Şirnex – Nafiye Kuçuk ku di qedexeyên derketina derve de du zarokên wê hatine kuştin û berê jî 3 birayên wê hatine kuştin diyar kir ku ew aştiyê dixwazin û got: “Dilê me şewitî êdî bila dilê tu dayikan neşewite. Bila dewlet jî êrişan rawestîne û aştiyê pêk bîne.”
Li navçeyên Cizîr ya Şirnexê di 14ê Kanûna 2015an de qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û 79 rojan qedexeyan berdewam kiribû. Di qedexeyê de 288 kes hatin qetilkirin û bi sedan avahî hatin xerakirin. Her wiha cenazeyê gelek kesan jî nehat dîtin û malbatên wan hê li hêviya cenazeyan in. Malbatên zarok, bira, xwîşk, dê û bavên xwe di qedexeyan de windakirine li benda pêkhatina edalet û aştiyê ne.
Nafiye Kuçuk jî di qedexeyên derketina derve de lawên wê Egît û Adil Kuçuk bûn canbexşên doza wê. Weke gelek malbatên di şer de zarok û xizmên xwe windakirine çavê Nafiye Kuçuk jî li pêkhatina edaletê û aştiyeke mayînde ye. Nafiye Kuçuk ji bo pêkhatina aştiyê xwest şer bisekine û êdî dilê dayikan neşewite.
Du lawên wê û sê birayên wê hatine kuştin
Nafiye Kuçuk weke gelek dayikên li Kurdistanê gelek êş kişandiye. 2 zarokên wê di qedexeya derketina dervê de hatine kuştin. Keçeke wê winda ye û 3 birayên wê jî hatine hatine kuştin. Nafiye Kuçuk diyar kir ku zarokên wê di morgê de zarokê xwe nasnekiriyê û got: “Du lawên min di şerê xwerêveberina Cizîrê de hatin qetilkirin. Keçeke min winda ye. Birayên min jî hatin kuştin. Adilê min zewicibû û keçikeke wî hebû. Dema şerê Cizîrê dest pê kir ew jî di şer de hat kuştin. Egîdê min jî 6 salan di girtîgehê de ma. Piştî hat berdan ew jî di şerê li Cizîrê de hat kuştin.”
Malbatek êş kişandî ye
Nafiye Kuçuk anî ziman ku ji ber şer gelek biraziyên wê jî hatine kmuştin û di berdewamiya axaftina xwe de qala êş û kulên hatine serê wan kir û got: “Me weke malbat gelek êş kişandin.”
‘Bila tang û topan naxwazin, em aştiyê dixwazin’
Nafiye Kuçuk bi lêv kir ku ji bo pêkhatina aştiyê divê hemû dayik destê hev bigirin û ev yek anîn ziman: “Em naxwazin dilê tu dayikan bişewite. Ne tenê dayikên Kurd. Divê dayikên Tirkan jî rabin ser pêyan. Divê ew jî bêjin em naxwazin zarokên me bên kuştin. Bila dayik hemû destê xwe bidin hev û bêjin bila ev xwîn bisekine, êdî zarokên me neyên kuştin. Em dixwazin edî xwîn bisekine û aştiyeke bi rûmet pêk were. Divê dewlet jî gavan biaveje. Divê girtiyên siyasî werin berdan. Divê êdî dewlet dev ji êrişan berde û kes neyê kuştin. Bila mafê me Kurdan jî bên dayîn û wekhevî bibe. Êdî çiya û zozanên me neyên qedexekirin, em biçin zozanên xwe. Bila tavilê ev êrişên li ser axa me bên sekinandin. Êdî êriş divê bisekinin ku aştî pêk were. Em şer naxwazin. Em tang û topan naxwazin. Em aştiyê dixwazin.”