Murat Karaliyan di sala 1986an de dibe mêvanê Sazumankarê Koma Agirî Menal Heskulek. Li ser pêşniyara Murat Karayilan a ‘Tu dikare koma muzîkê ava bike?’ Helbestvan Menal Heskulek 2 keç û kurê xwe kom dike û Koma Agirî ava dike. Koma bi 3 kesan ava bû 39 salin xizmeta şoreşê dike.
Sazumankarê Koma Agirî Menal Heskulek bi gotina ‘Di sala 1986an de Murat Karayilan bûbû mêvanê me. Got ‘Tu dikare komeke muzîkê ava bike?’ Min got erê. Min 3 zarokên xwe amade kir. Min li tembûrê xist û wan jî stran got û me hîmê Koma Agirî avêt.“
Piştî PKK di 1978an de ava bû, pêlên bayê wê bi lez bandora xwe li bajarên Bakur û Rojavayê Kurdistanê dike. Avabûna PKKê bi xwere di aliyê siyasî û çandî de civakê hişyar û tevger dike. Li aliyekî gel dixe nava lêgerîna nasnameyê, li aliyê din çand û hunerê di civakê de pêş dixe. Sazumankarên PKKê bi qasî gera li Bakurê Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê jî pêlên paye şoreşê geş kir. Koma ‘Talebeyan’ ku ji Enqereyê berê xwe didin Bakurê Kurdistane, gund bi gund, navçe bi navçe dest bi rêxistina gel dikin. Gelê kurd wekî axa zuha ku xwe bigîne avê bi ruh û jin dibe. Beriya darbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980î gelek sazumankarên PKKê berê xwe didin Rojavayê Kurdistanê. Wê demê xebatên xwe yên li Bakur, li bajarên wekî Kobanê, Efrîn û Heleb û Qamişloyê berdewam dikin. Yek ji pêşeng û fermandarê PKKê Murat Karayilan jî piştî salên 1980î derbasî Rojava dibe. Murat Karayilan di 1986an de rojekê dibe mêvanê Helbestvan Menal Heskulek. Murat Karayilan piştî dibîne ku Menal Heskulek helbestvan û stnanbêj e ji wî dixwaze ku komek muzîkê ava bike.
Menal Heskulek bi van gotinan qala wê rojê û diyaloga xwe û Murat Karayilan dike: “Got ‘tu dikare komekê ava bike?’ Min got erê. Got ‘Tu dê kengî çêke?’ Min got niha ezê çekim. Got ‘Tu dê çawa niha çêke?’ Min got 3 zarokên min hene. Min 2 keç û kurê xwe amade kir. Min ji wan re li tembûrê xist, zarokên min jî stran gotin. Got ‘ê baş e.’ Piştî mêvandariya Murat Karayilan, Menal Heskulek ligel zarokên xwe bingeha Koma Agirî avêt.
Dema bayê şoreşê li Rojava geş bû, gelek hunermend û helbestvan jî kelevanî dibin û dikevin nava tevgerê. Di vê pêvajoya ku zextên Rejîma Esad serdest bû, partî û siyasetmedarên li Rojava di salên 1984 û 1985an de ketibûn nava lêgerîna çareseriyê. Wê demê Hunermend û helbestvan Menal Heskulek, xwediyê du dîvanên helsetê ye. We demê dîwana Şoreş û Evîn û Ceng û Evînê çap dike.
Menal Heskulek ku berê jî demek dirêje xebatên çand û hunerê dikir, bi bayê şoreşê re bêtir dikeve nava tevgerê û xwe bi rêxistin dike. Sazûmankarê Koma Agirî Menal Heskulek li 39 salên xwe yên borî vedigere û wiha dibêj: “Koma Agirî di sala 1986an de ava bû. Sala 1986an ji bo gelê kurd salek gelek girîng bû. Ji ber ku wê demê li Rojava bingehê şoreşê dihat avakirin.”
Menal Heskulek ku sala 1986an ji bo wî gelek bi wate ye, destnîşan dike ku wê demê tenê Koma Agirî hate damezirandin û gelek xebatên din pêş ketin. Menal Heskulek bi van gotinan wan rojan bibir tîne: “Koma Agirî berhemeke pêla şoreşê bû.”
Menal Heskulek şoreşê tenê bi çekê bi sînor nake û dibêje: “Çand û huner tune be, ew şoreş naçe serî. Di salên 1986an de me xwest şoreşek çandî pêş bixin.”
Menal Heskulek, wê demê xebatên hunerî bi rêxistin dikin û armanc dikin ku gel bi xebatên hunerê çand û hunera xwe nas bike. Dixwaze bi xebaten hunerê gel jiyana xwe ji nûve nas bike. Menel Heskulek li ser ‘Çima navê Koma Agirî?’ radiweste û dibêje: Îhsan Nûrî Paşa wê demê li Agirî şoreşek pêk anî. Me bi Koma Agirî xwest wê şoreşê nemir bikin.”
Murat Karayilan li mala wî dibe mêvan
Murat Karayilan piştî derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe, di sala 1986an de li mala Menal Heskulek dibe mêvan. Murat Karayilan dema li mêvandarî ye, ji Menal Heskulek dixwaze ku komek hunerî ava bike. Wê demê Menal Heskulek berê jî bi karê hunerê eleqedar dibe. Bêyî bifikire û dudiliyê bike, daxwaza Murat Karayilan qebûl dike. Menal Heskulek wê demê zarokê xwe li ser govend û stranan perwerde kiribû. Menal Heskulek bi gotina “Murat Karayilan mêvanê mala me bû. Got ‘Tu dikare komekê ava bike?’ Min got erê. Got ‘Tu dê kengî çêke?’. Min got niha ezê çekim. Got ‘Tu dê çawa niha çêke?’. Min got 3 zarokên min hene. Min 2 keç û kurê xwe amade kir. Min ji wan re li tembûrê xist, zarokên min jî stran gotin. Got ‘Ê baş e.’ Min got ez ê li ser vê komê zêde bikim. Li ser vê yekê me di demek nêzîk de komek mezin ava kir. Nêzî salekê 150 endamên komê çêbûn. Komê di nava civakê de pêşketinek mezin ava kir. Navê komê heta li Cizîrê belav bûbû.”
Menal Heskulek, Koma Agirî wekî şoreşeke çand û hunerî pênase dike. Dîsa destnîşan dike ku zanîn bi tena serê xwe nikare şoreşê pêş bixe û bi gotinên “Divê tu di zanyariyan de xema welatê xwe û xema miletê xwe bike. Dema mirov tê ser vê axê divê mirov fêdeyekê bide gelê xwe” girîngiya hunerê tîne ziman.
Gelek komên çand û hunerê ava kirin
Yek ji endamê Koma Agirî Hevserokê Çand û Hunera Cemîl Huro ya Helebê Seid Bîrhat e. Seîd Bîrhat jî kedeke mezin daye Koma Agirî. Di salên 1980yî de bi bayê şoreşê re li Helebê komên çand û hunerê hatin avakirin. Piştî 1980yî li Helebê Koma Agirî, Koma Aştî, Koma Armanc ava dibe. Ew komên hatin avakirin girêdayî partiyan bûn. Piştî bayê Şoreşê li Rojava belav dibe, kom jî têne avakirin. Wê dema ku Koma Agirî hat avakirin û banga pêşxistina şoreşê dikir. Koma Agirî di salekê de qasetekê çap dike. Wê demê ji ber şertan hemû endamên komê nikarin bi heve bixebitin. Endamê Koma Agirî Seîd Bîrhat di sala 1987an de derbasî nava komê dibe û komê dîsa bi rêxistin dike. Wê demê çend hunermendan li hev kom dike û hewl dide ku dîsa komê bi rêxistin bike. Di sala 1988an de kaseteke bi navê Zarokên Agirî çap dikin. Di sala 1989an de kaseta sêyemîn bi navê “Apoyê me tifing e.” çap dikin. Kaseta ku ji 12 stranan pêk te çap dikin. Gelek kaset çap kirin. Tevî hemû zahmetiyan salê kaseke çap kirin. Wê demê ji ber qedexeyan kaset bi dizî çap dikirin.
Hemû xebat di bin banê Agirî de bû
Koma Govendê, Koma Şano, Koma Stranan hebûn. 7 komên stranan hebû. Hemû kom di bin baneyê Koma Agirî de xebat dikirin. Seîd Bîrhat jî li salên xwe yên borî vedigere û wiha dibêje: “Xebatên çandê di malan de dihate kirin. Me wê demê stranên “Apoyê me tifing e”, “Ev der Kurdistan e.” Zindana Diyarbekir” tomar kir. Van stranan li çar aliyê Kurdistanê bandor kir. Gelek endamên Koma Agirî di têkoşîna azadiya kurd de jiyana xwe ji dest dan. Nêzî 30 şehîdên Koma Agirî hene. Heta Efrîn, Şam, Lazkiye û Lubnanê jî xebatên çand û hunerê kirin. Çiqas şahî hebû Koma Agirî li wir bûn.”
Saîd Bîrhat balê dikişîne ser bişaftina çandê û van hişyariyan dide: “Êdî wekî berê çand ne xurt e. Her ku diçe çanda Kurdan dihele. Divê hemû hunermend li çanda xwe vegerin.
Seîd Bîrhat ku bi “Bavê Cengî” tê nasîn, destnîşan dike ku Koma Agirî di 1986an de kaseta bi navê ‘Kurdistanê’ û ‘Zarok’ çap kirin.
Hem li tembûrê dixist û hem stran digot
Seîd Bîrhat wiha qala xebatên xwe yê Koma Agirî dike: “Sala 1987an min xabatek siyasî li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dikir. Em komek bûn. Tembûra min hebû. Min hem li tembûrê dixist û hem jî stran digotin. Hevalên min digotin ‘Dengê te û tembûra te baş e. Dema me xebaten siyasî dikir, em diçûn dawetan. Me bi hev re stranên şoreşgerî ên wekî ‘Herne şer û herne şer’ û ‘Apo yê me tivinga me’, ‘Dengê şoreşê dengê partiyê’ digot. Gel morelek mezin digirt.”
Bi ‘Bavê Cengî’ hat nasîn
Seît Bîrhat ku bi stran û tembûra xwe bal dikişand ser xwe, piştî demekê gel û hevalên wî, wî bi ‘Bavê Cengî’ nas dikin.
Wê demê hevalên wî, wî bi ‘Bavê cengî’ derbasî mala Ehmed Ukaş dike. Wê demê zext û tundiya Rejîma Baas li ser kurdan û xebatên kurdan gelek zêde bû. Ji ber van zextan wê demê navê komê hebû, lê endamên wê belav bûbûn. 2-3 meh şûnde Koma Agirî ji nûve ava dikin. Wê demê Seid Bîrhat, Ehmed Ukaş û 2 xwişkên Ehmed Ukaş, Rûken, Şêrîn Medin Esed ji nûve komê ava dikin. Medîn Esed, li orgê dida û Muhemed Osman jî li rîtîm dixist. Roj bi roj kom mezin kirin.
Di salên 1990î de pir mezin bûn
Seîd Bîrhat, destnîşan dike ku di salên 1990î de di bin sîwana Koma Agirî de komên şano û govend û stran ava kirin û wiha wan rojan bibîr tîne: “Di demek nêzîk de hejmara wan pir zêde dibe. Di rojen taybet ên wekî rojên Newroz, 15ê Tebax, 1ê Gulanê de derketin ser dikê û stran gotin. Li Heleb, Şam, Latqiyê, Cizîr û Kobanê tev li şahî û bernameyan bûn. Şahî li ku bûya berê wwe didan wir.”
Di 1986an de kom ava kirin
Seîd Bîrhat, balê dikişîne ser berhemên Koma Agirî û van agahiyan parve dike. “Nêzî deh kasetên Koma Agirî hene. Di her kasetekê de 12 stran hene. Hemû kasetên me bi kurdî û erebî ne. Nêzî 30 şehîdên koma me hene. Şehîd Celal, Berçem, Şukrî, Ednan, Mihmed Elî, Şîlan Kobanî, Ronahî û hîn gelek şehîdên din hene. Ez wan tevan bibîr tînim.”
‘3 caran dibim mêvanê Rêber Apo’
Seîd Bîrhat rojên xwe yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bibîr dixe û bi van gotinan balê dikişîne ser van rojan: “Ez 3 caran bi Rêber Apo re rûniştim. Me di 15ê Tebawa 1990î de şahiyek pêk anî. Piştî şahiyê Rêber Apo li gel min rûnişt û got ‘Em ê te bişînin Ewropayê. Di Koma Berxwedan de hinek pirsgirêkên komê hene.’ Lê mixabin piştî em vegeriyan Helebê min ji hevalên xwere got ‘Ez naçim xerîbiyê. Ji xerîbîyê hez nakim’.”
39 salin distrên
Seîd Bîrhat, di destpêka xebatên Koma Agirî ya 1988an de bi Murat Karayilan (Cemal) re gelek caran tên cem hev. Cemal 3 caran serdana koma wan dike. Seîd qala xebatên komê jî dike û dibêje: “Xebata komê serkeftî bû. Her çend êş û zehmetî li ser wan hebû jî, her çend rejîmê ew 3 caran binçav kir jî xebatên me serkeftî ne. Koma me heya niha jî didome. Lê wê demê tevî derfetên kêm û amûrên kêm xebata me gelek baş bû.”