Di pîrozbahiyên Newroza Îzmîrê de peyamên daxwaza xebata azad ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêş ket. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir bal kişand ser girîngiya Newrozê û wiha got: “Ev Newroz Newroza azadî û demokrasiyê ye. Ev Newroz Newroza Yekitiya Gelê Kurd e. Kurd dê bi Rêberên xwe ve azad bin.
Newroza Îzmîrê ya bi dirûşam “Azadî û Yekitiya Demokratîk” li Qada Gundogduyê hat pîrozkirin. Welatiyên ji serê sibê ve li Qada Gundogduyê tije kirine heya destpêkirina pîrozbahiyan govend gerandin, tilîlî kişandin, dirûşmên “Biji serok Apo”, “Be serok jiyan na be” “Şehid namirin”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Ciwan fedaiyên Apo ne” berz kirin. Li qada Newrozê posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin. Herwiha wêneyên Denîz Poyraz a ji hêla tetîkkêş Onur Gencer ve hatiye qetilkirin jî hat rakirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Alî Kenanoglû, û nûnera Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Melîha Kayaci wek axiver tev li bûn.
Bername bi bîranîna ji bo di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Hevserokên DEM Partiyê yên Îzmîrê Fulya Erdogan û Selçûk Odabaşi Newroza gel pîroz kirin. Piştre Dayikên Aştiyê derketin ser dikê, agirê Newrozê bi Keskîn Bayindir, Alî Kenanoglû û Melîha Kaayaci re vêxistin. Piştre Endama Koordînasyona Jinan a Navendî ya DEM Partiyê Berna Çelîk Û Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Sabrî Gul peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newrozê xwendin.
‘Aştî bi înkarê û asîmîlekirinê nayê’
Hevberdevkê HDKê Alî Kenanoglû diyar kir ku li hser derê welat divê heman hiqûq were sepandin û wiha got: “Abdullah Ocalan helwesta xwe ji aliyê aştiyê ve danî. Divê em xwedî li vê helwestê derkevin. Ev paradîgma ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo aştiya Rojhilata Navîn derketiye holê. Aştî bi tunehesibandina xwişk-biratiyê pêk nayê, bi asîmîlekirina yê din nabe. Lewma ez tevahiya gelê me silav dikim ku em bi hev re di têkoşîna azadî û demokrasiyê de werin ba hev.
‘Divê tecrîda ser Abdullah Ocalan were rakirin’
Nunera ESPê Melîha Kayaci diyar kir ku bombe li ser Rojhilata Navîn dibarin û wiha got: “Em îro ji bo li dijî Deheqan bibin yek, ji bo azadiyê têbikoşin û pê re bigihin azadiyê li vê qadê tije bûn. Karker, jin, ciwan hatine li qadan. Em ê dest ji têkoşîna rêxistinkirî bernedin. Mafê gelê Kurd ê wekheviyê nayê qebûlkirin. Mafê Gelê Kurd ê hemwelatiyê mafê herî bingehîn e. Divê şert û mercên tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin. Em ê wekheviyê jî azadiyê jî bi hev re bi dest bixin.”
‘Me aştî û azadî heq kir’
Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest daye pîroz kir û diyar kir daxwaza hemû dayikan, jinan, ciwanan ew e ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd were pêkanîn û wiha got: “Ev Newroz Newroza azadiyê ye, Newroza Demokrasiyê ye. Ev Newroz Newroza yekitiya Gelê Kurd e. Dê Kurd bi Rêbertiya xwe ve azad bibin. Sed sal berî niha li vî bajarî Statuya Kurdan dihat axaftin. Dihat gotin ku mafê Kurdan heye. Lê belê sed salan hebûna Kurdan înkar kirin. Dema ku wê demê behsa Kurdan dikirin Kurd ne li vê derê bûn lê belê me li vî bajarî ne. Em bi milyon in û behsa azadiya xwe dikin. Em têkoşîna statuyê didin, têkoşîna zimanê xwe didin. Tu kes nikare Kurdan înkar bike, zimanê Kurdan qedexe bike. Me têkoşîn da meşandin û bedelên giran dan. Hinek dibêjin ‘ma qey hûn lewaz ku aştiyê dixwazin.’ Na, em ne ji ber lewaziyê, me aştî û azadiyê heq kir.
‘Em ê Serokê xwe, axa xwe azad bikin’
Di dawiya axaftina xwe de Keskîn Bayindir diyar kir ku ev Newroz Newroz Azadiyê ye û wiha pê de çû: “Heke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe em jî azad nîn in, zimanê me jî azad nîn e, statuya me jî nîn e. Lewma em dibêjin azadiya Rêber Apo azadiya Gelê Kurd e. Azadiya Rêber Apo Azadiya gelê Kurdistanê ye. Ji bo me yekitî û hevgirtin êdî ferz e. Em ê azadiya xwe, azadiya Rêberê xwe, azadiya axa xwe pêk bînin. Em li xwe bawer in.”
Piştî axaftinan hunermend Seyîhan Sevînç bi stranên xwe qada Newrozê coşand. Pîrozbahî bi stranên hunermendên herêmî bi dawî bû.


























