Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu ferman da kabîneya xwe rasterast bi Libnanê re dest bi muzakereyan bike.
Ofîsa Serokwezîrtiya Îsraîlê ragihand ku Serokwezîr Benjamîn Netanyahu ferman daye kabîneya xwe rasterast bi Libnanê re bikevin nava muzakereyan.
Di daxuyaniyê de banga Netanyahu ya berî niha rasterast bi Libnanê re hate bibîr xistin û ev hate gotin: “Min ferman da kabîneyê bi qasî derfet hebe di demek herî lez de bi Libnanê re rasterast dest bi muzakereyan bike.”
Li gorî daxuyaniyê di civînê de mijara esasî bêçekirina Hîzbûlahê û çêkirina ‘têkiliyên aştiyê’ ya di navbera Îsraîl û Libnanê de ne.













