Li Dêrsimê, bi hezaran kesan Cejna Newrozê pîroz kirin. Di Newrozê de de ji hemû kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê jiyana xwe ji dest dane re silav hatin şandin û wiha hat gotin: “Ji mîmarê aştiyê birêz Abdullah Ocalan re hezar silav.
Bi dirûşma “Newroza Azadî û Demokrasiyê” li seranserê Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê tên lidarxistin. Lê Dêrsimê bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li Qada Seyit Riza ya Dêrsimê bûn. Pîrozbahiya Newrozê bi deqeyeke rêzgirtina ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
‘Newroz berxwedan e’
Hevşaredara Şaredariya Dêrsimê, Bîrsen Orhan a li şûna wê qeyim hatiye tayînkirin di pîrozbahiyê de axivî û got: “Newroz pîroz be. Berxwedana Cejna Newrozê, qet bi dawî nebûye û dê qet bi dawî nebe. Bizanin ku Cejna Newrozê berxwedan e, Dêrsim berxwedan e.”
Parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordu da zanîn ku ku ew bi têkoşîna hebûnê pêş dixin. û wiha got: “Newroz dîrok e. Dêrsim dîrokeke kevnar e. Têkoşîna me bi rastiya dayikên me yên ku serê sibê rûyê xwe ber bi rojê ve zîvirandin berdewam dike.”
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit, jî diyar kir ku Kurd bi salan in li dijî her cûre astengî û komkujiyan şer dikin û li ber xwe didin û got: “Hezar silav ji hevalên me yên di rêya têkoşînê de cih girtine. Ji avakarê aştiyê û xwediyê banga 27ê Sibatê birêz Abdullah Ocalan û Figen Yuksekdag, Leyla Guven, Ayşe Gokhan, Selahattîn Demîrtaş re hezar silav. Me bi coşa 8ê Adarê Cejna Newrozê pêşwazî kir.
Piştî axaftinan, di pêşengtiya jinan de agirê Newrozê, hate pêxistin. Gel bi stranan govend gerand.
















