Nûnerên MKGê bi nûnerên IFJê re hatin gel hev û der barê binpêkirinên mafan ên rojnamegerên jin de rapor parvekirin.
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) çû serdana Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî (IFJ) a li Brukselê. Di serdanê de rapora binpêkirina mafan a li dijî rojnamegerên jin hat parvekirin û li dijî binpêkirinan nîqaş hatin kirin. Nûnerên IFJê gotin wê bi rojnamegerên jin re di piştevaniyê de bin.