• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Roja ewil a Sempozyûma Kurdî qediya: Mamosteyên Rojava rewşa ziman vegotin

    Roja ewil a Sempozyûma Kurdî qediya: Mamosteyên Rojava rewşa ziman vegotin

    Li Sêrtê bi girseyî serdana şîna şervana YPJê hate kirin

    Li Sêrtê bi girseyî serdana şîna şervana YPJê hate kirin

    Li Amedê Konên Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî hatin danîn

    Li Amedê Konên Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî hatin danîn

    Li Enqereyê Komuna Ziman a Ciwanan hate vekirin

    Li Enqereyê Komuna Ziman a Ciwanan hate vekirin

    Bi hevgirtinê bersiv dan êrişa li dijî formayê Amedsporê

    Bi hevgirtinê bersiv dan êrişa li dijî formayê Amedsporê

    Dayika Aştiyê Saadet Akmanê jiyana xwe ji dest da

    Dayika Aştiyê Saadet Akmanê jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Newroza Mûşê: Em nexşerêya Ocalan bigihînin her malê

Mûş / AW

19 ADAR 2025 - 15:40
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Mûşê tevî hewa sar jî agirê Newrozê hat pêxistin û derûdor bi agirê Newrozê germ bû. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît got: “Werin em nexşerêya birêz Ocalan bigihînin her malê.”

Pîrozbahiya Newrozê ya li Mûşê bi dirûşmên; ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ û ‘Civaka Demokratîk ji bo Azadiyê’ pêk hat. Qada Îstasyonê bi alên DEM Partiyê hat xemilandin. Welatî tevî hewaya sar û baranê jî di saetên sibê de li qadê kom bûn. Di pîrozbahiyên ku bi hezaran kes beşdar bûn de alên kesk, sor û zer hat vekirin. Hêjayî bi bîrxistinê bû ku piraniya beşdaran ciwan û jin bûn. Ji qadê gelek caran dirûşmên wekî; ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Newroz pîroz be’ hatin berzkirin.

Welatiyan tevî baranê jî bi saetan govend gerandin. Bername piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.

Hevşaredarê Mûşê Sirri Soylemez di pîrozbahiyê de axivî û wiha got: “Ev Newroz wê bibe Newroza demokrasî û aştiya civakî ya gelên Tirkiyeyê. Divê em hemû piştgirî û tevkariyê bidin vê pêvajoyê. Bi biryardariyeke têkoşînê ya hîn rêxistinbûyî re em bêhtir aştiyê biqîrin.”

Hevşaredara Mûşê Tûba Sayilgan jî wiha got: “Gelê Kurd îsal ji her demê bêhtir nêzî serkeftin û aştiyê ye. Ev yek bi saya têkoşîna gelê me, biryardarî û biryardariya zarokên rojê ye.” Tuba Sayilgan rojnamegerên hatin qetilkirin Mûsa Anter, Gurbeteli Ersoz, Cîhan Bîlgîn, Nazim Daştan û Azîz Koyluoglu bi bîr anî.

Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sûmeyye Bozê balkişand ser banga Abdullah Ocalan û wiha got: “Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nexşerêyeke girîng e ku wê ji bo hemû gel, nîjad û civakan aştiyê pêk bîne. Wezîfeya me wê mezinkirina têkoşîna me be, rêxistinbûn û yekîtiya xwe misoger bikin û civakeke demokratîk ava bikin.”

Endama Komîteya Rêveber a Navendî ya DBP’ê Bêrîvan Helen Işik da zanîn ku dema wê hatiye ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mÎsoger bikin.

Cîgira Serokê Koma Partiyê ya DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît wiha axivî: “Em li pişt pêvajoya ji aliyê Birêz Ocalan ve hatiye pêşxistin in û em li cem wî ne. Baweriya me bi wî heye. Divê em nexşerêya ku birêz Ocalan daniye pêşiya xwe û banga dîrokî bigihînin her malê.”

Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî nerazîbûn nîşanî binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû da û wiha got: “Ji vê re darbe tê gotin, bêhûrmetiya li Destûra Bingehîn e. Bêrêziya li vîna gel e. Em vê yekê qet qebûl nakin.”

Piştî axaftinan agirê Newrozê hate pêxistin. Bi hezaran kesên ku qad tijî kirin, li gel stranên hunermend Bêwar govend gerandin.

Etîket: DEM PartîNewrozNewroza 2025anRêbertiya Azad Civaka Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wan û Îzmîrê bi hezaran ji bo aştiyê meşiyan: Birêz Ocalan derî vekir

‘Em ê bi hev re banga aştiyê bilind bikin’

14 GULAN 2026
Hevdîtina heyeta CHPê û DEM Partiyê bi dawî bû

Hevdîtina heyeta CHPê û DEM Partiyê bi dawî bû

13 GULAN 2026
Heyeta CHPê serdana Koma DEM Partiyê kir

Heyeta CHPê serdana Koma DEM Partiyê kir

13 GULAN 2026
Ji Meclisa Ciwanan meşa Cejna Zimanê Kurdî

Ji Meclisa Ciwanan meşa Cejna Zimanê Kurdî

12 GULAN 2026
DEM Partî ya Îzmîrê banga tevlîbûna meşa 16ê Gulanê kir

DEM Partî ya Îzmîrê banga tevlîbûna meşa 16ê Gulanê kir

12 GULAN 2026
Mûstafa Mesût Tekîk li ser gora xwe hate bibîranîn

Mûstafa Mesût Tekîk li ser gora xwe hate bibîranîn

10 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

    Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi hevgirtinê bersiv dan êrişa li dijî formayê Amedsporê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên çûn pincarê qeza kirin: Kesek mir û 8 kes birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (425)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne