Amed – Parlamentera Tevgera Goran Munîre Osman Elî ku tev li Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd a li Amedê pêk hat bû got: “Tişta di vê konferansê de pir girîng ew bû ku em bi hev re pir netewî û pir Kurdistanî difikirin. Heta ku em nebin yek em nikarin bigihijin mafên xwe.”
Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) di 28-29ê Gulanê de li Çand Amedê hat lidarxistin. Aktîvîstên TJAyê di nav de gelek jinên niha parlamanter in û parlamenterên berê bûn ji çar aliyên Kurdistanê û Ewropayê tev li konferansê bûn. Parlamenter û siyasetmedarên li Rojava, Şengal û Ewropayê bi awayekî online tev li konferansê bûn. Konferans bi aşkerekirina encamnameyê bi dawî bû. Parlamentera Tevgera Goran Munîre Osman Elî ku tev li konferansê bû têkildarî armanca wan a hatina konferansê û naveroka konferansê ji ajansa me re axivî.
Munîre Osman Elî diyar kir ku konferanseke dîrokî li dar xistin û wiha got: “Ev civîna me hestekî neteweyî dide. Ji bo ku me karî deng û reng, bîr û fikrên cuda yên siyasî li vir bînin bahev. Ji bo ku plansazî bikin da ku bizanibin hêza jinên kurd bikare, bizanibin çawa jinên kurd dikarin di siyasetê de rolên girîng dilîzin. Berê jî rolên girîng lîstine. Tişta di vê konferansê de pir girîng ew bû ku em bi giştî bi hev re pir netewî û pir Kurdistanî difikirin. Fikr û bîrên xwe yên siyasî me ji derveyî eywanê hiştiye. Bi nefeseke kurdbûyînê diketin eywana konferansê. Ji bo ku bizanibin kîjan fikir, kîjan pêngav ji bo berjewendiya gelê me baş e. Em bibin piştgirê vê fikrê. Pêvajoya aştiyê ya li Bakur me teşwîq dike ku careke din bi dilekî xweş ji Başûr bên Bakur. Em hewl bidin piştgiriya pêvajoya aştiyê bikin. Da ku Kurdên Bakur bigihin armanc û daxwazên xwe yên bi salan e jê re têdikoşin.”
‘Girîng e ku dewlet weke birêz Ocalan bi heman xwestekê aştiyê bixwaze’
Munîre Osman Elî destnîşan kir ku dema bêdengkirina çekan hatiye û wiha domand: “Divê êdî şerê serê çiyayan veguhere şerê li parlamentoyê û ji bo demokrasiyê. Ji bo ku qonaxa em tê de ne wisa dixwaze. Divê em şerê demokrasiyê bidin û çekan bêdeng bikin. Ez bi xwe piştgiriya vê fikrê dikim. Birêz Ocalan Serokekî mezin ê Kurdan e. Em Kurd hemû şanaz in ku Serokekî me yê wekî wî heye. Tecrubeyeke wî ya siyasî ya pir mezin heye. Ji bo siyasetê cîhanbîniyeke wî ya cuda heye. Pêvajoya aştiyê dê bi piştgiriya wî û alîkariya gelê kurd bi pêş ve biçe. Hêvî dikim ku dewlet jî ji bo pêvajoya aştiyê gavan biavêje û ev pêvajo baş bi rê ve biçe. Mafên gelê me yê li Bakur bi rêk û pêk, pêk were. Aştî bi destekê tenê çênabe, pêdiviya wê bi du destan heye. Girîng e ku dewlet weke birêz Ocalan bi heman xwestekê aştiyê bixwaze.”
‘Divê hemû hêz û aliyên cuda piştgiriya pêvajoya aştiyê bikin’
Munîre Osman Elî bi lêv kir ku jin bi xwe nîşaneyeke aştiyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Loma di nava partiyên siyasî ku di nav de dixebitin roleke me ya jinên kurd a girîng heye. Da ku em hem mêran, hem partiyên siyasî teşwîq bikin ku proseya aştiyê bi pêş ve biçe. Da ku keç û xortên dayikên me li çiyanan şehîd nebin. Êdî dayikên me bi aramî razin. Em dayik in û loma doza pêvajoya aştiyê dikin. Hêvî dikin ku hemû hêz û aliyên cuda piştgiriya pêvajoya aştiyê bikin. Piştgiriya çekdanînê bikin. Daxwaz ji hikumeta Herêma Kurdistanê dikin da ku em hemû bi yek dengî pişgiriya pêvajoya çareseriyê bikin.”
‘Heta em nebin yek em nikarin bigihijin mafên xwe’
Munire Osman Elî di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Em hemû bi çavên xwe guhertinan dibînin. Di Rojhilata Navîn de guherîn pir bilez çêdibin. Loma divê gelê Kurd van derfetan bi kar bîne. Çawa tê kirin, çawa tê bidestxistin ev jî bi yek xalê ye. Xala duyemîn tune ye. Ev jî yekitî û yekgirtina kurd a navxweyî ya li her çar aliyê Kurdistanê ye. Heta ku em nebin yek em nikarin bigihijin mafên xwe.”
‘Rewşa jinan her ku diçe bi pêş ve diçe’
Munîre Osman Elî diyar kir ku jinên kurd ên li Başûr di nava partiyên siyasî de cih digirin ji bo bidestxistina mafên xwe qet nesekinîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em di wê baweriyê de ne ku maf nayên dayîn tê wergirtin. Loma jinên li Başûr xebatên xwe nesekinandine. Rewşa jinan her ku diçe bi pêş ve diçe lê hêj negihiştiye asta ku em dixwazin. Em dixwazin li başurê Kurdistanê ji vê zêdetir rola me jinan hebe.”