Newroza Amedê ku bi sed hezaran kes tev lê bûn, di bin baran û teyrokê de bi slogana, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” û “Yek e yek e yek e Kurdistan yek e” bi dawî bû.
Newroza Amedê ku seat di 10:00ê sibê de destpê kir, bi coş û peroşek mezin pêk hat. Bi sed hezaran kes tev li Newrozê bûn û di serî de li peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, axaftvan û peyamên siyasetmedarên ji çar hêlên Kurdistanê guhdar kir. Koma Ribabê, Dîlan û Erkan Top, Elend Hazim, Koma Agirê Jiyan û Zinar Sozdar derketin ser dikê. Koma govendê jî lîstikên ji deverên cuda yên Kurdistanê ji beşdaran re pêşkêş kir. Ligel baran û teyrokê jî gelê Kurd heta dawiya bernameyê bi coşek mezin, slogan, çepik û tîlîliyan Newroz pîroz kir.
Di dawiya bernameyê de pêşkêşvanan sloganên, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” û “Yek e yek e yek e Kurdistan yek e” berz kirin û girseyê jî bi yek dengî slogan dubare kir. Newroz bêyî pirsgirêkek derkeve bi dawî bû.













