Di pîrozbahiyên Newrozê yên li Kocaeliyê de peyamên yekitiyê neteweyî ya Kurd û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin dayîn.
Rêxistina DEM Partiyê ya Kocaeliyê bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” li Bexçeyê Netewê ya li navçeya Darica a Kocaeliyê pîrozbahiya Newrozê li dar xist.
Welatî serê sibê bi keskesorên xwe û cil û bergên neteweyî qada Newrozê tije kirin. Girseya kombûyî bi stranên Newrozê govend gerandin, bi tîlîlî û çepikan agirê Newrozê geş kirinx dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Şehid namirin” berz kirin.
Hevserokê DEM Partiya Kocaeliyê Îbrahîm Ergîn bal kişand ser girîngiya yekitiya Kurd û diyar kir ku şert û mercên pêkanîna yekitiyê ava bûne.
‘Min binpêkirin li dijî Kurdan dîtin û bûm parastvanê mafê mirovan’
Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû destnîşan kir ku tevî astengiyên polîsan jî pîrozbahî hatin lidarxistin û wiha got: “Pirsgirêka Kurd dewletê derxist. Ez wek Tirkekê bûm şahidê tiştên ku bi serê Kurdan tên kirin û bi ser vê yekê bûm parastvanên herî mezin ê mafan. Me got bila zarok nemirin dayik negirîn. Lê belê gelek binpêkirin hatin jiyandin. Divê êdî ev bi dawî bibin. Rojhilata Navîn bûye gola xwînê. Di vê pêvajoyê de girîng e ku aştî were tercîhkirin.
‘Jiyana demokratîk bi Modernîteya Demokratîk pêkan e’
Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz diyar kir ku Newroz berxwedan e û ev tişt gotin: “Wekî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aniye ziman, Kurd hebûna xwe îspat kirin. Êdî dema azadiya Kurdan e. Ev berxwedan di 27ê Sibatê de jî derket holê. Dikare li her derekekê jiyaneke demokratîk were avakirin û ev jî dê bi Modernîteya Demokratîk ve pêk were. Ev ne xeyalek e, Rojava vê yekê nîşanî me da. Şoreşa Rojava dê vala dernekeve. Dê fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan teqez bi ser keve.”
‘Divê jin pêşengtiya jiyana demokratîk bikin’
Sumeyye Boz silavên Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Leyla Guven ragihand û wiha pê de çû: “Ew jî anîn ziman ku ‘Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya Kurdan e.’ Ji bo pêşengtiya jiyaneke demokratîk divê jin pêşengtiyê bikin. Wekî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aniye ziman ‘Yê ku wekheviya jin û mêr neparêze nabe sosyalîst’. Cejna Newrozê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû gelan û gelê Kurd pîroz be.
Piştî axaftinan dayikên aştiyê agirê Newrozê pêxisitin.
Pîrozbahî bi stranên hunermendên herêmî, gerandina govendan bi dawî bûn.










