Neteweyên Yekbûyî aşkera kir ku li ser sûcên şer ên li gundewarên Kobanê li dijî welatiyan pêk hatine lêkolînê dikin.
Berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dûjarrîc ku bersiva pirsên rojnamegeran da, balkişand ser êrişên komên Hikûmeta Demkî û Tirkiyeyê yên li dijî Kurdan. Dûjarrîc anî ziman ku ligel tevgera leşkerî kêm bûye jî qeyrana mirovîn kûr dibe û nêzîk 160 hezar kes hêj di rewşa koçberiyê de ye.
Dûjarrîc daxuyand ku li gorî daneyên ji yekîneyên NYê hatine girtin piştî Peymana 30ê Çile li herêmê Heleb, Hesekê û Reqayê ligel kêmbûna şideta pevçûnan jî hêj koçber venegeriyane ser malên xwe û ev agahî dan: “Hêj 160 hezar kes di rewşa koçberiyê de ye. Ji bo gihandina alîkariyan pêşketin heye lê tunebûna ceyranê pergala belavkirina avê têk dibe. Xetên telefonê girtine û pirsgirêka herî mezin jî derfetên xurekan gelek kêm in. Perwerdehî jî bi tevahî sekiniye.” Li ser pirsa, “Li zêdeyî 70 gundên Kobaniyê talan û wirankirina malan heye” Stephane Dûjarrîc ev bersiv da: “Em li ser van angaştan radiwestin û rewşê dişopînin. Ez bawerim hebûna NYê ya li herêmê dê alîkariya parastina sivîlan bike. Her wiha me hind mekanîzmayên ku sivîl bên şahidiyên xwe vebêjin jî avakinine.”













