Nêrgiz Mihemedî, têkildarî pêkanînên li dijî mamosteyên Rojhilatê Kurdistanê, ji Raportora Taybet a Îranê ya NYê re name şand.
Parêzvana mafê mirovan û xwediya Xelata Nobelê ya Aştiyê Nêrgiz Mihemedî li dijî cezakirina mamoste û aktivîstên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, ji Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Mafên Mirovan a Îranê Mai Sato re name şand. Nergîz Mihemedî da zanîn piştî şoreşa 1979’an hemû hikûmet zextê li xebatên mamostayan dikin û anî ziman ku ji ber van zextan îro jî herî kêm 16 mamosteyên ji Kurdistanê ji erka xwe hatine dûrxistin û teqawîtbûna bi darê zorê û cezayên surgunkirinê tê domandin.
Nêrgiz Mihemedî duh nameya ku ji Raportora Taybet a Îranê ya NYê re şand, li ser hesabê xwe yê Instagramê parve kir û di nameyê de wiha got: “Ji avakirina komara Îslamê heta niha xebatên mamosteyan her tim di bin zextê de maye. Ev zext di hikûmeta Mesud Pezeşkiyan de jî didome.”
Li dijî mamosteyan zext zêde dibin
Nêrgiz Mihemedî da zanîn ku piştî serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” zextên li dijî mamosteyan zêde bûne û wiha got: “Piştî serhildanê bi sedan mamosta û aktivîst hatin girtin û şandin girtîgehan. Li gorî rayedarên Perwerdeya Netewî, zêdeyî 300 mamoste, aktivîst û xwendekarên zanîngehê bi xeteriya ji erka xwe werin dûrxistinê re rû bi rû ne.”
Nêrgiz Mihemedî di nameya xwe de bal kişand ser cezayên sirgûn û dûrxistina ji kar û teqawibûna bi darê zorê û ev tişt gotin: “Ev cezayên giran, bi taybet li Kurdistanê nîşaneya tundiya vekirî li dijî gelên hatine dûrxistin e û di heman demê de hewldana rejîmê ya bêdengkirina dengê wan e.”
Rejîm ji serhildaneke nû ditirse
Nêrgiz Mihemedî diyar kir ku bi nêzbûna salvegera serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” re cezakirin nîşan didin ku Komara Îslamê ji serhildaneke nû ya gel ditirse. Nêrgiz Mihemedî bi tundî bertek nîşanî zextên li dijî mamosteyan da û bang li hemû rêxistinên mafê mirovan û saziyên navnetewî kir ku piştevaniya mamoste û aktivîstan bikin. Di heman demê de bi taybetî ji ONESCO û Rêxistina Xebatên Navnetewî xwest ku beşdarbûna civînan ya Wezareta Perwerdeya Îran û rayedarên wezareta xebatê asteng bikin.
Nêrgiz Mihemedî di dawiya nameya xwe de ev tişt gotin: “Erka saziyên mafê mirovan û navnetewî ye ku ji bo rakirina cezayên li dijî mamosteyên li Kurdistanê zextê li Komara Îslamê bikin.”
Hêjayî bibîr xistinê ye çalakvana mafên mirov Nêrgiz Mihemedî (52)ku xelata aştî ya nobelê wergirtiye, di nava 20 salên borî de zêdetirî 10 salên xwe di girtîgehan de derbas kiriye.