Newroza Wanê ku bi tevlibûna deh hezaran kes pêk hat, bi dawî bû.
Newroza bi coş a Wanê ku bi tevlibûna deh hezaran kesan pêk hat, bi dawî bû. Di Newrozê de welatiyên Serhedê bi cil û bergên xwe yên Kurdî govend gerandin û Newroza 2026an pîroz kirin. Postereke mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di qadê de hat daliqandin û dirûşma “Bijî Serok Apo” olan da.
Piştî ku stranbêj Şiyar Berwarî û Hozan Şervan derketin ser dikê û strîn pîrozbahî bi dawî bû. Piştî belavbûnê ciwanan bi dirûşman dest bi meşê kir, li ser vê yekê polîsan bi ava şid êrişî ciwanan kir. Di navbera ciwan û polîsan de demeke kurt gengeşî derket.














