Li gorî daxuyaniya Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê belavkirî, nasnameya 20 jê zarok 240 xwepêşanderên Kurd ên di xwepêşandanan de ji aliyê rejîma Îranê ve hatîn qetilkirin hate piştrastkirin. Herwiha Rejîmê 120 binçavkiriyên jin sewqî Girtîgeha Evînê kir.
Li Îranê çalakiyên nerazîbûnê yên li dijî Rejîma Îranê her ku diçin zêdetir dibe. Ji roja ewil heya niha tevî kuştin, girtin, îşkence, revandin, birîndarbûnan çalakvan ji kolanên Rojhilatê Îranê û bajarên din venekişiyan. Hat ragihandin ku di van êrişan de gelek zarok, jin, ciwan hatine qetilkirin, deh hezaran kes hatine binçavkirin.
Li gorî rapora Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ji destpêka xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê heta niha nasnameya 240 xwepêşanderên Kurd, bi destê rejîma Îranê li bajarên cuda hatine qetilkirin hat eşkerekirin.
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê destnîşan kir ku navê xwepêşanderan li Kirmanşan, Îlam, Sine, Tehran, Elburz, Loristan, Xoresana Zerewî, Kerec, Meşhed, Gîlan, Qezwîn, Esfehan, Hurmuzgan, Mazenderan û Xozistanê hatine qetilkirin eşkere kir. Di heman raporê de hate diyarkirin ku di nava kesên nasnameya wan hatî eşkerekirin de 20 zarok hene û 31 kes jî ji pêkhateya Yarsanî ne.
Hate ragihandin ku dezgehên ewlehiyê yên rejîma Îranê cenazeyan nadin malbatan ku miriyên xwe li goristana bajêr û li welatê xwe bispêrin axê. Malbat ji ber vê yekê neçar dimînin ku kuştiyên xwe li bajareke din dispêrin axê.
Hêjayî gotinê ye ku li gorî Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA), ji roja xwepêşandên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê destpêkirin heta niha 7 hezar û 8 kes hatine qetilkirin. Herwiha 53 hezar û 334 xwepêşander hatine binçavkirin û 25 hezar 845 xwepêşander jî birîndar bûne. Li gorî heman çavkaniyê ji hejmara kesên hatine qetilkirin, 6 hezar û 509 kes xwepêşander in, di nava wan de 219 jê zarok in. Herwiha 214 kes jî ji hêzên girêdayî rejîmê mirine. Li gel vê 11 hezar û 51 kes ji bo îfadeyê hatine bangkirin.













