Wan – Endamê Lijneya Navendî ya Rêveberiyên Herêmî ya DEM Partiyê Mûstafa Avci diyar kir ku di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de divê şerhên li ser Peymana Rêveberiyên Xweser a Ewropayê û astengiyên li pêşiya rêveberiyên herêmî rake. Avci anî ziman ku ev şerh bên rakirin dê di aliyê çareseriya pirsgirêka Kurd de bandorek erênî bilîze.
Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de, ji bo dawiyê li şerê di navbera gelê Kurd û Dewleta Tirk de bîne, pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê çareser bike banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir. Abdullah Ocalan gelek caran ji çareserkirina van pirsgêrêkan diyarkiribû ku Peymana Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê li Tiriyeyê li gorî pêwistiyan bê berfirehkirin û bikeve meriyetê dê gelek pirsgirêk bên çareserkirin. Ev peyman di gelek aliyên wekî siyasî, civakî, tenduristî, perwerdehî û darayî de xweseriyê dide şaredariyan, desthilatdariya hikûmetan li ser şaredariyan lewaz dike. Dewleta Tirkiyeyê vê peymanê bi awayekî bi şerh di sala 1988an de îmze dike, 1992an de jî bi awayekî fermî qebûl dike. Lê ruxmê 34 sal ji ser re derbas bûye jî Tirkiyeyê hêj ew şerhên ku daye ser 10 xalên peymanê ranekiriye.
Rêveberiyên Herêmî şertek pêvajoyê ye
Herî dawî mijara rêveberiyên xweser di rapora Meclisa Komîsyonê ya di çarçoveya pêvajoyê de hatiye avakirin de derbas bû. Di raporê de tê destnîşankirin ku divê di warê îdarî de guherîn bên kirin. Hem Peymana Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê, hem rapora Komîsyona Meclisê û hem jî mijara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya pêvajoya heyî de tîne ziman mijara rêveberiyên herêmî û nîqaşên wê pêwist dike. Ji lingên pêvajoyê yek jî raye dewirkirina rêveberên herimî ye. Emdamê Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya DEM Partiyê Mûstafa Avci di derbarê giringiya polîtîkayên Rêveberiyên Xwecîhî yên DEM Partiyê, astengiyên li pêş wan de ji ajansa m re nirxandin kirin.
‘Ewropayê bi bedelên giran xwe li ser hîmê demokrasiyê ava kir’
Mustafa Avci destpêkê bal kişand ser şert û mercên li Ewropayê pêşketina Rêveberiyên Herêmî û demokrasiyê û ev tişt gotin: “Ewropa di asta cîhanê de wek herêmeke ku demokrasî lê bi cih bûye tê naskirin. Lê gava em li dîrokê dinêrin, em dibînin ku ev demokrasî bi hêsanî nehatiye bidestxistin. Bedelên pir giran hatine dayîn. Şerên navxweyî, Şerên Cîhanê yên 1emîn û 2yemîn bûn sedema mirina bi mîlyonan mirovî. Piştî van karesatan, Ewropayê xwe li ser hîmê demokrasiyê ava kir û ji ber vê yekê îro wek model û mînak tê dîtin.”
‘Modela me ji yên Ewropayê gelkî pêşdetir e’
Mustafa Avci behsa modelên Ewropayê yên Rêveberiyên herêmî jî kir û da zanîn ku dewletên Ewropayê hewl didin van modelan bi pêş bixin û axafatina xwe wiha domand: “Di warê rêveberiya herêmî de jî, Dewletên Endamên Konseya Ewropayê û Yekîtiya Ewropayê hewl didin ku pîvanên demokrasiyê di asta herêmî de jî pêş bixin. Ew bawer dikin ku gava rêveberiyên herêmî li ser esasên demokratîk bimeşin, dê encamên baştir bi dest bixin. Ji ber vê yekê ev model wek mînakeke serkeftî tê xuyakirin. Lê gelo ev model tenê bes e? Bêguman, na divê her tim were pêş xistin. Dewletên navendîperest û neteweperest îro jî di şovenîzmê de israr dikin. Lê dema mirov lê dinêre, di nava vê sîstemê de jî guherînek û pêşveçûnek heye. Dema mirov paradîgmaya nû û modela Ewropayê ya niha dide ber hev, tê dîtin ku modela me ji ya Ewropayê gelekî pêşdetir e. Ji ber ku li Ewropa, Amerîkaya Latîn an jî li welatên din pergala hevserokatiyê tune ye. Hûn dikarin wan dewletan wekî model hildin dest û bi kar bînin, lê modela ku îro ji encama paradîgmaya Birêz Ocalan derketiye pêş û DEM Partî di bernameya xwe de cih dayê, ji modelên heyî gelekî pêşdetir e.”
‘Heke modela me bikeve pratîkê dê ji Ewropayê re jî bibe mînak’
Mustafa Avci di derbarê modela DEM Partiyê ya Rêveberiyên Herêmî de jî nirxandin kir û diyar kir ku modela wan li ser bingehê demokrasiya beşdar e û wiha pê de çû: “Yanî gel li ku derê bijî, çi bajar be çi bajarok, dê bajarê xwe bi hev re bi rêve bibe. Di vê modelê de gel bi xwe tev li pêvajoyê dibe, biryarên xwe bi xwe digire, planên xwe amade dike û kontrola rêveberiyê bi xwe dike. Di modelên Ewropayê de tevlêbûneke di vê astê de tune ye. Heman pêşketin di mijara azadiya jinê û temsîliyeta wekhev de jî heye. Modela me ji aliyê zîhniyet û vîzyona jinê ve ji Ewropayê gelekî pêşdetir e. Di vê demokrasiyê de, kîjan pirsgirêk hebe, xwediyê wê pirsgirêkê dibe biryardarê çareseriyê. Pêvajoya çareseriyê ne ji jor ve, belkî bi destê xwediyê pirsgirêkê bi xwe tê meşandin. Di modela me de, ekoloji ne tenê parastina derdorê ye; ew parastina mafê jiyanê û hemû zindeweran e. Mafê jiyanê yê mirovan, heywanan û xwezayê wek hev e. Em dixwazin di navbera zindeweran de hevsengiyekê ava bikin ku tu zindewer nebe hakimê yekî din û li ser jiyana yê din bandoreke xerab neke. Eger modela me di pratîkê de derfeta pêkanînê bibîne, dê ji modelên Ewropayê re jî bibe pêşeng. Ji ber ku nêzikatiya me ya ji bo ekolojî, azadiya jinê û demokrasiyê, ji nêzîkatiyên klasîk pir kûrtir e.”
‘Ruxmê hemû astengiyan jî em hewl didin modela xwe bixin pratîkê’
Mustafa Avci li ser polîtîkayên dewleta Tirkiyeyê yên li dijî demokrasî û vîna gelan jî sekinî, îşaret bi qanûnên li ser hişmendiya otorîter û înkarê hatine avakirin kir û ev tişt gotin: “Niha li Tirkiyeyê zîhniyeteke yekperest û qanûnên ku vê zîhniyetê diparêzin hene. Di bin van mercên dijwar de, pêkanîna modela me ya ku li gor hişmendiyeke ‘Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxweziya Jinê’ ye, gelekî zehmet e. Lê tevî hemû astengyan jî em bi israr dixwazin vê modela ku azadiya jinê esas digire, hêdî hêdî bixin meriyetê.”
‘Desthiatdarî şaredariyan wekî şûbeyeke xwe dibîne’
Mustafa Avci behsa giringiya şerhên dewleta Tirkiyeyê yên li ser 10 xalên Peymana Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê kir û got: “Eger dewlet van şerhan rake, dê di pêvajoya çareseriyê de derfetên mezin derkevin holê. Ev şertname rê dide ku rêveberiyên xwecihî li gorî pêwîstiyên civakê, bi însiyatîfa xwe xwe bi rêxistin bikin. Mînak; em wek şaredarî dikarin ji bo zimanê dayîkê û hewcedariyên îdarî, sîstema xwe ava bikin. Lê zîhniyeta yekperest a li Tirkiyeyê, ji tirsa ku ‘gelo Kurd dê ji vê feydeyê bigirin’ li dijî van xalan derdikeve. Ew naxwazin Kurd bibin xwedî mafên xweser ên siyasî û îdarî. Li gor peymanê divê rêveberiyên xwecihî di warê aborî de xwedî însiyatîf bin. Lê dewletê şerh daniye ser van madeyan. Zîhniyeta desthilatdar, şaredariyan ne wekî saziyên xweser, wekî ‘şubeyên’ navendê dibîne. Ew naxwazin ‘vesayeta navendî’ ji holê rabe; dixwazin hemû çavkanî û însiyatîf di bin kontrola wan de bin. Zîhniyeta yekperest dibêje, ‘Ez desthilatdar im, hûn tenê dikarin bi qasî ku ez destûrê didim tevbigerin.’ Serokatî balê dikişîne ser vê yekê û dibêje ku divê ev şerh bên rakirin. Rakirina van şerhan her çend pirsgirêka Kurd bi temamî çareser neke jî, dê derfetên mezin ji bo çareseriyê biafirîne. Ew qedexe û astengên li pêşiya me dê rabin û em ê bikaribin gav bi gav zîhniyeteke demokratîk di civakê de ava bikin.”
‘Bi rêxistinbûnê em dikarin gavên dîrokî bavêjin’
Mustafa Avci bal kişand ser rewşa ku di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de derketine holê û ev tişt anîn ziman: “Daxuyaniya Serokatiyê ya 27ê Sibatê di warê fîlî de hinek derfet afirandin. Em niha li ser vê bingehê xebatên xwe dimeşînin. Paradîgmaya DEM Partiyê ya rêveberiyên herêmî, bi xweber guhartina zîhniyetê ye. Her çend qanûnên niha astengiyan derxin û bi tayînkirina qayiman vîna gel binpê bikin jî, eger em paradîgmaya xwe baş fam bikin û bi rêxistin bikin, em dikarin wekî di navbera salên 2013-2015an de gavên dîrokî bavêjin.”
Mustafa Avci herî dawî behsa proje û xebatên şaredariyên DEM Partiyê kir û axaftina xwe wiha qedand: “Me li Gimgimê, li du taxên Rezanê modelên budceya beşdarane û demokrasiya beşdarane kir meriyetê. Me xwest bi van modelan bi gel re projeyan bi pêş bixin, biryaran bigirin, di pratîkê de jî bi gelre pêk bînin. Em ê di rojên pêş de si warê çandiniyê de jî hin modelan bi pêş bixin. Armanca me ew e ku em bi van projeyan civakeke ku mihtacî tu kesî nebe, bikaribe xwe bi xwe, xwe rêve bibe ava bikin.”











