Komîteya Piştevaniya Nêrgiz Mihmedî ragihand ku çalakvana mafên mirovan a Îranî û xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2023an Nêrgiz Mihemedî careke din li Îranê hat binçavkirin.
Çalakvan û rojnamevana Îranî Nêrgiz Mihemedî ya ku piraniya bîst salên dawî ji ber sûcên siyasî li welatê xwe di girtîgehê de derbas kiriye, careke din hat binçavkirin.
Li gorî daxuyaniya komîteya piştgiriyê Nêrgiz Mihemedî 12ê Kanûnê roja Înê careke din hat binçavkirin.
Nêrgiz Mihemedî ku berê gelek caran bi sûcdariya “propagandayê” hat darizandin û girtin, vê dawiyê fikarên xwe li ser îhtîmala êrîşa fîzîkî anîbû ziman.
Rojnamevan û çalakvana 51 salî ji ber “têkoşîna wê ya li dijî zordariya Îranê ya li ser jinan û hewldanên wê yên ji bo maf û azadiyên mirovan a bi biryar” ji hêla Komîteya Nobelê ve hatibû xelatkirin. Tevî vê yekê jî Nêrgiz Mihemedî li Îranê hîn jî dibe hedefa zordariyê.
Nêrgiz Mihemedî li Girtîgeha Evînê ya Tehranê dihat girtin, di serê meha Kanûnê de bi awayekî demkî hatibû berdan.













