• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Li Îzmîrê bi boneya ‘Hefteya Lehengiyê’ bîranîn hate lidarxistin

    Li Îzmîrê bi boneya ‘Hefteya Lehengiyê’ bîranîn hate lidarxistin

    Otomatik taslak

    ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Li Îzmîrê bi boneya ‘Hefteya Lehengiyê’ bîranîn hate lidarxistin

    Li Îzmîrê bi boneya ‘Hefteya Lehengiyê’ bîranîn hate lidarxistin

    Otomatik taslak

    ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Newsweekê têkiliyên HSD-Îsraîl û HTŞê girt rojeva xwe

Navenda Nûçeyan / AW

13 KANÛN 2025 - 10:32
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Kovara Newsweekê li ser mijara Sûriyê dahurandinek weşand û diyar kir ku Amerîka hewil dide di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê û Îsraîlê de riyên çareseriyê peyda bike lê bi gelek astengan re rû bi rû ye. Di nûçeyê de nêrînên rayedarên Amerîkayê yên berê li vê qadê xebitîn cih girtin û rewşa nû ya Sûriyê hate nirxandin.

Kovara Newsweekê rewşa nû ya siyasî û ewlehiyê ya Sûriyê bi dosyayekê girte rojeva xwe û bal dişand ser pêşketinên li qadê diqewimin. Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku di navbera Serokê HTŞê Ahmet Şara û Amerîkayê de serdemek nû heye û cih da van agahiyan: “Têkiliyên Golanî û Pentagonê rewşek nû derdixe holê. Ev têkilî bandorê li ser têkiliyên HSD û mîsyona nû ya Amerîkayê jî bandorê dike. Niha HSD û Şam diyar dikin ku di aliyê têkoşîna li dijî DAIŞê de hemfikirin. Lê Şam di heman demê de dixwaze ku Sûriyê wekî dewletek navendî bi rêve bibe. Wekî di dema Beşar Esad de Golanî jî di aliyê statûya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê de bi mûzakereyên dijwar re rû bir û ye.”

Têkiliyên HSD û Amerîkayê: Fayde ji komên perçeyî nehat girtin

Di nûçeyê de dîplomatê kevin ê Amerîkî Wîllîam Roebuck destnîşan kir ku bi pêvajoyek gelek tevlihev re rû bi rû ne. Roebuck wiha axivî: “Çareserkirina rewşa Rêvberiye Xweser de gelek mijaran çareser bike. Lê qasî leşkerên Amerîkayê li Sûriyê bin HSD bi hêsanî ligel Şamê li hev nake. Ku têkiliya Şam û Amerîkayê pêş bikeve îhtîmal heye ku HSD cardin nêzîkatiya xwe di ber çavan re derbas bike.” Di nûçeyê de hate daxuyandin ku bi boneya Amerîkayê tu fayde ji komên perçebûyî ne girt di sala 2015’an de bi armanca têkoşîna bi DAIŞê re piştgirî da hêzên kurd.

Hebûna leşkerî ya Amerîkayê didome

Di nûçeyê de hate bi bîr xistin ku HSDê piştî di astek bilind de DAIŞ têk bir li herêmê Rêveberiya Xweser îlan kir û cih da van nirxandinan: “Hêzên Amerîkayê li vê herêmê bi cih bûn. Her çiqas leşker hatibin kêmkirin jî bandora û hebûna Amerîkayê berdewam dike. Lê Amerîkayê tu caran hêzên leşkerî yên li vir mayîn de nedît.” Dîplomatê Amerîkayê yê berê Roebuch anî ziman ku niha Amerîka ji bo Rêveberiya Xweser heta astekê garantiya ewlehiyê ye lê ev rewş heta hetayê berdewam nake.

Hewil tê dayîn Mûtabakata 10ê Adarê bê bi cih anîn

Di berdawama nûçeyê de hate bi bîrxistin ku piştî ketina Esad di navbera HSD û hêzên girêdayî Tirkiyeyê ve li gelek eniyan pevçûn pêk hatine û wiha hate domandin: “Lê ji bo HSD entegreyî artêşa Sûriyê bibe Mûtabakata 10ê Adarê pêk hat. Amerîka niha ji bo bi cih anîna vê hewil dide. Lê bi mehan e ev peyman xitimiye. Piştî komkujiyên Elewî û Durziyan HSD di vî warî de bi tedbîr tevdigere.” Di nûçeyê de hate derbirîn ku Tirkiye û Şam dixwazin HSD bêyî statû tev li Hikûmeta Demkî bibe û Nûnerê Trump ê Sûriyê Thomas Barrack jî îdîa dike ku federasyon ji bo Sûriyê rasteqîn nîne.

Jeffrey: Çav li rê ye HSD wekî tûgayan entegre bibe

Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyê yê berê James Jeffrey jî derbirî ku divê Amerîka nifûza xwe bikar bîne û lez bide pêk hatine entegrasyonê. Jeffrey ev tişt gotin: “Bendewarî heye ku HSD wekî tûkay û bêlûkan entegreyî Şamê bibe. Li hemberî vê yekê pêwist e Şam rayeyên ewlehî û rêveberiyên herêmî dewrî bajarên Bakur Rojhilat bike. Lê xweseriyek berfireh rastî îtîraza Şam û Enqereyê tê.” Dahurînerê siyasî Mahmud Toron jî anî ziman ku hêvî dike Şam, sekna leşkerî ya Amerîkayê û têkiliya wê ya bi HSDê re bi awayek îstîkrara Sûriyê pêş bixe, bi nirxîne. Fermandarê Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) Amîral Brad Kooper got ku di her hevdîtinek bi Şamê re riyên cuda yên hevkariyê derdikevin pêş.”

Cooper: Di navbera HSD û HTŞê de hevdîtinên watedar hene

Cooper got ku sê gavên stratejîk li pêşiya wan e û wiha domand: “Bi DAIŞê re têkoşîn meşandin, piştgiriya entegrasyona HSD û Şamê, bi hêzên Sûriyê yên bi girêdayî Golanî re hevkarî. Niha hevdîtinên watedar di navbera HSD û HTŞê de hene.” Di nûçeyê de hate gotin ku bi boneya entegrasyonê HSD û Şam hevdu tawanbar dikin.

Votel: Amerîka HSDê bi tevahî terk nake

Fermandarê CENTCOMê ye berê Joseph Votel jî daxuyand kul i pêşiya pêvajoya entegrasyonê gelek astengî hene û wiha domand: “Rêveberiya Xweser dixwaze destkeftiyên xwe biparêze û Şam jî rêveberiyek navendî dixwaze. Amerîka HSDê bi tevahî terk nake. Lê divê têkiliyên bi Şamê re pêş dikevin jî bi rê ve bibe. Mijarên tevli hev dê demek bigire lê divê li ser mijarên pratîktir bê sekinîn.”

Operasyonên Îsraîlê bûn sedema zextek mezin

Derbarê operasyonên Îsraîlê yên li Sûriyê de jî ev nirxandin hatin kirin: “Li aliyekê Amerîka bi Şamê re têkiliyan pêş dixe û li aliyê din operasyonên mûtefîkqê Amerîkayê Îsraîlê dibe sedema zextek mezin. Îsraîl dixwaze herêmek tampon a ji Girên Golanê wêdetir çê bike. Her wiha siyaseta xwe li ser Durziyan ava dike. Amerîka wekî rageşiya ji ber têkiliyên HSD û Şamê di hamen demê de bi rageşiya Îsraîl û Şamê re jî mijûl dibe. Ji ber ku hevdîtinên di navbera Şam û Îsraîlê di meha îlonê de xitimîn, operasyonên Îsraîlê yên di hundirê Sûriyê de zêde bûn.”

Îsraîl û korîdora Dawid

Li gorî nûçeyê Îsraîl ligel Durziyan dixwaze bi kurdan re jî têkiliyê danê û ev yek Tirkiyeyê aciz dike. Serokomarê Îsraîlê Îsak Herzog jî mülakat da Newsweekê û ev tişt anîn ziman: “Em Sûriyê bi nêz ve dişopînin. Tiştên li Sûveydayê hatin kirin diyar in. Divê şertên ji bo alîkariya Durziyan bên amadekirin. Ji bo vê divê sererastkirinên pêwist bên kirin.” Jeffrey jî anî ziman ku ji bo daxistina rageşiyê tê fikirîn ku di navbera Îsraîl û Sûriyê de wargehên zêrevaniyê yên leşkerî bên ava kirin.”

Etîket: HSDHTSRojavaSûriye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Almanya û Sûriye ji bo vegera penaberan hevkariyê dikin

Almanya û Sûriye ji bo vegera penaberan hevkariyê dikin

30 ADAR 2026
Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

21 ADAR 2026
Rêveberê DYAyî yê ku îstifa kir: Me El Qaîde û DAIŞ wekî hêzên wekîl bi kar anîn

Rêveberê DYAyî yê ku îstifa kir: Me El Qaîde û DAIŞ wekî hêzên wekîl bi kar anîn

21 ADAR 2026
Pîrozbahiyên Newrozê yên 4 bajarên Rojava hatin taloqkirin

Pîrozbahiyên Newrozê yên 4 bajarên Rojava hatin taloqkirin

20 ADAR 2026
Li Rojava gel pêşiyê çû pakrewangehan

Li Rojava gel pêşiyê çû pakrewangehan

20 ADAR 2026
Dê sibe dê komek din a dîlgirtiyan were berdan

Dê sibe dê komek din a dîlgirtiyan were berdan

18 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    Abdullah Ocalan: Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname û azadiyê be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji TJAyê deklarasyona 4ê Nîsanê: Heta ku Rêber Apo azad nebe aştiyeke mayînde jî pêk nayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Devlet Bahçelî: Divê qanûnên pêwîst demildest bên amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îrfan Geylanî: PJAK hêrseke berhevkirî û daxwazeke dîrokî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Toprak hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne