• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dengbêj Eliyê Qerejdaxî koça dawî kir

    Dengbêj Eliyê Qerejdaxî koça dawî kir

    Hikûmeta demkî li Dêr Hafirê êrîşî HSDê kir

    Hikûmeta demkî li Dêr Hafirê êrîşî HSDê kir

    ‘Dewlet mafên zarokan binpê dikin’

    ‘Dewlet mafên zarokan binpê dikin’

    Komeleya Wêjekarên Kurd panelek li dar xist

    Komeleya Wêjekarên Kurd panelek li dar xist

    Bi girseyî çûne şîna Çiya Farqîn

    Bi girseyî çûne şîna Çiya Farqîn

    Tevdîra kontrola edlî ya 5 rojnamegeran hat betalkirin

    Tevdîra kontrola edlî ya 5 rojnamegeran hat betalkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Dengbêj Eliyê Qerejdaxî koça dawî kir

    Dengbêj Eliyê Qerejdaxî koça dawî kir

    Hikûmeta demkî li Dêr Hafirê êrîşî HSDê kir

    Hikûmeta demkî li Dêr Hafirê êrîşî HSDê kir

    ‘Dewlet mafên zarokan binpê dikin’

    ‘Dewlet mafên zarokan binpê dikin’

    Komeleya Wêjekarên Kurd panelek li dar xist

    Komeleya Wêjekarên Kurd panelek li dar xist

    Bi girseyî çûne şîna Çiya Farqîn

    Bi girseyî çûne şîna Çiya Farqîn

    Tevdîra kontrola edlî ya 5 rojnamegeran hat betalkirin

    Tevdîra kontrola edlî ya 5 rojnamegeran hat betalkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Navê rojnamegeran li kolana lê hatin kuştin kirin

Navenda Nûçeyan /AW

10 SIBAT 2025 - 19:00
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Gelek rojnamevan û çalakvan wêneyê rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li cihê ku lê hatin kuştin danîn û navê wan li kolana lê hatin kuştin kirin. Rojnamegeran destnîşan kirin ku ew ê li ser şop û rêya hevrêyên xwe têkoşînê bilind bikin.

Gelek rojnamevan û çalakvanên siyasî li ser rêya nêzîkî navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê wêneyên endamên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li cihê ku lê şehîd bûbûn danîn û ji bo ku her dem bên bîranîn navê ‘Cadeya Rojnamevanên Şehîd Gulistan Tara û Hêro Behadîn’ li kolanê kirin. Kampanya Çetir li vir daxuyaniyek da.

Rojnameger Havrê Karwan daxuyaniya Kampanya Çetir xwend û wiha got: “Ew çiqasî rojnamevanan bikin hedef û şehîd bikin dê navê wan li rê û kolanan heta heta bimînin. Ew ê bibin sembol. Hikûmet bi rêya kuştin û zextê ya li ser rojnamevanan mafê gihandina agahiyan a civakê binpê dike. Di roja îro de ji ber berjewendiyan şerê tê kirin li Rojhilata Navîn bûye navenda cengê. Herî zêde ev şer li Kurdistanê ye û herî zêde mafê Kurdan heye ku agahiyên rast bigire. Ji bo wê hemû hewldan tê danîn ku rojnamevanan bêdeng bikin ku rastiyan ne ragihînin. Li her derê cîhanê rojnamevan tên kuştin ji bo rastî di tarîtiyê de bimîne. Kuştina rojnamevanan sûce û êrişeke li ser mafê mirovane. Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ji ber rastiyên sûcên şer kifş kirin bûn hedefa dagirkeran.”

Havrê Karwan li ser êrişa li Çarqûrne ya ku rojnager Azîz Koyluogu hat kuştin jî axivî û got: “Şehîdkirina rojnameger Azîz Koyluoglû bû deqeke din a reş li ser rûyê desthilat û hikûmetê. Ev yek nîşan dide ku dagirker û dardestên wan çiqas ji rastiyan ditirsin.”

Di 23yê Tebaxa 2024an di encama êrişeke balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a li Seyîdsadiq a Silêmaniyê karwanê rojnamegeran bû hedef û di encamê de rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan.

Êrîş lawaziya hikûmetê nîşan dide

Çalakvanên tev li daxuyaniyê bûn ji ROJNEWSê re re axivîn. Çalakavan Herêm Ebûbekir diyar kir ku wan îro xwest rêya esasî ya Helebce-Silêmanî- Seyîdsadiq bi nave du şehîdên jin ên rojnamevan biguherînin û got: “Ev ne şehîdên me yên destpêkê ne. Çiqasî dijmin ji dengê azad bitirse, ji bo wê ewqasî êriş dibe ser rojnamevan û kesên çalakvan. Ev yek jî bêhêzî û desthilata wan nîşan dide.”

Ebûbekir diyar kir ku çiqas dijmin rojnamevan û çalakvanan bikin hedef û şehîd bikin, ewê wan bikin sembolên xwe û wiha axivî: “Navê wan şehîdan li cihên lê şehîd bûne dikin û wefadariya xwe ji bo wan nîşan didin.”

 

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Dengbêj Eliyê Qerejdaxî koça dawî kir

Dengbêj Eliyê Qerejdaxî koça dawî kir

16 KANÛN 2025
Hikûmeta demkî li Dêr Hafirê êrîşî HSDê kir

Hikûmeta demkî li Dêr Hafirê êrîşî HSDê kir

16 KANÛN 2025
‘Dewlet mafên zarokan binpê dikin’

‘Dewlet mafên zarokan binpê dikin’

16 KANÛN 2025
Komeleya Wêjekarên Kurd panelek li dar xist

Komeleya Wêjekarên Kurd panelek li dar xist

16 KANÛN 2025
Şaredariya Peyasê ji bo jinan dest bi qursên xweparastinê dike

Şaredariya Peyasê ji bo jinan dest bi qursên xweparastinê dike

16 KANÛN 2025
Barrack peyamên Îsraîlê ragihandin Enqereyê

Barrack peyamên Îsraîlê ragihandin Enqereyê

16 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (300)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne