Nextgen Kurdî li ser madeyên hişbirê li Çand Amedê Forûmên Ciwanan a 3yan li dar xist. Axavînêran bal kişandin ser pêşigirtina madeyên hişbirê.
Nextgen Kurdî têkildarî madeyên hişbirê li Çand Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê Forûmên Ciwanan a 3yan li dar xist. Forûm bi dirûşma “Tev li me bibin û dengê xwe bilind bikin” hate lidarxistin. Parlamenter, hevşaredar, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî di nav de gelek kes beşdarî forûmê bûn.
Forûma ku moderatoriya wê Gulçîn Şanli kir. Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol, Hevberdevka Komîsyona Çand, Ziman û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Tûrhalli, Hevserokê Komeleya Dêrûnnasên Mezopotamyayê (DER-MEZ) Mûrat Bûrtakûçîn, Nûnerê Navenda Lêkolînê ya Qadê (SAMER) Serhat Temel li ser mijara “Madeyên hişbirê: Gelo revîne, stargeh e yan jî qêrîne?” axivîn.
‘Divê piştgiriya psîkolojîk û civakî bên dayîn’
Hevserokê DER-MEZê Mûrat Bûrtakûçîn ewilî axivî, bal kişand ser hestên sûcdariyê ku kesên bengî û wisa axivî: “Bikaranîna maddeyê, bi salîna serotonin û dopaminê re, vê rewşê ji aliyê biyolojîkî ve jî piştgirî dike û nîşan dide ku ev girêdayî wekî nexweşiyekê tê dîtin. Ji ber vê yekê,
dermankirina girêdayî tenê ne fizîkî ye; divê bi piştgiriya psîkolojîk û civakî re jî were rêvebirin.”
‘Divê dermankirin pêşî fîzîkî be’
Mûrat Bûrtakûçîn axaftina xwe wiha berdewam kir: ”Bi taybetî, bengî pir caran di temenê zaroktiyê de dest pê dike. Sedemên sereke ev in ku kes xwe nehatî têgihîştin hîs dike û nikare bi xwe re girêdanek rast ava bike. Ev jî bi nebûna îfadekirina xwe di nav civakê de û zêdebûna pirsgirêkên kesane re tê girêdan. Pêvajoya dermankirinê pêşî divê li ser aliyê fizîkî be, paşê bi piştgiriya psîkolojîk berdewam bike.”
‘Temenê bikaranîna maddeyan daketiya 5 salî’
Piştre Hevberdevka Komîsyona Çand, Ziman û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Tûrhalli jî anî ziman ku li Tirkiyeyê, di qanûnên hiqûqî de wekî nexweşiyek tê qebûl kirin û wiha aixvî: “Li seranserê welatê Tirkiyeyê, bikaranîna maddeyan li gorî etnîsîteyê zêdetir tê dîtin û bi taybetî di kesên ku dahata wan kêm e de zêdetir belav e. Li gorî lêkolînên sala 2025’an, temenê destpêkirina bikaranîna maddeyan daketiye 5 salî. Her wiha, lêkolîn nîşan didin ku nêzîkatiya dewletê di vê siyasetan de carinan ber bi teşwîqkirinê ve ye.”
‘Li Erxeniyê navê wekî ’zarokên tûtinê’ tê bikaranîn’
Piştre Nûnerê SAMERê Serhat Temel axivî û bi lêv kir ku “Li gorî îstatîstîkên 1500 ciwanên li gelek bajaran, temenê bikaranîna maddeyan ketiye bin 10 salî. Forma herî erzan a maddeyê bi gazê çakmakê dest pê dike. Li Erxeniyê di nav hin ciwanan de navê wekî ‘zarokên tûtinê’ têne bikaranîn. Teşwîqkirina bikaranîna maddeyan, ji ber kêmbûna an jî tunebûna alternatîfan, bi rêjeya nêzîkî %85 tê diyarkirin. Di pêvajoya dermankirinê de, yek ji pirsgirêkên girîng ên kesên ku madde bi kar tînin, tirsa wan ew e ku wan wekî “bikarhêner” bên nîşandan.”
Şaredariya Sûrê atolye û çalakiyan li dar dixe
Dûre Hevşaredar Fatma Gulan Onkol axivî û diyar kir ku wekî Şaredariya Sûrê ji bo pêşîgirtina bikaranîna maddeyan atolyeyên û çalakiyên cuda rêxistin dikin û wiha axivî: “Di van atolyeyan de, em li ser bengîtiyê û çareseriyên wê diaxivin û bi axaftin û çalakiyan mirov di derbarê vê mijarê de hişyar dikin. Ji bo ku madde neyê bikaranîn, an jî di vê pêvajoyê de bihêle ku kêm bike û alternatîfên wê bibîne, ji mijarên bingehîn in. Lê dîsa jî em dizanin ku hin kêmasiyên me hene û li ser vê bingehê em li rêyên çêtirkirinê digerin.”
Forum bi pirs û bersivan bi dawî bû.














