Di moşekek Îranê ku avêt Îsraîlê de li avahiyekê ket, 9 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Êrişên Îsralîl û Îranê yên li dijî hev berdewam dikin. Rojnameya Îsraîlê The Jerusalem Postê diyar kir ku îro moşekeke Îranê di avahiyê de teqiya û di encamê de 9 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn. Rojname eşkere dike ku bi 30 ambulans û helîkopterek mirî û birîndar ji heremê hatine rakirin. Li gorî agahiyan zarokek 10 salî jî di nava birîndaran de heye.
Artêşa Îsraîlê (IDF) ragihand ku moşek di navenda welêt de li avahiyek ketiye, tîmên Lêgerîn û Rizgariyê yên Fermandariya Eniya Navxweyî, ligel gelek personelên tenduristiyê û helîkopterekê, li cihê bûyerê ji bo rakirina birîndaran kar kirine. Di ragihandina artêşa Îsraîlê de tê gotin ku sîstema hişyariya zû wekî ku hatibû plankirin xebitî û di nav menzîla xwe de hatibû aktîfkirin, lê li gel vê jî rewş di bin lêkolînê de ye. Li gorî medyaya Îsraîlê, moşek di avahiyê de li odeyeke ewle ketiye.













