• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nizar Amêdî bû Serokomarê fermî yê Iraqê

    Nizar Amêdî bû Serokomarê fermî yê Iraqê

    Li Gimgimê li dijî projeyên JESê hişyarî

    Li Gimgimê li dijî projeyên JESê hişyarî

    Li Enqereye gotubêja, ‘Jin aştiyê bi rêxistin dikin’ hat li darxistin

    Li Enqereye gotubêja, ‘Jin aştiyê bi rêxistin dikin’ hat li darxistin

    Senator Graham: Trump rê nade ku Îran Tengava Hurmizê kontrol bike

    Senator Graham: Trump rê nade ku Îran Tengava Hurmizê kontrol bike

    Xizmên windayan li 5 navendan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    Di navbera HSD û Hikûmeta Demkî de pêguhertina girtiyan pêk hat

    Di navbera HSD û Hikûmeta Demkî de pêguhertina girtiyan pêk hat

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nizar Amêdî bû Serokomarê fermî yê Iraqê

    Nizar Amêdî bû Serokomarê fermî yê Iraqê

    Li Gimgimê li dijî projeyên JESê hişyarî

    Li Gimgimê li dijî projeyên JESê hişyarî

    Li Enqereye gotubêja, ‘Jin aştiyê bi rêxistin dikin’ hat li darxistin

    Li Enqereye gotubêja, ‘Jin aştiyê bi rêxistin dikin’ hat li darxistin

    Senator Graham: Trump rê nade ku Îran Tengava Hurmizê kontrol bike

    Senator Graham: Trump rê nade ku Îran Tengava Hurmizê kontrol bike

    Xizmên windayan li 5 navendan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    Di navbera HSD û Hikûmeta Demkî de pêguhertina girtiyan pêk hat

    Di navbera HSD û Hikûmeta Demkî de pêguhertina girtiyan pêk hat

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Neviyê Şêx Seîd: Heta ku Kurd nebin yek dinya wan nas nake

Fexredîn Kiliç / AW

14 SIBAT 2026 - 08:36
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat bal kişand ser yekîtiya gelê Kurd û destnîşan kir ku bêyî yekîtiyê tiştek nabe û got: “Yekîtî pêwîst e, heta ku Kurd nebin yek, dinya wan nas nake.”

Êriş û komkujiyên li dijî Rojavayê Kurdistanê pêk hatin hemû Kurdên li Kurdistan û li welatên cîhanê anîn cem hev û bi milyonan kesên ku li dijî êrişan derketin kolanan li ser yekîtiya Kurdan peyamên girîng ragihandin. Piştî vê berxwedana gelê Kurd, Hikûmeta Demkî ya Şamê neçar ma ku bi Rêveberiya Xweser a Rojava re di 29ê Çile de peymenekê îmze bike. Li gel êrişên li ser Rojava careke din yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd kete rojevê. Geşedanên li Rojhilata Navîn nîşan dan ku divê li dijî êrişan û hemû xetereyên heyî, gelê Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî ava bike.

‘Felaketa li Helebê û Rojava bû wesîle ku Kurd bên cem ba hev’

Serokê Komeleya Hevkarî, Çand û Perwerdehiyê ya Şêx Seîd Kasim Firat têkildarî yekîtiya gelê Kurd ji Ajansa Welat re axivî.

Kasim Firat anî ziman ku gelek bextiyar e ku li çar aliyê Kurdistanê di nava gelê Kurd de yekîtiyek ava bûye û wiha got: “Felaketa Şêx Meqsûd, Heleb û Rojava bû wesîle ku Kurd bên bahev û bibin yek. Heta niha li hin cihan di nava Kurdan de bêtifaqiyek hebû ew jî sunî bû ji aliyê xebatkarên siyasî ve dihate kirin. Ew jî ji bo berjewendiyên xwe dikirin. Ev jî hêdî hêdî ji holê radibin. Yekîtî pêwîst e, heta ku Kurd nebin yek, dinya wan nas nake. Divê em bibin yek. Ne ku bibin yek partî yek îdeolojî li ser berjewendiyên xwe yên esasî em bikaribin tifaqî û yek zimanî çêbikin. Wê demê feydeya wê çêdibe.”

‘Şêx Seîd Efendî û bavê min ji bo yekîtiyê xebatên girîng kirin’

Kasim Firat diyar kir ku bapîrê wî Şêx Seîd Efendî û bavê wî Şêx Elî Riza ji sala 1925an heta 1929an li Rojava, Rojhilat, Başûr jî ji bo ku Kurd bên bahev gelek xebatên girîng kirin û wiha domand: “Ji bo yekîtiya Kurd gelek xebat kirin. Çûn ba Şêx Mehmûd Berzencî, Şêx Ehmed Barzanî, Simkoyê Şikakî, Evdilrezaq Bedirxanî. Ji hemûyan re gotin werin bahev bibin yek û dijminê xwe bikin yek. Eniya xwe bikin yek. Hûn ê serbikevin cîhan vê ji me dixwaze. Wê çaxê bi ser neket lê vê berxwedana sedsalî gelek tişt bi me da zanîn. Bêyî yekîtiyê tiştek nabe. Kurd û Kurdistan ji her tiştî mezintir e bila vê herkes bizane. Êdî bes e. Gelê Kurd bi sedan sal e têdikoşe, sed hezaran şehîd dane. Em malê kesê dagirnakin dixwazin weke mirovan li cîhanê bijîn. Em ji hiqûqa herkesê re rêzê digirin lê em dibêjin em jî bi hiqûqa xwe ya xwezayî bijîn. Bila Kurd şirîkên xwe tespît bikin, li ser van yekîtiya xwe saz bikin. Hemû şehîdên Kurdan şehîdên me ne, bila ji wan re rêzê bigirin û bila navxweyî de jî edaletê sax bikin.”

‘Divê gelê Kurd xwe bispêrin hêzên xwe yên esasî’

Kasim Firat bal kişand ser pêvajoya heyî û wiha pê de çû: “Divê di vê pêvajoyê de gelê Kurd xwe ji însafa desthilatê û emperyalên cîhanê re nehêlin. Bila xwe bispêrin hêzên xwe yên esasî. Ew jî Kurd in û encax bi tifaq û dan û standinê dikarin saz bikin.”

‘Divê banga Kongreya Neteweyî ji aliyê hemû siyasetmedaran ve bê kirin’

Kasim Firat banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo pêkanîna Kongreya Neteweyî ya Kurd jî wiha nirxand: “Kê ev bang kiribe tiştekî rast gotiye. Bila Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat hemû werin berhev. Heke weke misyona Şêx Seîd Efendî tiştek bikeve ser milê me em hazir in wê fedakariyê bikin û tiştekî jî naxwazin civaka Kurd ji me re bes e. Bangeke maqûl e divê ev bang ji aliyê hemû siyasetan ve were kirin. Di nava van 10 salan de min jî gelek cehd kir, çi li Bakur, çi li Rojava çi li Rojhilat çi li Başûr ez çûm cem gelek siyasetmedaran. Me ji hemûyan xwest ku werin li ser tifaqê hevkariya xwe bikin. Lê mixabin çênebû û gotina me pere nekir. Îşelah wê ji niha şunde pere bike. Weke çapemenî wezîfeya we muhîm e, ev bar li ser milê we ye. Divê hûn jî di vî warî de bikevin nava hewldanan bila Kurd li ser hevkariyên xwe tifaqê çêbikin. Rojên geş û xweş yên me Kurdan e.”

Etîket: Kasim FiratKomeleya Şêx SeîdKongreya Neteweyî ya Kurdîyekitiya Kurdan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ahmet Karamus: Şerê li Îranê êdî yekîtiya Kurdan ferz dike

Ahmet Karamus: Şerê li Îranê êdî yekîtiya Kurdan ferz dike

2 ADAR 2026
Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Hewldanên bênavber ên Ocalan ji bo yekîtiya Kurdan – 3

Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Hewldanên bênavber ên Ocalan ji bo yekîtiya Kurdan – 3

26 SIBAT 2026
‘Gelê Kurd dikare bi yekîtiyê xwe biparêze’

‘Gelê Kurd dikare bi yekîtiyê xwe biparêze’

21 SIBAT 2026
Bakirhan: Rapora hevpar ji bo birêz Ocalan wê encaman bi xwe re bîne

Bakirhan: Rapora hevpar ji bo birêz Ocalan wê encaman bi xwe re bîne

21 SIBAT 2026
Hunermend: Kurd dikarin bi ruhê çand û hunera xwe yekîtiyê ava bikin

Hunermend: Kurd dikarin bi ruhê çand û hunera xwe yekîtiyê ava bikin

19 SIBAT 2026
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur bersiv da banga Rojava: Divê kongreya neteweyî bi derengî nekeve

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur bersiv da banga Rojava: Divê kongreya neteweyî bi derengî nekeve

18 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şêniyên 5 gundên Efrînê ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê nikarin vegerin li cih û warên xwe

    Şêniyên 5 gundên Efrînê ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê nikarin vegerin li cih û warên xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Siyasetmedarên Kurd: Pêkanîna yekitiyê ji bo Kurdan bûye ferz

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zagros 24 TV dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nerazîbûna heqareta li dijî Leyla Zanayê bû hinceta lêpirsînê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 11ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Aktîvîstên TJAyê yên Êlihê: Ji bo azadiya Serok em tev li meşê bibin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xelatên Rojnamegeriyê yên 29emîn ên Metîn Goktepe hatin dayîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newaf Xelîl: Amerîka-Îsraîl û Îran dawiya dawî dê vegerin ser maseya muzakereyan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zeynep Cansiz hate entubekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayikan çîrokên nexşên xwe vegotin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (416)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne