• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

    HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

    Endamên Komîsyona Meclîsê di fitarê de hatin ba hev

    Endamên Komîsyona Meclîsê di fitarê de hatin ba hev

    Rêya M4 a di navbera Cizîr û Helebê de hat vekirin

    Rêya M4 a di navbera Cizîr û Helebê de hat vekirin

    Sîpan Hemo wekî cîgirê Wezîrê Parastinê hat tayînkirin

    Sîpan Hemo wekî cîgirê Wezîrê Parastinê hat tayînkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

    HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

    Endamên Komîsyona Meclîsê di fitarê de hatin ba hev

    Endamên Komîsyona Meclîsê di fitarê de hatin ba hev

    Rêya M4 a di navbera Cizîr û Helebê de hat vekirin

    Rêya M4 a di navbera Cizîr û Helebê de hat vekirin

    Sîpan Hemo wekî cîgirê Wezîrê Parastinê hat tayînkirin

    Sîpan Hemo wekî cîgirê Wezîrê Parastinê hat tayînkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Newroza Wanê: Bi milyonan kes li pey banga Ocalan e

Wan / AW

19 ADAR 2025 - 13:01
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bi deh hezaran kes li Wanê Cejna Newrozê pîroz dike. Di axaftinên destpêkê de hat destnîşankirin ku bi milyonan kes li pey banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û heta azadiyê dê têkoşîn bidome.

Li Wanê bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” pîrozbahiya Newrozê tê lidarxistin. Ji navenda bajar, navçe û gundan bi deh hezaran kes di saetên zû yên serê sibehê de ber bi Qada Newrozê ya li quntarê Keleha Wanê ve hatin.

Coşa li qadê her kêliyê zêdetir dibe û dirûşma “Bijî Serok Apo” li qadê olan dide. Jin û ciwanên ku cil û bergên Kurdî li xwe kirin, qada pîrozbahiyê xemilandine. Her wiha flamayên bi rengên kesk, sor û zer hatin hilgirtin.

‘Divê Ocalan êdî azad bibe’

Bername, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Komîteya Amadekar a Newrozê piştre gel silav kir. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Veysî Dîlekçî, got: “Ji bo em bigihijin van rojan têkoşîneke mezin hat dayin. Em li vir piştgiriyeke mezin didin banga aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan. Heta ku aştî tê dê têkoşîna me bidome.”

Hevseroka DBP’a Wanê Gonul Uzunay jî got: “Gelê Wanê di tevahiya dîroka xwe de xwedî li têkoşînê derket. Gelê Wanê dê xwedî li banga birêz Ocalan derkeve. Gelê me dê tişta dikeve ser milê xwe pêk bîne. Tişta herî girîng a ku divê niha were kirin, azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan e. Divê ev pêk bê.”

Şedal: Bila ev Newroz bibe Newroza azadiyê

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal di Newroza dîrokî ya Wanê de axivî

Hevşaredar Neslîhan Şedal wiha got: “We bi dehan caran bi sedan caran dîrok nivîsand. Em bejna xwe li ber berxwedana we ditewînin. Em Newroza we pîroz be. Bi salan e gelê Wanê li ser piyan e. Li hemberî dagirkeriyê, li hemberî qirkirina gelan li dijî zilm û zordariyê her tim serî hildaye û tu carî serî netewandiye. Tu carî rê nedaye zilmkar û dagirkeran. Bijî berxwedana Wanê.
Em dizanin kelecana me zêde ye. Wê aştiyek bi pêşengiya we bê ser vê erdnîgariyê e. dilê me bi aştî û azadiyê her dim bi kelecan e. Em soz didin ku em ê aştî û azadiyê bîni ser vê erdnîgariyê. Em soz didin şehîdên vê dozê. Em sos didin Mazlum Dogan, Zekîye û Rahşanan. Em dizanin din ava Kurdistanê de li Wanê li dijî zordariyê agirê Newrozê her tim geş bûye. Heta aştî, wekhevîe û demokrasî bê em ê her tim vî agirê geş bikin. Wekî îro çawa me qada newrozê kiriye qada berxwedanê em ê hemû qadan her dem bikin qadên berxwedanê. Em dizanin ji bo vê yekê bedelên gelek giran hatin dayîn. Em hatin kuştin, gundê me hatin şewitandin. Gundê me hatin valakirin. Li ser me çekên kîmyewî hatin barandin. Lê tu carî gelê me serê xwe netewandin. Em her roj bi milyonan rabûn ser piyan û me dengê xwe li dijî kuştin, talankirinê bilind kirin. Niha li girtîgehan û hemû qadan berxwedan berdewam dike. Em li vê qadê Newroza hevalên girtîgehê silav dikin.

Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan bang kir. Got êdî em şer naxwazin. Got bila êdî aştiyek bê vî welatî. Got bila ev civak bibe civakeke demokratîk û xwest her kes erka ser milê xwe pek bîne. Em li vir soz didin Rêberê Gelê Kurd. Heta ku aştî û azadî bê ser vê axê em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê ji bo aştiyê xizmetê bikin. Em hêvî dikin ev newroz bibe Newroza aştî û wekheviyê û bibe destpêka civaka demokratîk.

Zeydan: Paradîmgaya azadiyê digihîje armanca xwe

Hevşaredarê Wanê Abdullah Zeyden jî derket ser Cejna Newrozê li gelê Kurd û hemû gelan pîroz kir û wiha axivî:

“We tu carî dest ji têkoşîna xwe ya pîroz venekişand. Eger ev têkoşîn mezin bûbe û Kurd li cîhanê hatibin nasîn, ev bi xêra têkoşîna we bû. Em ji ber têkoşîn û berxwedana we serbilind in. Hûn dizanin Rêberê Gelê Kurd rêzdar Ocalan, bangek dîrokî kir. Kengê dengê birêz Ocalan gihîştibe civakê, di nav civak ê de aramî, aştî, azadî pêk hatiye. Wê bi saya paradîgmaya rêzdar Ocalan di serî de gelê Kurd û hemû gelên bindest ên li Rojhilata Navîn bigihîjin azadiya xwe. Li hemû qadên Newrozê bi milyonan kes dibêje ku em li pişt peyama rêzdar Ocalan in. Bi rêbertiya xwe û partiya xwe bi bawer bin.

Bi saya vê têkoşînê û bi saya keç û lawên ev têkoşîn gihîşt van rojan. Em hêvîdarin ku wê hemû gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û hemû Rojhilata Navîn piştgiriyê bide vê banga dîrokî. Berxwedana Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên zindanan û têkoşêrên Kurdan berxwedanek pîroz kirin. Her tim nirxên me parastin. Dora me ye. Me sozek dabû wan. Me gotibû em ê van qeyûmên wan diz û talanker rêkin mala wan. El hemdûlîlah gelê me yê wanê li Wanê 14 şaredariyên xwe bi dest xistin. Wezîfeya xwe bi cih anî. Me çawa 31ê Adarê qeyûmên diz ên AKPê rêkir mala wan, em bi bawer in di demek nêzîk de piştî vê pêvajoya girîng em ê carek din rê bikin mala wan.”

Pîrozbahî bi axaftinên siyasetmedar û strandina stranbêjan didome.

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

10 ADAR 2026
DYAyê ji bo binesaziya petrolê hişyariya ‘rawestandina êrişan’ da Îsraîlê

DYAyê ji bo binesaziya petrolê hişyariya ‘rawestandina êrişan’ da Îsraîlê

10 ADAR 2026
Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

Baregeha Heşdî Şebî hedef hate girtin

10 ADAR 2026
Balafirgeha Navneteweyî ya li Bexdayê bû hedafa êrişan

Balafirgeha Navneteweyî ya li Bexdayê bû hedafa êrişan

10 ADAR 2026
HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

10 ADAR 2026
Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

10 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê ji bo Newrozê amadekariya cil û bergên neteweyî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saritaş: Divê dewlet hişmendiya xwe biguherîne û tavilê gavên şênber biavêje

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Kurd wê li ku çi bikin bi xwe dizanin, aqil nedin Kurdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlehiyê: Komek ji dîlgirtiyan êvarê digihe Hesekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çapemeniya Îranê kuştina Darbîan piştrast kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (399)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne