Ji bo eşkerekirina raporê li avahiya MKGê civîn hate lidarxistin û endam û rêveberên komeleyê beşdar bûn. Binpêkirinên mafên rojnamegerên jin di raporê de bi berfirehî hatine destnîşankirin.

Seroka MKGê Roza Metîna rapora bi zaravayê Kurmancî xwend, rojnameger Derya Ceylan jî rapora bi Tirkî xwend.

Li gorî daneyên Îstatîk ên Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegerên Jin a sala 2025an bi vî rengî ye:

“Li gorî daneyên MKGê di sala 2025an de bi ser mala 2 rojnamegeran de hatiye girtin, 28 rojnameger hatine binçavkirin, ji bo îfadeyê bang li 16 rojnamegeran hatiye kirin, 14 rojnameger hatine girtin, 22 rojnameger bi muameleya ne baş re rû bi rû mane,  gef li 18 rojnamegeran hatiye xwarin, 20 rojnameger di şopandina nûçeyan de hatine astengkirin û li girtîgehan mafê 11 rojnamegeran hatiye binpêkirin; derbarê 16 rojnamegeran de lêpirsin hatiye destpêkirin, derbarê 25 rojnamegeran de doz hatiye vekirin, 22 rojnameger hatine cezakirin, 175 rojnameger darizandina wan didomin, hejmara rojnamegerên jin ên girtî 2 kes in; 17 rojnameger karê wan hate bidawîkirin, 3 sîte hatin girtin, 7 hesabên medyaya dîjîtal hatin astengkirin, naveroka 27 parvekirinên medyaya dîjîtal hatin astengkirin, nûçeyek hate astengkirin.”

‘Çalakiya rojnamegeriyê wekî sûc hat nîşandan’

Seroka MKGê Roza Metînayê diyar kir ku di sala 2025an de belavkirina rastiyan hatiye astengkirin û hewl hatiye dayîn ku rola çavdêriyê ya çapemeniyê bê hilweşandin û wiha got: “Rojnameger ji ber ragihandina nûçeyan hatin binçavkirin, girtin, lêdan, gef xwarin, bûn hedef û bi rêya mekanîzmayên dadwerî zextek demdirêj li wan hat kirin. Di vê pêvajoyê de, çalakiya rojnamegeriyê wekî sûc hat nîşandan; nûçe, hevpeyvîn û nivîsên medyaya dîjîtal bûn sedema cezakirinê. Bi vî awayî, ne tenê rojnameger, lê mafê raya giştî yê agahî girtinê jî rasterast hat hedefgirtin.”

‘Armanca van ew e ku hebûna jinan li qadan bitepisînin’

Roza Metînayê anî ziman ku rewşa derketiye holê nîşan dide ku rojnamegerî ne tenê tê bêdengkirin, lê di heman demê de tê xwestin bê kontrolkirin jî û wiha axivî: “Her nûçeyek, her pirsek û her hewldanek ji bo dîtina civakê dema ji sînorên ku ji hêla desthilatdaran ve hatine xêzkirin derdikeve, bi zextê re rû bi rû maye û wiha bilêv kir: “Ev pêvajo di heman demê de destwerdaneke sîstematîk e û armanc dike ku çapemeniya azad ji holê rake. Kevneşopiya çapemeniya azad ku rastiyê tîne qada giştî, têkiliyên hêzê dipirse û dengê gel e, bûye hedefa rasterast a van polîtîkayên zextê. Ji ber vê yekê, çalakiya çapemeniya azad a ku ji hêla rojnamegeran ve tê meşandin ne tenê wekî têkoşîneke pîşeyî, lê di heman demê de wekî têkoşîneke siyasî jî di bin êrişê de ye. Di tevahiya sala 2025an de, rojnameger ne tenê ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî, lê di heman demê de ji ber nasnameyên wan ên jin û pratîkên wan ên ragihandinê yên li ser jinan jî bi êrişan rû bi rû dimînin. Heqaretên zayendperest, gefên bi zimanê li ser laşê mirovan hatine avakirin, kelepçekirina berevajî, gefên lêgerîna tazî, lînça dîjîtal û hedefgirtina sîstematîk bûn amûrên sereke yên tepeserkirina li dijî rojnamegeran. Armanca van êrişan ew e ku hebûna jinan di qada giştî de bitepisînin, rojnamegeriya jinan nedîtî bikin û zimanê ragihandina nûçeyan ê ku ji hêla mêran ve serdest e ji nû ve hilberînin.

‘Mekanîzmayên dadwerî wekî amûrên cezakirina rojnamegeran xebitîn’

Roza Metînayê berdewama axaftina xwe de bal kişand ser hedef nîşandana nûçeyên kuştina jinan, sûcên li dijî zarokan, girtîgeh, polîtîkayên qeyiman, şer, koçberiya bi darê zorê û şîdeta dewletê û wiha got: “Her nûçeyek li van deveran wekî destwerdanek ku rejîma bêdengiyê ya ku ji hêla desthilatdaran ve tê xwestin têk dibe hatiye dîtin û li gorî vê yekê hatiye cezakirin. Di vî warî de, êrişên li ser rojnamegeran ne tenê êrişek li ser azadiya çapemeniyê ye, lê di heman demê de êrişek îdeolojîk a li ser rizgariya jinan, bîra kolektîf û rastiyê bi xwe ye jî. Di tevahiya sala 2025’an de, mekanîzmayên dadwerî ne wekî amûrên parastina rojnamegeran, lê wekî amûrên cezakirina wan xebitîn. Di bin nezelalî û zextek dirêj de, lêpirsîn û darizandin bûn rêbazek sereke ya ji bo girtina rojnamegeran. Dozên ku bi tohmetên nezelal vebûn wekî rêbazek ji bo krîmînalîzekirina rojnamegeriyê û kûrkirina xwe-sansurê hatin bikaranîn. Mînak, rojnameger di serdegirtinên malên wan ên beriya sibehê de hatin binçavkirin, dema nûçe dişopandin lêdan xwarin, bi kelepçeya berovajî rû bi rû man û alavên wan hatin desteserkirin. Rojnamegerên ku di girtîgehan de girtî bûn bi veguhestinên bi darê zorê ji malbat û pîşeyên xwe hatin veqetandin, lênêrîna wan a tenduristiyê hat redkirin, name û raporên wan ên nûçeyan hatin desteserkirin. Di qada dîjîtal de, rojnameger hatin hedefgirtin, gef li wan hatin xwarin û kampanyayên reşkirinê li ser wan hatin meşandin.”

‘Rojnamegerî bûye hedefa rasterast a polîtîkayên înkar û wêrankirinê’

Seroka MKGê Roza Metînayê berdewama axaftina xwe de diyar kir ku tundiya fîzîkî ya ku “hêzên ewlehiyê” di dema şopandina nûçeyan de li dijî rojnamegeran pêk tînin, desteserkirina alavan, pêşîgirtina li kişandina dîmenan û taktîkên çavtirsandinê armanc dikin ku rojnamegeriyê di qadê de bi awayekî pratîkî ne pêkan bikin û ev yek anî ziman: “Ev pêkanîn, hewldan nîşan didin ku rola çavdêriyê ya çapemeniyê ji holê were rakirin û qada giştî bi tevahî di bin kontrolê de were girtin. Binpêkirinên li dijî rojnamegeran li herêma Kurdistanê gelek dijwartir û sîstematîktir in. Li her çar beşên Kurdistanê, rojnamegerî bûye hedefa rasterast a polîtîkayên înkar û wêrankirinê. Rojnamegerên ku binpêkirinên mafên mirovan, tawanên şer, koçberkirina bi darê zorê, polîtîkayên qeyûm û şert û mercên girtîgehê belge dikin, bi zextên dewlet û komên çekdar de tê xwestin bên bêdengkirin. Bi taybetî rojnamegerên Kurd ji ber hem nasnameya xwe ya neteweyî û hem jî ya jinê bi du zextan re rû bi rû dimînin. Polîtîkayên şer û ewlehiyê yên ku li herêma Kurdan têne meşandin rasterast rojnamegeriyê hedef digirin da ku pêşî li eşkerekirina rastiyê bigirin. Ev zext dibin sedema ku binpêkirinên ku gelê Kurd dikişîne neyên dîtin.”

‘Di sala 2025an de Çapemeniya Azad bû hedefa êrişan’ 

Roza Metînayê di berdewama raporê de wiha got: “Di tevahiya sala 2025’an de, şer û pevçûnên berdewam li seranserê Rojhilata Navîn bi êrişên li ser rojnamegeriyê re derket pêş. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Filistînê, Iraq û Îranê, rojnameger bi bombebaran, êrişên çekdarî, binçavkirin, gef û sansurê re rû bi rû man. Rojnamegerên ku komkujiyên sivîlan, tundûtûjiya li ser jinan, koçberiya bi darê zorê û sûcên şer belge dikirin, bûn hedef. Ev yek nîşan dide ku şer ne tenê bi rêbazên leşkerî, lê di heman demê de bi serdestiya li ser agahdarî, bîr û rastiyê jî tê meşandin. Rojnameger her tim hatiye xwestin bên bêdengkirin. Sala 2025’an ne tenê ji bo rojnamegeran salek dijwar bû, lê di heman demê de dê bû salek krîtîk ku çapemeniya azad hat hedefgirtin, rastî bi awayekî sîstematîk hat tepeserkirin, hat xwestin jin bên bêdengkirin û rojnamegeriya jinan rasterast hat hedefgirtin. Li gel vê yekê, rojnameger û kevneşopiya çapemeniya azad berdewam dikin, rastiyê diparêzin û li dijî hemî zextan dengê gel in.”

Roza Metînayê destnîşan kir ku wek Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê dixwazin xalên li jêr bên bicihanîn:

* Bila rojnamegerî êdî wekî amûreke sûc neyê dîtin û hemû zext, şîdet û êrişên li ser rojnamegeran tavilê bi dawî bibin.

* Bila hemû rojnamegerên ku dema nûçe dişopandin hatine binçavkirin, girtin, şîdet li wan hatine kirin û bi zextên dadwerî hatine bêdengkirin serbest werin berdan.

* Divê sîstema dadwerî dev ji amûra ji bo cezakirina rojnamegeran berde; nûçe, hevpeyvîn û parvekirinên medyaya civakî divê êdî wekî bingehek ji bo sûcdariyê neyên bikaranîn.

* Divê garantîkirina mafên tenduristî, ragihandin, kar û azadiya derbirînê ya rojnamegerên di girtîgehan de pêk werin; û divê veguhestinên bi darê zorê, tecrîd û pêkanînên dîsîplînê yên keyfî bi dawî bibin.

* Em daxwaz dikin ku şîdeta fizîkî, gef û astengkirina nûçeyan a li dijî rojnamegeran a ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi dawî bibin; û divê berpirsên giştî yên van binpêkirinan bi awayekî bi bandor werin lêpirsînkirin.

* Em daxwaz dikin ku polîtîkayên sansurê, sînordarkirinên gihîştinê û fermanên girtinê yên di warê medyaya dîjîtal de werin bidawîkirin; û azadiya derbirînê li ser înternet û platformên dîjîtal were misogerkirin.

* Bicîhanîna mekanîzmayên parastin û bicîhanînê yên bi bandor ên li dijî gotinên zayendperest, gef, hedefgirtin û êrişên dîjîtal ên li ser rojnamegeran, divê pêk were.

* Em daxwaz dikin ku êrişên li ser rojnamegeran bi dawî bibin, ku bûne beşek ji polîtîkayên înkar, wêrankirin û şer ên li herêma Kurdistanê tên meşandin; û dawî li polîtîkayên tepeserkirinê yên taybetî yên li ser rojnamegerên jin ên Kurd bê anîn.

* Divê êrişên li ser rojnamegeran li Rojhilata Navîn, bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Filistînê, Iraq û Îranê, rawestin; rojnamegerên ku tawanên şer û binpêkirinên mafên mirovan belge dikin werin parastin.

* Em daxwaz dikin ku çapemeniya navneteweyî û mekanîzmayên azadiya ramanê li hember binpêkirinên li Tirkiye û Rojhilata Navîn ên li dijî rojnamegerên jin bêdeng nemînin û pêvajoyên çavdêrî, rapor û cezayan bicîh bînin.

Roza Metîna dawiya raporê de wiha got: “Tevî hemû zextan, rojnameger dê nivîsandina rastiyan bidomînin.Wê bilindkirina dengê jinan û bindestan bidomînin. Em banga zêdekirina hevgirtinê û têkoşîna hevbeş a li dijî hewldanên bêdengkirina rojnamegeriyê dikin.”

Di raporê de lîsteya rojnamegerên girtî hate diyarkirin; li gorî raporê Mudura Karên Nivîsê û Xwediyê Rojnameya Atilimê Hatîce Dûman û Xebatkara TRTyê Ozden Kinik girtî ne.

Etîket: Komeleya Rojnamegerên Jin a MezopotamyayêMKGRoza Metina
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bîranîna 6ê Nîsanê: Em ê xwedî li mîrateya şehîdên çapemeniya azad derkevin

Bîranîna 6ê Nîsanê: Em ê xwedî li mîrateya şehîdên çapemeniya azad derkevin

6 NÎSAN 2026
Ji DFG û MKG bi boneya Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin daxuyanî

Ji DFG û MKG bi boneya Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin daxuyanî

6 NÎSAN 2026
MKGê rapora xwe ya meha Adarê eşkere kir: 5 rojnameger girtî ne

MKGê rapora xwe ya meha Adarê eşkere kir: 5 rojnameger girtî ne

5 NÎSAN 2026
‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

7 ADAR 2026
MKG: Zextên li dijî rojnamevanan bi dawî bikin

MKG: Zextên li dijî rojnamevanan bi dawî bikin

5 SIBAT 2026
DFGê û MKGê li Nisêbînê daxuyanî da: Rojnamegeran berdin

DFGê û MKGê li Nisêbînê daxuyanî da: Rojnamegeran berdin

21 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Aldar Xelîl: Şam ne bi feraseta çareseriyê lê bi hişmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere

    Aldar Xelîl: Şam ne bi feraseta çareseriyê lê bi hişmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kûçikên leşkeran êriş zarokan kir: Zarokek jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Welatê 8 salî hat dîtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Şano dikare bibe hilgirê sereke ya peyama aştiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê: Nêrînên birêz Ocalan berevajî tên nîşandan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DÎSSA bi lîstika ‘Aştî’ derket pêşberî şanohezan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Siyaset xwend lê sewalkariyê dike: Heke demokrasî tune be aborî jî nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 29ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Colemêrgê ev nezî 2 meh in ava vexwarinê şêlû diherike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Jinan a Rêveberiya Xwecihî: Em ê rêxistinkirina komunan bi hev re ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (1020)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne