• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Balafirên şer li navenda polîsan a li Ûrmiyê danc

    Balafirên şer li navenda polîsan a li Ûrmiyê danc

    Li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

    Li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

    Li Tetwanê ji ber berfê bernameya 8ê Adarê hat betalkirin

    Li Tetwanê ji ber berfê bernameya 8ê Adarê hat betalkirin

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn

    Çeteyên hikumeta demkî 3 kes revandin

    Çeteyên hikumeta demkî 3 kes revandin

    ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Balafirên şer li navenda polîsan a li Ûrmiyê danc

    Balafirên şer li navenda polîsan a li Ûrmiyê danc

    Li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

    Li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

    Li Tetwanê ji ber berfê bernameya 8ê Adarê hat betalkirin

    Li Tetwanê ji ber berfê bernameya 8ê Adarê hat betalkirin

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn

    Çeteyên hikumeta demkî 3 kes revandin

    Çeteyên hikumeta demkî 3 kes revandin

    ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ne hevşaredar bûya dê beraet bibûya

Navenda Nûçeyan /AW

25 SIBAT 2025 - 12:26
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevşaredarê Qaxizmanê Mehmet Alkan ku ewil 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birîn û piştre şaredarî ji destê wî girtin. Hevşaredar Mehmet Alkan anî ziman ku ev doza wî 5 sal in didome, lê piştî bû şaredar lez dan darizandinê û ceza kirin. Mehmet Alkan, destnîşan kir ku ew ne hevşaredar bûya dê beraat kiribûya.  

Dadgehê di 20ê Sibatê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li Hevşaredar Mehmet Alkan birî. Piştî ceza li Mehmet Alkan birîn, di 24ê Sibatê de bi hinceta ceza lê hatiye birîn, Mehmet Alkan ji peywirê girtin û li şûna wî qeyûm tayînkirin. Wezîre karên hundir di nava 9 mehan de 10 şaredariyên DEM partiyê desteser kirin. Ji hilbijartina 31ê Adara 2024an heta niha qeyûm tayini 12 şaredaran kirin. Wezaretê cara ewil di 3yê Hezîranê de li Şaredaria Colemêrgê qeyûm tayîn kir. Bi biryara qeyûm re Hevşaredar Siddik Akiş hate girtin û di 5ê Hezîranê de 19 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hate birîn.  Şaredarê Esenyurt a Stenbolê Ahmet Ozer ê CHPî ku bi modêla “Lihevkirina bajar” hatibû hilbijartin, di 30ê Cotmeha 2024an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate binçavkirin û piştre hate girtin.  Di 31ê Cotmehê de jî Cîgirê Waliyê Stenbolê Can Aksoy weke qeyûm li şûna Ozer hate tayînkirin.

Di 4ê Mijdarê de jî li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetî ya Rihayê yên DEM Partiyî qeyûm hatin tayînkirin. Di 22yê Mijdarê de qeyûm tayînî Şaredariya Dêrsimê ya DEM Partiyî û li Şaredariya Pulur a Dêrsimê ya CHPî qeyûm kir. Dadgehê ewil 6 sal û 3 meh cezayê a Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak û Şaredarê Pulurê Mûstafa Sarigul hatibûn birîn, weke hinceta tayînkirina qeyûm hatin nîşandan. Di 29ê Mijdarê de jî Hevşaredarê Miks a Wanê Ayvaz Hazir ji peywirê hate girtin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Di 10ê çile de Hevşaredar Nûriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz binçav kirin û girtin. Di 14ê Çileyê de jî li Şaredariya Akdenîzê qeyûm tayînkirin. Di 28ê Çile de jî dadgehê li Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê lê birîn. Wezçîr di 29ê Çileyê de ji qeyûm tayînî şûna Sofya Alagaş kirin.

Di 11ê Sibatê de jî dadgehê 3 sal û 6 meh ceza li Abdullah Zeydan birî û di 15ê Sibatê de jî qeyûm tayînnî şûna wî kirin. Herî dawî jî di 24ê sibatê de qeyûm tayînî Şaredariya  Qaxizmane kirin.

Mehmet Alkan: Darbeya li dijî vîna gel e

Têkildarî armanca qeyûm Hevşaredarê Qaxizmanê Mehmet Alkan nirxandin kir. Mehmet Alkan anî ziman ku 5 sal berê dozek li wî hatibû vekirin û wiha got: “Li ser şahide nepen dozek li min vekeribûn. Piştî ku ez bûm hevşaredar lez dan lêpirsîna dozê. Herî dawî di 20ê sibatê de danişîna biryarê hebû. Ji ber zivistan bû. Berf û baran bû, parêzeran hincet nîşan dan. Dadgehê jî qebûl kir û em paşve vegeriyan. Lê piştre dîsa hincet red kirin û di danişînê de 6 sal û 3 meh ceza birîn. Bi vî cezayî xwestin rê li pêşiya qeyûm vekin. Eger ez ne hevşaredar bûma, min dê ji vê dosyayê beraat kiribûya.”

Mehmet Alkan da zanîn ku piştî ceza li wî birîn, zanîbûn ku dê qeyûm tayîn bikin û wiha axivî: “Li gel îhtîmala qeyûm tayîn bikin me dîsa şaredarî terk nekir. Lê saet di 2ê şevê de bi ser şaredariyê de girtin. Em nizanin em rastî çi hatin. Dema ketin şaredariyê me bertekên xwe anîn ziman. Me diyar kir ku ev darbe ye. Lê dîsa biryara tayînkirina qeyûm ji mere xwendin. Me diyar kir ku em vê biryarê qebûl nakin. Em bi biryar bûn ku ji şaredariyê dernakevin. Lê me dît ku gelek polîs hatine şaredarî dorpêç kirine. Li ser vê dorpêça zêde em dîsa bi wekîlên xwe û rêveberên xwe re axivîn û ji bo alozî dernekevin me biryar da ku bi dirûşmeyan şaredariyê terk bikin. Li ser vê yekê me bi dirûşm û tilîlîyan şaredarî terk kir û em çûn avahiya rêxistina DEM partiyê.”

‘Bi qeyûman şaredariyan desteser dikin’

Di hilbijartina dawî de ewil Hevşaredaran ceza dikin û piştre qeyûm tayini şûna wan dikin. Li ser vê mijarê Hevşaredar Mehmet Alkan nirxandin kir û wiha got: “Şaredariyen ku îktîdar di hilbijratinan de nikare bi dest bixe, hewl dide bi qeyûman ji me bistîne. Gel di hilbijratinan de ders dide wan. Lê ji ber desthilat vê yekê tehamul nake, qeyûm tayîn dike. Piştî hilbijartina 31ê Sibate qeyûm tayînî 12 şaredariyan kirin. Wisa xuya  dike ku dê ji niha û şûn de jî tayînkirina qeyûman berdewam bikin. Ev ne ya  ewil e û ne jî ya dawî ye. Em di nava gel de ne. Em diyar dikin ku ev zilm û darbe ye. Em vê yekê qebûl nakin. Em li nava gel geriyan. Me daxwaz û nerînên gel girtin. Bertekên gel ên li dijî qeyûm gelek zêde ne.”

Bertekên gel di asta herî jor dene

Mehmet Alkan bal kişand ser bertekên gel û wiha axivî: “Gel diyar dike ku ev zelm û neheqî ye. Tayînkirina qeyûm qebûl nakin. Destnîşn dikin ku ev binpêkirina  rûmetê ye. Em jî destnîşan dikin ku ev li dijî hiqûq û mafên mirovan e.”

Mehmet Alkan nirxandinênn Serokkomar Erdogan ên “Yên bi hilbijratinê hatin de bi hilbijratinê biçin” jî nirxand û got: “ Raste yên bi hilbijartinê hatin divê bi hilbijartinê biçin. Lê em bi hilbijartinê tên ser kar û em bi qeyûm diçin. Ev qet nayê qebûlkirin. Gotinên wan hev nagirin. Ew li gorî xwe diyar dikin.”

Mehmet Alkan bertek û nerazibûnên partiyên muxalif ên li dijî qeyûman jî nirxand û wiha lê zêde kir: “Gel bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dide. Lê partî û rêveberên wan zêde bertek nîşan nadin. Partiyên din ên muxalif bertekên wan heye. Lê kêm e. Partiyên ku demokrasiyê diparêzin çiqa sbertek nîşanî vê yekê didin. Gel li dijî qeyûm hestiyar û bi bertek e. Gel li dijî qeyûm e. Gel ên deng dane me û deng nedaneme, hemû li dijî qeyûman.”

‘Xebatên me dê bidomin’

Mehmet Alkan li ser xebatên ji bo siberojê jî axivîe û wiha got :”Em din ava gel de ne. Em ê xebatên xwe berdewam bikin. Em cihê xwe terk nakin. Em ê di xizmeta gel de bin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Balafirên şer li navenda polîsan a li Ûrmiyê danc

Balafirên şer li navenda polîsan a li Ûrmiyê danc

7 ADAR 2026
Li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

Li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

7 ADAR 2026
Bombe bi ser Îranê ve dibarin lê Îran dev ji gefxawrinê bernade

Bombe bi ser Îranê ve dibarin lê Îran dev ji gefxawrinê bernade

7 ADAR 2026
Li Tetwanê ji ber berfê bernameya 8ê Adarê hat betalkirin

Li Tetwanê ji ber berfê bernameya 8ê Adarê hat betalkirin

7 ADAR 2026
Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn

Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn

7 ADAR 2026
Serokkomarê Îranê: Em dest ji enerjiya atomî bernadin!

Pezeşkiyan lêborîn xwest: Me biryar da ku em êrişî cîranan nekin

7 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Jiyaneke bi têkoşîn û berxwedanê hatiye honandin: Kumrî Akgul

    Jiyaneke bi têkoşîn û berxwedanê hatiye honandin: Kumrî Akgul

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 7ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Di girtîgehên Îranê de jineke Têkoşer a Kurd: Şîrîn Elemhûlî – 2

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan danezanek ji bo 8ê Adarê amade kir HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serokomarê Îranê Pezeşkiyan ferman kuştina Kurdan da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinan bang kirin: Peymana Stenbolê jinûve îmze bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Kedkar: Divê ne tenê rojekê her roj dengê jinan bê bihîstin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (260)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne