Rêxistina Mafên Mirovan HRANAyê, nasnameyên 13 Kurdên li Îran û rojhilatê Kurdistanê ji hêla hêzên rejîma Îranê ve hatine qetilkirin, aşkere kir.
Di çalakiyên 19 rojan ên li Îranê û rojhilatê Kurdistanê de zêdetirî 2 hezar û 615 çalakvan hatin qetilkirin, 2 hezar û 45 birîndar bûn û 18 hezar û 470 çalakvan jî hatin girtin. Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA’yê nasnameya 13 xwepêşanderên Kurd ku di dema xwepêşandanên li Îran û rojhilatê Kurdistanê de ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine qetilkirin, aşkere kir.
HRANA’yê ev agahî parve kir:
* Roja 8ê Kanûnê xwepêşandereke Kurd ê bi navê Keywan Rezayî ku xelkê parêzgeha Kirmaşanê ye, di dema xwepêşandanan de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat qetilkirin.
* Xwepêşanderê Kurd ê bi navê Poya Rûstemî ku xelkê gundê Kulam ê li parêzgeha Îlamê ye, di encama gulebarana hêzên rejîmê ya li ser xwepêşandanan de hate qetilkirin.
* Di heman rojê de du welatiyên din ên Kurd ên bi navên Erdeşêr Zarî (40) bavê sê zarokan û xelkê bajarê Dalaho û runiştvanê bajarê Kerecê û Mihemed Seîdî xelkê Serpêla Zehaw a ser bi parêzgeha Kirmaşanê û runiştvanê bajarê Saweyê, di encama gulebarana hêzên Îranê de hatin qetilkirin.
* Roja 8ê Kanûnê welatiyê bi navê Siyaweş Şêrzad xelkê bajarê Bokanê ku li Tehranê dima, di encama gulebarana hêzên rejîmê de hate qetilkirin.
* Roja 9ê Kanûnê li bajarê Kerecê di dema xwepêşandanan de welatiyê Kurd ê bi navê Mîlad Hisênî xelkê gundê Zerde ya ser bi navçeya Dalaho a ser bi parêzgeha Kirmaşanê, di encama gulebarana hêzên Îranê de hate qetilkirin.
* Li Tehranê jî di dema xwepêşandanan de welatiyekî Kurd ê bi navê Irfan Elîzade (24) xelkê Lomarî ya ser bi bajaroka Sîrwan a girêdayî parêzgeha Îlamê ye, di encama gulebarana hêzên Îranê de hate qetilkirin.
* Ciwanê Kurd ê bi navê Elî Ebas (18) xelkê Gîlan a ser bi parêzgeha Kirmaşanê li Tehranê dema ku li ser karê xwe bû, di gulebarana hêzên rejîma Îranê de hate qetilkirin.
* Li parêzgeha Esfehanê di dema xwepêşandanan de welatiyekî Kurd ê bi navê Hisên Şêrkol ku xelkê Zerînawa ya ser bi navçeya Dêhloran a girêdayî Îlamê ye, di gulebarana hêzên rejîma Îranê de hate qetilkirin.
* Li Tehranê welatiyekî Kurd ê bi navê Diyar Purçerîq (32) ku xelkê bajarê Selmasê ye, di dema xwepêşandanan de ji aliyê hêzên Îranê ve hate qetilkirin.
* Ciwanê Kurd ê bi navê Rêbîn Mûradî (17) ku xelkê bajarê Selas Babacanî ku li Tehranê dijiya, di dema xwepêşandanan de hate qetilkirin.
* Dr. Mihemed Resul Merdux (45) xelkê bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên Îranê ve hat binçavkirin, piştî çend saetan hat qetilkirin.
* Xwendekarê Zanîngeha Mîsîna ya Îtalyayê, Yasîn Mîrzayî li parêzgeha Kirmaşanê di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de hate qetilkirin.








