Serokê Îsraîlê Benjamîn Netenyahû piştgiriya xwe ya ji bo serhildêrên Îranê aşkera kir û da zanîn ku ew hevkariya daxwaza gelên Îranê ya azadî û edaletê dike.
Benjamin Netanyahu, roja 3ê çile 2026ê di civîna hikumeta Îsraîlê de li ser mijarê nêrînê xwe aşkera kir. Di aşkerakirina nêrînên xwe de piştgiriya xwe ji bo selhildana gelên Îranê jî anî ziman û got: ‘Têkoşîna gelê Îranê têkoşîna azadû û edaletê ye. Em jî hevkariya wan hîvî û daxwazên wan dikin.’
Netenyahu: Em ê şahidiya serkeftina gelên Îranê bikin
Benjamin Netenyahu dibêje; pêkane ku gelên Îranê qedera xwe bidest bixe û em jî şahidiya wê bikin. Ev daxuyaniyên piştgiriyê di serdema pêkhatina xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêk tê hat dayîn.
Xetereya bernameya aboriya Îranê
Benjamîn Netanyahu qala hevdîtina xwe ya bi Serokê Amerîkayê Donelt Trump re jî kir û da zanîn ku wî û Trump jî Îranê nîqaş kirine û bi taybet jî li ser bernameya nukleerî ya Îranê rawestiyane. Serokê Amerîkayê Donelt Trump jî diyarkiribûn ku Îran xwepêşandêran bikuje ew ê piştgiriya wan bikin.













